• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 3yê ADARa 2026an

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 3yê ADARa 2026an

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Sendîka û rêxistinên Ewropayê ji Tirkiye bawer nakin’

Veysel Avci /AW

14 NÎSAN 2025 - 08:02
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Endama KNKê Nilufer Koç têkildarî niqaşên konferansa li Romayê pêk hat bal kişand ser helwesta beşdaran û got: “Baweriya beşdaran bi dewleta Tirk tune ye. Lê baweriya wan bi Rêber Apo heye.”

Di 11-12ê Nîsanê de li paytexta Îtalya Romayê Konferansa Navneteweyî ya bi navê “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” pêk hat. 360 nûnerên partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên jinan û ekolojiyê, parêzer, rêxistinên hiqûqî, çalakvanên aştiyê, endamên Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, akademîsyen, rojnamevan, oldar, doktor û navendên civakî yên ji welatên weke Ewropa, Efrîqa, Amerîka Latîn, Asya, Misir, Tirkiye û Kurdistanê hatin beşdar bûn.

Beşdarên konferansê banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 27ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate kirin, bi kêfxweşî pêşwazî kirin û piştgirî dan. Beşdarên konferansê bêbersiviya dewleta Tirk a ji bo banga Abdullah Ocalan û agirbesta yekalî ya PKKê weke metirsiyeke cidî dîtin û fikarên xwe anîn ziman. Beşdaran pêla girtina şaredar, rojnamevan, parêzer û aştîxwazan a li Tirkiyeyê bi awayekî eşkere rêbaza otorîter a hikûmeta Tirkiyeyê pênase kir û fikarên xwe yên li dijî Tirkiyeyê anîn ziman. Beşdaran li dijî êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên li ser çeperên tevgera azadiyê û bikaranîna çekên kîmyewî fikarên xwe anîn ziman. Delegeyan di konferansê de encamên erênî yên di du salên dawî yên kampanyayê de derketine holê bi berfirehî nîqaşkirin û destnîşan kirin ku kampanyaya bi gelek çalakiyên siyasî, hiqûqî û civakî pêk hat, rê li ber zextên siyasî yên li ser Konseya Ewropa, CPT û hikûmeta Tirk vekir.

Beşdaran anîn ziman ku azadiya Ocalan ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd şertek pêwîst e û ev yek wê rê li pêşiya pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê veke. Beşdaran xwest ji bo ku hikûmeta Tirkiyeyê rê li pêşiya azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan veke, divê zextên siyasî yên li ser hikûmetên Ewropayê derkevin lûtkeyê û bên bihêzkirin. Beşdaran xwest bi pêşengiya sendîka û tevgerên civakî yên berfireh ên li paytextan, kampanya “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” di 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bibe Roja Çalakiya Kurevî. Beşdaran xwest ji bo azadiya Abdullah Ocalan konser û semîner bên lidarxistin û herî dawî xwestin ku Abdullah Ocalan ji bo Xelata Nobelê ya Aştiyê weke namzet bê nîşandan.

Tirkiye qanûnên navneteweyî binpê dike

Têkildadarî niqaşan û encamê Endama Konseya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nilufer Koç nirxandin kir. Nilufer Koç, anî ziman ku ev konferans ji aliyê tora navneteweyî ya “Azadî ji bo Abdullah Ocalan, çareserî ji bo pirsgirêka Kurd hat amadekirin û got: “Dema di 10ê Cotmeha 2023an de pêngavê dest pê kir, ev tor hat avakirin. Ev dor dixwaze di aliyê hiqûqî de gav bên avêtin û agahiyê ji rewşa Rêber Abdullah Ocalan bigire. Pisporên hiqûqnas tev li konfransê bûn û li ser mafê heviyê nirxandin kirin. Destnîşan kirin ku Tirkiye di aliyê mafê heviyê de qanûnên navneteweyî binpê dike. Li ser fikrên Rêber Apo yên der barê azadiya jinê, ekolojiyê, ciwanan, civaka demokratîk de niqaş kirin û hemû erênî nêzî fikrên Rêber Apo bûn. Ji Asya, Ewropa, Amarîkaya Latîn û gelek welatên din beşdarî konferansê bûn. Bi piranî fikrên Rêber Apo erênî dîtin. Destnîşan kirin ku fikrên Rêber Apo ji bo wan hemûyan e.”

Rêxistinên civakî yên Ewropa ji Dewleta Tirk bawer nake

Nilufer Koç, da zanîn ku di nava tora vê kampanyayê de sendîkavan, rêxistinên civakî hene û wiha berdewam kir: “Tevgerên niştecih, sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên qada civakî hebûn. Hemûyan plansaziyên xwe yên ji bo azadiya Rêber Apo anîn ziman. Herî zêde gotin ‘Em ji dewleta tirk bawer nakin’ ev nerîn zêde derket pêş. Tevan fikarên xwe yên li dijî qeyûman, girtina siyasetmedaran, êrîşên bi çekên kîmyewî anîn ziman. Tevan destnîşan kirin ku ev helwesta Tirkiyeyê fikarên wan zêde dikin.”

Dê çalakiyên kurevî pêş bixin

Nilufer Koç, herî dawî li ser encamê ji rawestiya û wiha got: “Beşdaran destnîşan kirin ku têkoşîna wan a pêngavê bandorek li ser siyasetê çêkir û xwestin ve têkoşîn û pêngavê xurttir bikin. Destnîşan kirin ku gerdûnîbûna vê kampanyayê li ser Konseya Ewropa û Tirkiyeyê zextek çêkir. Kesên xelata Nobelê girtibûn jî peyam ji bo konferansê şandibûn. Beşdaran dan zanîn ku baweriya wan ji Tirkiyeyê nayê û xwestin têkoşînê zêde bikin. Biryar girtin ku di 1ê Îlonê de kampanya çalakiyên kurevî bidin destpêkirin. Konser û semîneran pêş bixin. Dîsa biryar girtin ku ji bo Rêber Apo endamtiya rûmetê bê dayîn û her welat wî wekî endamê rûmetê bibîne. Pêşniyar kirin ku Rêber Apo ji bo xelata Nobelê bê pêşniyarkirin. Plansaziya hevpar jî hebûn û her komek plansaziyên wan ên xweser jî hebûn. Ji niha û şûnde ji bo azadiya fizîkî dê xebatên hiqûqî, siyasî, civakî û dîplomasî bimeşînin. Di konferansê de xwestin biçin Tirkiyeyê û Rêber Apo bibînin.”

Nilufer da zanîn ku ev konferans dê bandoreke erênî çêke û wiha bi dawî kir: “Di vê qonaxê de Şandeya Îmraliyê diçe cem RêberApo û hikûmetê. Lê dîsa li dijî dewletê guman heye. Ji ber ku destnîşan dikin ku heta niha dewletê tu gav neavêtiye. Bes baweriya beşdarên konferansê ji Rêber Apo heye. Diyar dikin ku çalakiya wan bandor li ser şikandina tecrîdê kir. Ji ber vê yekê dixwazin têkoşîna xwe xurtir bikin., Destnîşan kirin ku ji fikrên Rêber Apo sûdê digirin û fikrên Rêber Apo ji bo wan jî derman û ronahî ye. Destnîşan kirin ku ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo xwe jî azadiya fizîkî ya Rêber Apo dixwazin.”

Etîket: CPTEfrika AmerikaKNKkonfernasKonseya EwropaNilufer KocNivîskarrewşenbirSendika
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KNKê banga civîna lezgîn kir

KNK: Em Newroza îsal bikin ‘Newroza Azadî û Yekbûnê’

2 ADAR 2026
Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Hewldanên bênavber ên Ocalan ji bo yekîtiya Kurdan – 3

Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Hewldanên bênavber ên Ocalan ji bo yekîtiya Kurdan – 3

26 SIBAT 2026
KNKê ji bo Bozarslan peyama sersaxiyê weşand

KNKê ji bo Bozarslan peyama sersaxiyê weşand

9 SIBAT 2026
Nivîskarê Kurd Bozarslan jiyana xwe ji dest da

Nivîskarê Kurd Bozarslan jiyana xwe ji dest da

9 SIBAT 2026
Li Awûstralyayê çalakiya piştgiriya Rojava

Li Awûstralyayê çalakiya piştgiriya Rojava

5 SIBAT 2026
Şandeya KNKê bi şandeya Kurdî ya Hevbeş re civiya

Şandeya KNKê bi şandeya Kurdî ya Hevbeş re civiya

31 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

    Abdullah Ocalan rapora Komîsyonê nirxand: Ne encam lê destpêka rêyek nû ye, tişta esas têkoşîn e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sema Çaglak: Cil û bergên me nasname, çand û hebûna me ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Gimgimê panela ziman: Heta em bi zimanê xwe neaxivin wê talûke bidome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê bi Demîrtaş re civiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şerê Îran û Îsraîlê di roja 4yemîn de ye: Êrişên hevdem, moşekên nû, Hurmiz û nîqaşa şerê bejahî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Yekîtiya jinan dê yekîtiya neteweyî ava bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gulten Kişanak: Fermandarê aştî û civaka demokratîk hûn in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • CENTCOM: Li Kuweytê 3 balafirên şer bi xeletî hatin xistin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Denîzliyê gotûbêja ‘Di îslamê de cihê jinan’ hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (93)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne