• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    Heznî Haco: Kesê ku bi zimanê xwe nizanibe ew mirovek winda ye

    Heznî Haco: Kesê ku bi zimanê xwe nizanibe ew mirovek winda ye

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

    KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    Heznî Haco: Kesê ku bi zimanê xwe nizanibe ew mirovek winda ye

    Heznî Haco: Kesê ku bi zimanê xwe nizanibe ew mirovek winda ye

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

    KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê dewlet gavan bavêje

Amed / AW

9 ADAR 2025 - 14:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê piştgirî da peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bibe derfeta avakirina aştiyek demokratîk û mayînde. Divê gelên Tirkiyeyê û hemû beşên civakê ji serkeftina vê pêvajoyê berpirsyar bin.”

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qada Şêx Şêîd (Deriyê Çiyê) daxuyanî da. Rêxistinên DEM Partî, DBP, TJA ên Amedê û gelek nûnerên saziyan beşdarî daxuyaniyê bûn.

‘Divê dewlet gav bavêje’

Hevseroka Gişti ya OHDê Ekîn Yeter diyar kir ku peyama Rêberê Gêlê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rojhilata navîn derfeteke dîrokî ye û got: “Modernîteya kapîtalîst pêvajoyeke antîdemokratîk li Rojhilata Navîn pêşdixe. Heta niha gelê kurd çawa ku li hember wan polîtîkayan li ber xwe da û demokrasî pêşxistibe dê ji îro û şûn ve jî vê têkoşîna xwe bidomîne. Çanda jiyana hevpar bi polîtîkayên red înkar, asimilasyonê ne pêkan e. Pêwîste siyaset demokratîk bibe, çanda demokrasiyê pêşbikeve. Em ji bo vê amade ne. Divê dewlet jî gavên pêwîst bavêjin.”

‘Pêxember jî ji bo aştiyê xebitîne’

Berdevkê DÎKê Mehmet Emîn Ay jî da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi peyama xwe ye dîrokî peywireke girîng daye pêşiya wan û got: “Hemû qasîd, pêxember jî ji bo aştiyê xebitîne. Ji bo ku înkar asimilasyon qirkirin heye, şer jî heye. Encama vê jî qeyrana siyasî û abori ye. ji ber vê jî peyama Abdullah Ocalan çareserî ye. Divê sedemên şer û pevçûnan ji holê bêrakirin. Divê parlemento demildest zemîna hiqûqî ava bike. Em wek însanên oldar heta dawiyê li dijî niheqiyan têbikoşin.”

Hevserokê Şaxa SESê ya Amedê Mehmet Nûr Ulus ji li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê daxuyanî da û wiha got: “Berhema têgihiştineke ku pirnasname û pêkhateya pirçandî ya Tirkiyeyê, bi taybetî jî pirsgirêka Kurd ji nedîtî ve tê. Vê ferasetê rê li ber avakirina jiyaneke wekhev û azad a di navbera gelan de girtiye û bi polîtîkayên çewisandin û înkarê naskirina nasnameyan bêdeng kiriye. Çareserkirina pirsgirêka Kurd ne bi şer û asîmîlasyonê, divê bi rêyên demokratîk û aştiyane bên çareserkirin.”

‘Banga Rêberê Gelê Kurd derfeta aştiyek demokratîk û mayînde ye’

Mehmet Nûr Ulus da zanîn ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd hêviyeke nû afirand û got: “Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tene nexşeya pevçûnan bi dawî dike, di heman demê de dê bibe derfeta avakirina aştiyek demokratîk û mayînde. Divê gelên Tirkiyeyê û hemû beşên civakê ji serkeftina vê pêvajoyê berpirsyar bin.”

‘Em bi biryarin’

Mehmet Nûr Ulus herî dawî diyar kir ku wek Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û hemû saziyên demokratîk ên herêmê li ser rêya aştî û demokrasiyê bi biryar in û got: “Em ê hemû bi hev re pêşerojeke ku mirov azad bijîn, ziman û nasnameyên wan bên naskirin, maf û azadiyên wan bên garantîkirin ava bikin.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kovara Vînê dest bi weşanê kir

Kovara Vînê dest bi weşanê kir

15 GULAN 2026
‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

15 GULAN 2026
Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

15 GULAN 2026
Dadgehê carek din ceza li dayikan birî: Sed car jî ceza bidin em ê têbikoşin

Dadgehê carek din ceza li dayikan birî: Sed car jî ceza bidin em ê têbikoşin

15 GULAN 2026
Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

15 GULAN 2026
Heznî Haco: Kesê ku bi zimanê xwe nizanibe ew mirovek winda ye

Heznî Haco: Kesê ku bi zimanê xwe nizanibe ew mirovek winda ye

15 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navçeya Girê Sor bû deryaya kulîlkên sor

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 15ê Gulanê: Cejna Zimanê Kurdî û têkoşîna hebûnê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyasetmedaran ji bo meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ banga tevlibûnê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji zanîngeha Wanê ber bi zozanên Colemêrgê ve rêwîtiya mêşvaniyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (377)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne