• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li ber Meclîsê Torosa sipî da ber agir

    Li ber Meclîsê Torosa sipî da ber agir

    Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê berdan  

    Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê berdan  

    Amedekariyên mitînga ‘pêvajoyê’ ya Wanê berdewam dikin

    Amedekariyên mitînga ‘pêvajoyê’ ya Wanê berdewam dikin

    Tirkiye li Sûriyeyê dagirkeriyê li pêş dixe!

    Tirkiye li Sûriyeyê dagirkeriyê li pêş dixe!

    Malbat nikarin gorên zarokên xwe nû bikin

    Malbat nikarin gorên zarokên xwe nû bikin

    Qesra biheybet mîna dîroka xwe wêran e

    Qesra biheybet mîna dîroka xwe wêran e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li ber Meclîsê Torosa sipî da ber agir

    Li ber Meclîsê Torosa sipî da ber agir

    Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê berdan  

    Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê berdan  

    Amedekariyên mitînga ‘pêvajoyê’ ya Wanê berdewam dikin

    Amedekariyên mitînga ‘pêvajoyê’ ya Wanê berdewam dikin

    Tirkiye li Sûriyeyê dagirkeriyê li pêş dixe!

    Tirkiye li Sûriyeyê dagirkeriyê li pêş dixe!

    Malbat nikarin gorên zarokên xwe nû bikin

    Malbat nikarin gorên zarokên xwe nû bikin

    Qesra biheybet mîna dîroka xwe wêran e

    Qesra biheybet mîna dîroka xwe wêran e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xizmên windayan: Kujeran darizînin

Navenda Nûçeyan / AW

7 KANÛN 2024 - 15:53
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xizmên windayan li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmirê eqûbeta xizmên xwe pirsîn û xwestin kujer bêne darizandin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan bi dirûşma “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” li Amed, Êlih, Gever û Îzmîrê vê hefteyê jî derketin qadan û çalakiya dewam kirin.

Amed

Şaxa ÎHDê ya Amedê û Xizmên Windakiriyan di hefteya 826an a çalakiya “Bila winda bên dîtin û kiryarên wan bên darizandin” de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê ya navçeya Rezanê hatin gel hev. Gelek Xizmên Windakiriyan û parastvanên mafan jî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin û bi cînayetên kiryarnediyar hatin qetilkirin li ser bû, hate hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Ender Togcu hate xwendin ku di 29ê Mijdara 1994an de li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê hatibû revandin û êdî agahî jê nehate girtin.

Serokê Şaxa ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz beriya daxuyaniyê anî ziman ku ew ji bo dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe çalakiyê li dar dixin. Piştre jî Endamê Komîsyona Windakiriyan a ÎHDê Firat Akdenîz çîroka Ender Togcu xwendin. Firat Akdenîz, da zanîn ku Ender Togcu zewicî û bavê zarokekê bû, di 29ê Mijdara 1994an de dema diçû serdana hevjîna xwe hate windakirin. Di heman rojê de 7-8 polîs diçin mala bavê Togcu, Huseyîn Togcu, li wî û kurê wî yê biçûk dixin û dibêjin; ‘Kurê te di destê me de ye, em ê di nava sê rojan de cenazeyê wî bo te bişînin.” Akdenîz, da zanîn ku heman gef li kekê Togcu, Alî Togcu jî tê xwarin.

Firat Akdenîz, da zanîn ku piştî windakirina Ender Togcu, malbatê gelek caran serlêdan kirin lê encamek jê negirt.

Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Êlih

Şaxa ÎHDa Êlihê û Xizmên Windakiriyan di hefteya 662yan de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin gel hev. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Xizmên Windayan, endamên Şaxa OHDê, rêveberên Şaxa MEBYA-DERê jî tevli daxuyaniyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nazim Gulmez hate pirsîn ku di 15ê Cotmeha 1994an de li gundê Taştêk ê Xozat a Dêrsimê ji hêla leşkeran ve hate binçavkirin û êdî agahî jê nehatin girtin.

Rêveberê Şaxa ÎHDa Êlihê Rezan Baytar çîroka Nazim Gulmez xwend. Rezan Baytar diyar kir ku Naizm Gulmez bavê 9 zarokan bû, li gundê Taştêkê dijî, debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikir, di 15ê Cotmeha 1994an de ji hêla leşkeran ve hate binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatin girtin. Rezan Baytar, bi domdarî got: “Hevjîna Nazim Gulmez, Garîp Gulmez serî li serdarê Xozatê da lê jê re gotin; ‘Me demekî kin piştre berda, em jî lê digerin.’ Îcar Garîp Gulmez serî li Dozgeriya Xozatê da. Dozgeriyê, biryara bêrayetiyê da. Li ser vê yekê malbatê serî li Dozgeriya Leşkerî ya Xarpêtê da. Demek piştre jî dozgeriyê got ku wan dosya ji Dozgeriya DGMa Meletiyê re şandine. Dozgeriya Meletiyê jî got rayeya wê ya darizandinê ya wê nîne û ji Dozgeriya Komarê ya Xozatê re şand. Malbatê, bi alîkariya parêzeran di 26ê Adara 2016an de serî li DMMEyê da. DMMEyê jî bi hinceta ku li gorî pêvajoya 6 mehan tevnegeriyane, qebûl nekir.”

Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Colemêrg

Şaxa ÎHDa Colemêrgê û Xizmên Windayan jî di hefteya 152yan de li Kolana Hunerê ya Gevera Colemêrgê hatin gel hev. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de girse ji bo Hasan Ateş hate gel hev ku di sala 1994an de ji ber cerdevanî qebûl nekir hatibû qetilkirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li çalakiyê bûn. Daxuyanî ji hêla rêveberê Şaxa ÎDHê Eren Baskin ve hate xwendin.

Eren Baskin, da zanîn ku Hasan Ateş di sala 1994an di serdegirtinê gundê wî Mafûfanê de hate binçavkirin, di dema binçavkirinê de hate îşkencekirin, piştî berdanê zexta sîxûrtiyê û koçberiyê lê hate kirin. Baskin, anî ziman ku di Gulana 94’an de leşkeran bi ser gund de girtin, Ateş bi îşkenceyê li wesayîtê siwar kirin û binçav kirin. Eren Baskin, got ku endamên malbatê serî li qereqola cendirmeyan dan lê bersiva “operasyoneke wiha nehatiye kirin” hate dayin û gundiyan demek piştre li herêma Qereqola Serê Sêvê cenazeyên Hasan Ateş û Bedel Ozkan dîtine ku hatibûn îşkencekirin. Eren Baskin, got ku malbatê têkildarî mijarê serî li Serdozgeriya Komarê da û li gel ku Hasan Ateş li pêş çavên gundiyan hate binçavkirin jî ev yek hatiye înkarkirin. Baskin, anî ziman ku di dosyeya Ateş de ji ber polîtîkayên necezakirinê biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” hatiye dayin û wiha got: “Heta ku em rastiya madî ya di qetilkirina Ateş de derdixînin holê dê têkoşîna me bidome. Em soz didin Ateş ku heta faîlên wî tên darizandin dê têkoşîna me bidome.”

Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Îzmîr

Şaxa ÎHDa Îzmîrê jî çalakiya xwe li pêşiya Sumerbank a kevin a li navçeya Konakê li dar xist. Gelek kes tevli çalakiyê bûn û pankartên “Winda wijdan in, xwedî li wan derkevin” û “Kiryar diyar in, winda li ku ne” hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Huseyîn Taşkaya hate pirsîn ku di 6ê Kanûna 1993yan de hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatine girtin.

Hevserokê Şaxa ÎHDa Îzmîrê Alî Aydin serpêhatiya Huseyîn Taşkaya xwend. Alî Aydin, da zanîn ku hemû hewldanên ji bo dîtina Huseyîn Taşkaya bêencam mane û xwest ku tavilê aqûbeta hemû windayan bê eşkerekirin.

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.

 

 

Etîket: AmedColemêrgÊlih
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Sofî, Koçer û Gabar li Amedê hatin bibîranîn

Sofî, Koçer û Gabar li Amedê hatin bibîranîn

18 TEBAX 2025
KESKa Amedê hikûmetê hişyar kir: Ger daxwazên me pêk neyên em ê biçin grevê

KESKa Amedê hikûmetê hişyar kir: Ger daxwazên me pêk neyên em ê biçin grevê

15 TEBAX 2025
Li Amedê bi hezaran kes ji bo ‘Civaka Demokratîk’ meşiyan

Li Amedê bi hezaran kes ji bo ‘Civaka Demokratîk’ meşiyan

15 TEBAX 2025
Der barê çawişê pispor ê ku îşkence li zarokekî kir serlêdana sûc hat kirin

Der barê çawişê pispor ê ku îşkence li zarokekî kir serlêdana sûc hat kirin

14 TEBAX 2025
Bi tilîlî û dirûşmeyan ew pêşwazî kirin

Bi tilîlî û dirûşmeyan ew pêşwazî kirin

14 TEBAX 2025
Li Êlihê dirûşmeya ‘Bijî serok Apo’ olan da

Li Êlihê dirûşmeya ‘Bijî serok Apo’ olan da

13 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (274)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne