* Berdevkê Ragihandina Meclisa Gişti ya Eşrefiyê û Şêxmeqsûd Mûnaf Cafo, diyar kir ku gelê taxê xwe diparêze û wiha got: “Di salên 2012-2015an de gelek caran êrîşî taxên me kirin. 3 salan taxên me dorpêç kirin. Lê 11 sal in taxên me di konrola Rêveberiya Xweser de ye. Gelên taxê gelê şoreşger û berxwedêr in û taxên xwe vala nakin.”
* Hevserokê PYDê Xerîb Hiso tekildarî geşedanên li herême anî ziman ku plana komên çektar parçekirina Suriyeyê û guherandina demografiyayê û got: “Em ê asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin û di çerçoveya şerê gelê Şoreşgerî de parastina xwe bikin.”
* Piştî hilbijartina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) şerê li Sûriyeyê careke din rû da. Vê carê bi taktîkên nû û dîsa bi armancên nû vî şerî rû da. Rêxistina bi navê Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) di roja 27ê Mijdarê de berê xwe da Helebê û di nava du-sê rojan de Heleb ji Rejîma Esad sitand. Rejîma Esad bi tu awayî li ber xwe ne da û bi hêsanî ev der radestî HTŞê kir. Piştî ku Heleb hat bi destxistin HTŞê vê carê berê xwe da bajarê Hemayê û ev der jî ji Rejîmê sitandin. Niha jî di dorê de armanca wan Hûmûs û Şam e. (Analîz)
* Kovara Bîrnebûnê hejmara xwe ya 91an çap kir û belav kir.
* Xizmên Windayan dê li Amed, Êlih, Stenbolê ji bo winda bên ditin û kujer bên darizandin çalakiyên xwe yên şemiyê bidomînin. (12.00)
* Komîsyonên Girtîgehan ên Şaxên ÎHDê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê li Stenbol û Enqereyê daxuyaniye bidin çapemeniye (12.00)