Amed – Rêveberê TOD-DERê Herdem Dogrul bal kişand ser girîngiya têkoşîna azadî û aştiyê û got: “Heke civak bi xwe jî di vê pêvajoyê de bi rola xwe ranebe dibe ku pêvajo bê sabotekirin. Ji ber ku li Tirkiyeyê zemîna vê tiştê heye.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” li gelê Kurd û hemû gelên Tirkiyeyê û cîhanê kir. Piştre PKKê jî ragihand ku ew piştgiriyê didin banga dîrokî û agirbest ragihand. Bi vî awayî pêvajoy guhertin û veguhertinê dest pê kir. Ji hemû beşên civakî piştevaniya ji bo banga dîrokî berdewam dike. Rêveberê Komeleya Aştiya Civakî û Diyalogê (TOD-DER) Herdem Dogrul li ser banga serdemê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Ajansa Welat(AW) re axivî.
‘Divê dewlet gav biavêje ku bawerî bi pêvajoyê xurt bibe’
Herdem Dogrul da zanîn ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gaveke dîrokî ye û wiha got: “Çekberdan û fesixkirina PKKê ji bo tevahî Rojhilata Navîn firsendên nû derdixe holê. Ji 1993yan heta niha gelek caran ev gav hatin avêtin. Di navbera PKKê û dewletê de hevdîtin pêk hatin. Lê her carê ev pêvajo bûn qurbanê hin hesabên piçûk, bûn qurbanê hesabên desthilatê. Lê belê em dinêrin temamî dewletan di nav xwe de guhertinekî dijîn, taybet li Rojhilata Navîn ev 20 salên dawiyê her şer heye, bi sed hezaran însan hatin kuştin. Lê belê em mirov in. Mirov, civak li ser nirxan têne avakirin. Dema tu van nirxan ji holê rakî şer derdikevin. Ji ber vê jî ji bo ku li Tirkiyeyê pêşiya siyasetê, demokrasiyê vebe ev banga bangeke pir girîng e û dîrokî ye. Ji bo dewlet û desthilatdariyê jî firsendeke mezin e. Dibe ku ev pêvajo li ser axaftina Bahçelî aşkere bû lê xuyaye demeke dirêj e hevdîtin pêk hatine, gihiştine astekî, lê belê dixuyê hêj jî gelek beşên civakê di nav fikaran de ne. Ji bo ku ev fikar ji holê rabin jî divê dewlet û desthilatdar jî bi rola xwe rabin, gavên pêwîst bavêjin ji bo ku bawerî bi pêvajoyê xurt bibe. Divê hemû partîyên siyasî, sazî û komeleyên civakî jî piştgirî û hêz bidin vê pêvajoyê. Ev pêvajo tenê bi destê dewlet, desthilatdariyê û PKKê ne mumkune ku bimeşe. Dema civak bi xwe jî di vê pêvajoyê de bi rola xwe ranebe tirsa min ew e ku pêvajo dîsa bi awayekî sabote bibe. Ji ber ku li Tirkiyeyê zemînê vê tiştê heye. ji ber vê yekê êdî demokrasî esas e. Divê dewlet jî êdî erk û berbirsyariyên xwe pêk bîne, gavên pêwîst bavêje, nîşaneyekê bide destê vî gelî ji bo ku bawerî bi pêvajoyê xurt bibe.”
‘Divê manîpûlekirin ji holê rabe’
Herdem Dogrul di bardawamiya axaftina xwe de anî ziman ku bi dehan girtiyên nexweş di zindanan de jiyana xwe ji dest dan, dewlet bi rihetî dikare di ve mijarê de gav bavêje û got: “Ji bo ku ev pêvajo bi selametî bimeşe divê ev qanûna dijî terorê ji holê bê rakirin. Di pêvajoya 2013yan de xala yekemîn ku dewlet, hikûmet û birêz Ocalan li ser bi hevkiribûn berdana girtiyên nexweş bû. Hikumet di vê mijarê de dikare bi rihetî gav bavêje, çimkî şert û mercên ku ev kesan di girtîgehê de bimînin tune ne. Ev xaleke piçûk e yanê rihet dikare bê pêkanîn, hikumet dikare gav bavêje. Ya din divê Meclis li pêvajoyê xwedî derkeve. Gere ev mesele ji zimanê propaganda û populîzmê bê rizgarkirin. Hê jî bi awayekî rasteqîn û micîd li ser banga birêz Ocalan nayê nîqaşkirin. Medyaya Tirk mijar biriye ser YPGê, HSDê, ka çek berdide yan na. Dema di nava hefteyekî de ev peyam evqas hatibe manîpûlekirin bêguman ev di me tevan de guman dide çêdike, baweriyê dişkîne.”
‘Di destpêkê de cidiyet hewce ye’
Rêveberê DOD-DERê Herdem Dogrul bi lêvkir ku pêwîst e desthilat şêwaza axaftina xwe sererast bike û cidî nêzî meseleyê bibe û wiha got: “Di destpêkê de diyalog û cidiyet hewce ye. Birêz Ocalan bangek kiriye û dibêje bila PKK çek berde, ev banga aştiyê ye. Ji hêla din jî muxatabê din dibêje, ya hûnê çek berdin an jî em ê we bifetisînin. Bi vî zimanî aştî pêk nayê ji bo vê jî pêşiya her tiştî cidiyet lazim e. Em behsa aştiyê dikin, demokrasiyê dikin, li temamê cîhanê mînakên van hene. Yanî em tiştekî ji nû ve kifş nakin. Yanî demokrasî çi ye, demokrasî çawa ava dibe, xalên sereke çi ne, ji hêla qanûnî ve tev diyar in. Her roj hê jî behsa qeyûman tê kirin, derheqê hin kesan de lêpirsîn tên destpêkirin, hê jî mirov tên girtin, li ser mijarên biçûk û vala, em bêjin rojnameger tên girtin, di rewşeke wiha de mirov çawa li ser pêvajoya aştiyê bi baweriyekî xurt biaxive û gav biavêje ev ne diyar e.”
‘Hewceyî bi rêberekî heye’
Herdem Dogrul bal kişand ser meseleya muxatabî û rêbertiya meseleyê û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê Rêberekî ku di pirsgirêka Kurd de bi PKKê re bibe muxatab û vê meseleyê bibe serî tune ye. Birêz Ocalan hê di roportaja li gel M. Alî Bîrand de vê tesbîtê dike. Lê di vê pêvajoyê de avantajek heye ew jî pozîsyona MHPê ye. Serokê MHPê di nava vê pêvajoyê de ye. Bahçelî di axaftin û peyamên xwe de pîştgirî dide pêvajoyê û berpirsyarî digire ser xwe, ev ji bo me xaleke girîng e. Ev ji bo Tayyîp Erdogan jî avantajeke pir mezin e, destê wî xurtir dike. Dema ku ev her du partiyên ku halê hazir desthilatê temsîl dikin AKP û MHP bi cidiyet nêzî vê pêvajoyê bibin ez bawer im ev pêvajo dê bimeşe. Helbet berpirsyarî dikeve ser milê muxalefetê jî. Ev pêvajo meseleya aştiyê û pirsgirêka Kurd û meseleya şer divê êdî ji rojeva Tirkiyeyê derkeve. Ji bo vê jî demokrasî hewce ye, demokrasî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo temamî gelan hewce ye, ji bo Tirkan jî hewce ye.”
‘Derfet heye ku demokrasî li Rojhilata Navîn bibe çandek’
Herdem Dogrul bi bîr xist ku gelê Kurd di 40 salên dawiyê de çanda demokrasiyê pêş xistiye, sekuler difikire û wiha berdewam kir: “ Her kes mecbûr e hêz bide vê pêvajoyê, wê demê ev pêvajo dê biçe serî. Ez vêya hem ji bo gelê Kurd dibêjim, hem ji bo komeleyên wek me, sazî û dezgehên pîşeyan, partiyên siyasî dibêjim. Her kes ji bo ku ev pêvajo bigihêje serî divê vê berpirsiyariyê bigire, hêz bide, zorê bide desthilatê, bêje tu mecbûrî vê meseleyê çareser bikî. Rastiya wî jî ev e bi salan e ku gelê Kurd vê meseleyê dibêje, di Rojhilata Navîn de tu gelek tuneye ku wekî gelê Kurd hem ji hêla çand û dîrokê ve qedîm be, hem bi feraseta xwe dikaribe bi rehetî entegreyî cîhanê bibe, sekuler bifikire, baweriya xwe bi demokrasiyê hebe. Ev tişt di nava vî 40 salî de di nava Kurdan de ava bûye. Gelê Kurd bi vî awayî pozîsyona xwe diyar kiriye. Ez dikarim vêya bi awayek sedî sed bêjim, tirk di Rojhilata Navîn de tenê dikarin bi Kurdan re şirîkatiyê bikin, dostanî hevaltiyê bikin, ji ber ku Kurd ji viya re vekirî ne. Di temamî dîroka Kurdan de em dikarin binêrin, Kurd di tu serdema dîrokê de li ser menfîeta xwe yan jî li ser menfîetên şexsan yan jî tenê ji bo xwe gav neavêtine, şirîkên wan hebûne, hevalên wan, dostên wan hebûne, ji bo hevalên xwe fedakarî kirine, ev jî çandek e. Ji ber ku têkiliya Kurdan û dewlet û destilatê di dîrokê de çênebûye Kurd serdest nebûne. Dema ku tu serdest nebî tu nakevî nava van qirêjiyan. Ji bo vê jî divê gelê Tirk viya baş bizanibe. Dema ku Tirk bi Kurdan re dostaniyê bikin wê Tirkiye ji vê gelek sûd werbigire. Tirkiye dikare bibe mezinê temamî Rojhilata Navîn, bibe pêşengê Rojhilata Navîn. Bi saya vê pêvajoyê îhtîmal e ku gav bi gav demokrasî li temamî Rojhilata Navîn belav bibe, bibe çandekî, di nava her gelî de ev çand belav bibe. Ji bo vê jî divê gelê Tirk û Kurd mil bidin hevdû.”
‘Ji îro pêve kar bêhtir dikeve ser milê sazî û dezgehên civakî’
Herdem Dogrul herî dawiyê li ser erk û berpirsyariya saziyên civakî sekinî û wiha got: “Divê em vê pirsê li xwe bikin; ‘di nav van 25 salên dawiyê de me kîjan saziyên xwe li ser esasê civaka demokratîk ava kiriye, yan jî me karê xwe çiqas baş kiriye?’ Dema tu nikaribî komeleyekî, saziyekî li ser esasê civaka demokratîk ava bikî tu yê çawa civaka demokratîk ava bikî. Ev bara li ser mile me ye, kes ji jor de nayê veya nake. Birêz Abdullah Ocalan bi tena sere xwe nikare van tiştan hemûyan bike. Ev karê me ye jî. Mijara vê bangê ya herî girîng avakirina civaka demokratîk e. Ku PKK xwe fesix bike ev kar bi tamamî dikeve ser mile civakê, sazî û dezgehan. Divê her kes di vê hişmendiyê de be. Heke bawerî bi demokrasiyê hebe, bi azadiyê hebe ji îro pê ve ji berê bêhtir kar dikeve ser milê sazî û dezgehên civakî. Divê her kes li ser vî esasî bi rola xwe rabe.”