Heverokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan tevlî 78emîn Kongreya Mezin a TTBê bû, bi lêv kir ku ew ê bi hev re bitêkoşin û got: “Em ê bi hev re Komareke Demokratîk a ku tu kes rastî girtin, binçavkirinan nayên û hemû welatî karibin bi awayekî wekhev bi hev re bijîn ava bikin.”
Yekitiya Tabîban a Tirk (TTB), li Eywana Konferansê ya Abdulkadîr Noyan a Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Enqereyê 78emîn kongreya xwe ya mezin lidarxist. Kongre dê bi 4 lîsteyan bê li darxistin. Delege û gelek partî, sazî û rêxistinên civakî tevlî kongreyê bûn. Her wiha Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî tevlî kongreyê bû. Kongre bi diyar kirina dîvanê destpêkir. Piştrê jî ji bo bijîşkên di dema kar de jiyana xwe ji dest danê bi deqîqeyeke rêzgirtinê dom kir.
Piştî rêzgirtinê Serokê Konseya Navendî ya TTBê Alpay Azap axivî û tekildarî kongereyê diyar kir ew dixwazin kongreyeke demokratîk bibe û qala pergalê tenduristiyê ya li Tirkiyeyê kir û got ku divê hemû kes karibin xwe bigihinin mafê tenduristiyê û newekheviya di qada tenduristiyê de ji holê rabe. Alpay Azad bal kişand ser akademîsyen, rojnameger, parêzer û endamên partî û rêxistinên Sosyalîst ên beriya civîna NATOyê hatine binçavkirin, girtin û xwest girtî û binçavkirî werin berdan.
Peyama Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ku biryara, “Batalkirina teqez” ji peywîrê hatibû girtin jî di kongreyê de hat xwendin.
‘Em ê Komara Demokratîk bi hev re ava bikin’
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di kongreyê de axivî, anî ziman ku TTB di têkoşîna demokrasiyê de ciheke girîng digire û wiha axivî: “TTBê wijdanê civakê û parêzvanên aştî û demokrasiyê ye. Helbet bi bardelên mezin û kedeke mezin hatin vê astê. Bi vê wesileyê ez bijîşkên jiyana xwe ji destdanê bi bîr tînin û di şaxse Selçuk Mizrakli de ji bijîşkên di girtîgehan de tên ragirtin re jî silavan dişînim. TTBê gelek caran li dijî polîtikayên desthilatê derket û ji bo aştî parast, rastî gelek zextan hat. Tevî zextan jî TTBê di paş de gav neavet. Em ê bi hev re bitêkoşîn û Komareke Demokratîk ku tu kes rastî girtin, binçavkirinan nayên û hemû welatî bi karin bi awayekî wekhev bi hev re bijîn ava bikin.”
Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu jî di kongreyê de axivî, kongreya TTBê pîroz kir û bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê û got ku divê ew pergal bê guherandin.
Serokê Giştî yê TÎPê Erkan Baş jî di konferansê de axivî û qala girîngiya têkoşîna TTBê kir.
Serokê Giştî yê EMEPê Seyît Aslan jî di konferansê de axivî diyar kir ku dema komkujî dibûn Serwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu digot dengê me zêde dibin û li ser vê gotinê di navbera Ahmet Davutoglu û Seyît Aslan de demekê kurt nîqaş derket.
Kongreya TTBê bi axaftinan berdewam kir. Encamnameya kongreyê dê sibe diyar bibe.















