• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji Şaredariya Peyasê projeya danîna şitlên Berûyê

    Ji Şaredariya Peyasê projeya danîna şitlên Berûyê

    ROJEVA 5ê KANÛNa 2025an

    ROJEVA 26ê ADARA 2026an

    Li Elkê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

    Li Elkê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

    Li Îzmîrê zarokek û 2 jin hatin girtin

    Li Îzmîrê zarokek û 2 jin hatin girtin

    Mehmet Edîp Taşar li Êlihê hate veşartin

    Mehmet Edîp Taşar li Êlihê hate veşartin

    Parêzgarê Hesekê bi berpirsa UNICEFê re civiya

    Parêzgarê Hesekê bi berpirsa UNICEFê re civiya

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji Şaredariya Peyasê projeya danîna şitlên Berûyê

    Ji Şaredariya Peyasê projeya danîna şitlên Berûyê

    ROJEVA 5ê KANÛNa 2025an

    ROJEVA 26ê ADARA 2026an

    Li Elkê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

    Li Elkê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

    Li Îzmîrê zarokek û 2 jin hatin girtin

    Li Îzmîrê zarokek û 2 jin hatin girtin

    Mehmet Edîp Taşar li Êlihê hate veşartin

    Mehmet Edîp Taşar li Êlihê hate veşartin

    Parêzgarê Hesekê bi berpirsa UNICEFê re civiya

    Parêzgarê Hesekê bi berpirsa UNICEFê re civiya

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Civînên gel ên Şirnexê: Divê dewlet jî gav baveje

Mahmût Altintaş / AW

13 ADAR 2025 - 08:14
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Şirnex – Endamê Meclisa DBPê Hîkmet Doman çavdêriyên xwe yên li ser civînên gel ên di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk de parve kir û got: “Gel herî zêde li dijî dewletê bi fikar e û di serî de dixwaze dewlet gavên çareseriyê bavêje.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de bi rêya şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Banga Abdullah Ocalan li her çar aliyên Kurdistanê li qadan hat guhdarkirin. Dîsa li hemû cihanê jî deng veda. Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan rojeva sereke ye. Piştî banga Abdullah Ocalan Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bernameya li 100 navendan civînên gel amade kir. Civînên gel didomin. Nûnerên saziyan tev li civînên gel ên banga “Aştî û Civaka Demokratîk” dibin û pirsên gel bersivandin û wateya bangê ji gel re vêgotin. Li Şirnexê jî li navçeya Cizîr, Silopiya û navenda Şirnexê civînên gel pêk hatin. Gelek kes beşdarî civînan bûn û nirxandin kirin. Endamê Meclîsê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Hîkmet Doman û welatiyê bi navê Abdullah Bakiş ên tevlî civînê bûn ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

‘Divê dewlet jî gavan bavêje’

Ji welatiyê tevlî civînê bû Abdullah Bakiş anî ziman ku ew bi Abdullah Ocalan bawer e û xwest dewlet jî li gor bangê gavan bavêje. Abdullah Bakiş tekildarî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev tişt got: “Em banga Aştî û Civaka Demokratîk silav dikin. Em bawerin serkeftin wê çêbibe. Divê em hemû li vê bangê xwedî derbikevin. Ew bang ji bo hemû gelan aramî, aştî û azadiyê tîne. Ji bo ew pêvajo bi pêş ve biçe divê em hemû bi berpirsyar tev bigerin. Fikara me ji bo banga birêz Abdullah Ocalan tune ye. Em bi birêz Abdullah Ocalan bawerin. Tenê em ji dewletê bi fikar in. Divê dewlet jî li gor vê bangê gav baveje. Ji bilî gav avetinê tu tiştekî ku dewlet bike tune ye. Bi her awayî ketine qeyraneke. Ji bo wê jî dewlet jî hewcedariya aştiyeyê û divê ew jî ji bo aştî pêk were gav baveje.”

‘Gel ji dewletê bi fikar e’

Endamê Meclîsê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Hîkmet Doman jî diyar kir ku ew bi civînan dixwazin gel ji pêvajoyê agahdar bikin û wiha got: “Li ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan me li Şirnexê civînên gel li darxistin. Armanca me ew e ku derbarê banga Civaka Demokratîk û Aştiyê de gelê xwe agahdar bikin. Girîngiya bangê çi ye û divê gel çawa tevlî vê pêvajoyê bibe em civînan li dar dixînin. Birêz Abdullah Ocalan hertim qala aştî û civaka demokratîk dike. Em jî bi van civînan pirsên gel dipersivînin û wateya bangê vedibêjin.”

Di berdewama axaftina xwe de Hîkmet Doman destnîşan kir ku di civînan de encama derketiye holê herî zêde fikarên gel ji bo dewletê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di civînan de jî derket holê ku fikarên gel hene. Fikarên gel ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tune ye. Fikarên gel ji bo helwesta dewletê heye. Gel bi fikare ku dewlet dê gavan baveje an neaveje. Li ser vê yekê fikarên gel hene. Em jî dibêjin baweriya me bi Rêberê Gelê Kurd heye. Banga Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan pêşya komkujiyên di Rojhilata Navîn de diqewimin digirê. Banga Civaka Demokratîk tê wateya welatekî hevpar, wekhevî û azadiya gelan. Em hevî dikin ew bangavazî li her çar aliyên Kurdistanê û tevahî Rojhilata Navîn ber bi pêvajoyeke baş ve bibe. Heviya gel jî ew e. Lê tenê fikarên wan ji bo dewletê hene. Piştî van civînan jî em ê mal bi mal hevdîtinên xwe yên gel berdewam bikin.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Karasu: Seba serkewtişê prosesî azadîya fîzîkî ya Rayberîye şert a

Karasû: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Rêbertî şert e

26 ADAR 2026
Ji Şaredariya Peyasê projeya danîna şitlên Berûyê

Ji Şaredariya Peyasê projeya danîna şitlên Berûyê

26 ADAR 2026
ROJEVA 5ê KANÛNa 2025an

ROJEVA 26ê ADARA 2026an

26 ADAR 2026
Hejmara birîndarên li Îsraîlê 5 hezaran derbas bû

Hejmara birîndarên li Îsraîlê 5 hezaran derbas bû

26 ADAR 2026
DYA: Danûstandin didomin   Îran: Danûstadin tune ne

DYA: Danûstandin didomin
Îran: Danûstadin tune ne

26 ADAR 2026
Li Elkê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

Li Elkê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

25 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Elkê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

    Li Elkê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Fehîm Tosun ev 3 roj in li ser berfê tê sekinandin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîsan li Sêrtê bi ser gelek malan de girt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Îzmîrê zarokek û 2 jin hatin girtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Keskîn Bayindir: Heke niyeta we aştî be rê diyar e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Piştî 32 salan hate berdan: Em ê têkoşîna xwe bêrawestan bidomînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 26ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwediyên cafeyên li Pira Dehderî êrişî rojnameger Akyol kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bedlîsê Dayika Aştiyê jî di nav de 17 kes hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amerîkayê 15 şertên xwe da ber Îranê lê Îranê îro jî êrişên Siûdî û Kuweytê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1004)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne