• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Divê mirov ji çanda xwe dûr nekeve’

    ‘Divê mirov ji çanda xwe dûr nekeve’

    Kekê Rojwelat Kizmazê: Xwişka min 3 roj sax maye, çi bi serê wê hat?

    Kekê Rojwelat Kizmazê: Xwişka min 3 roj sax maye, çi bi serê wê hat?

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 25ê GULANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Niyeta dewletê çi ye?’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Niyeta dewletê çi ye?’ derket

    Zanîngeha Bîlgiyê dîsa hate vekirin

    Zanîngeha Bîlgiyê dîsa hate vekirin

    Li navçeyên Stenbolê çalakiyên rûniştinê hatin lidarxistin

    Li navçeyên Stenbolê çalakiyên rûniştinê hatin lidarxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Divê mirov ji çanda xwe dûr nekeve’

    ‘Divê mirov ji çanda xwe dûr nekeve’

    Kekê Rojwelat Kizmazê: Xwişka min 3 roj sax maye, çi bi serê wê hat?

    Kekê Rojwelat Kizmazê: Xwişka min 3 roj sax maye, çi bi serê wê hat?

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 25ê GULANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Niyeta dewletê çi ye?’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Niyeta dewletê çi ye?’ derket

    Zanîngeha Bîlgiyê dîsa hate vekirin

    Zanîngeha Bîlgiyê dîsa hate vekirin

    Li navçeyên Stenbolê çalakiyên rûniştinê hatin lidarxistin

    Li navçeyên Stenbolê çalakiyên rûniştinê hatin lidarxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rêveberiya Xweser banga rawestandina şerê li Sûriyeyê kir

Navenda Nûçeyan / AW

7 ADAR 2025 - 10:55
Kategorî: ROJANE
A A
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bidawîbûna şerê li Lazqiye, Tartûs, Idlib, Hûms û Derayê yê navbera komên çekdar û hêzên hikumeta Şamê banga diyalogê kir.

Rêveberiya Xweser, derbarên şer û pevçûnên ku li Latkiye, Tertus, Idlib, Hums û Deraa di navbera komên çekdar û hêzên desthilata Şamê de derketine û hîn jî didomin de, daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Rêveberiya Xweser hat weşandin, bi vî rengî ye:

“Li Sûriyeyê û nexasim li berava wê asta şerê di navbera hêzên girêdayî hikûmeta Şamê û grûbên leşkerî yên li beravê de, bilind dibe.

Em wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, metirsî û xemgîniya xwe ya ji ber bûyerên li beravê diqewimin diyar dikin. Em destnîşan dikin ku sedema vê aloziyê ew e ku desthilatdariya Şamê rastiya Sûriyeyê rast naxwîne, hesasiyeta rewşa Sûriyeyê û bi taybet pirrengiya pêkhate û mezheban li ber çavan nehatiye girtin. Ev şer dê welatê me ber bi karestekê ve bibe û dê bibe sedema ku komkujî li ser gelê me yê Sûriyeyê pêk werin.

Em bang li hemû aliyan dikin ku bi aqilmendî tevbigerin û vê aloziya ku dê bibe sedema zêdebûna mesafeya di navbera hêzên niştimanî yên Sûriyeyê de rawestînin.

Me gelek caran bal kişandiye ku pêwîstiya Sûriyeyê bi diyalogeke niştimanî ya rast heye da ku Sûriyeyê ber bi ewlehî û çareserkirina nakokî û pirsgirêkan ve bibe. Me diyar kir ku ev çareserî jî avakirina Sûriyeke ku hêvî û xwestekên hemû gel, pêkhate û baweriyên Sûriyeyê pêk tîne ye.

Careke din em banga rawestandina şer dikin û dibêjin berê xwe bidin diyalogê. Her wiha em bag li gelê xwe yê Sûriyeyê dikin ku li pey kesên dixwazin şerekî navxweyî li welatê me derxînin, nekevin.”

Etîket: Rêveberiya XweserSûriye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Sûriyeyê piraniya wan Kurd 49 ciwan hatin girtin

Li Sûriyeyê piraniya wan Kurd 49 ciwan hatin girtin

23 NÎSAN 2026
NY: Tevgerên leşkerî yên cîranan li Suriyeyê aramiyê têk dibin

NY: Tevgerên leşkerî yên cîranan li Suriyeyê aramiyê têk dibin

23 NÎSAN 2026
Îlham Ehmed: Ganî şarê ma helwêstêko neteweyî bimojno

Îlham Ehmed derbarê hevdîtinên bi Hikûmeta Demkî re agahî dan

20 NÎSAN 2026
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şara re civiyan

Xalên hevdîtina Şara û Ebdî: Ziman, nasname, parastin û vegera koçberan

19 NÎSAN 2026
Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî li Şamê ne

Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî li Şamê ne

14 NÎSAN 2026
Urdin û Sûriyeyê 9 peyman îmze kirin

Urdin û Sûriyeyê 9 peyman îmze kirin

12 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Polîs ketin CHPê, DEM Partî daxuyanî da

    Polîs ketin CHPê, DEM Partî daxuyanî da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sevîm Yildirim: Li şûna pêkanîna hiqûqê infaz kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • MEBYA-DERê Mehmet Yildirim li ser gora wî bibîranî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji sedî 60ê cangoriyan bê mezel in’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtinê çû Girava Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokê DADSAZê: Zelalkirina statuya Abdullah Ocalan girîng e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ozgur Ozel li dijî desteserkirina CHPê meşiya meclisê: Navenda me ya nû meclis e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • BLA wêneya jina fermandar û yekîneya pê re parve kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (642)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne