Siyasetmedar û hunermend Sirri Sureyya Onder, bi qasî aliyê xwe yê hunerî û siyasî wekî qasidê aştiyê hat naskirin. Sirri Sureyya Onder di pêvajoyên aştî û diyalogê de bû aktorekî navbeynkariyê û di dîrokê de cihê xwe girt. Ji aliyê xwe yê huner û siyasetê zêdetir bi aliyê nûnerê aştiyê derket pêş.
Serokwekîlê Meclisê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endamê Şanda Îmraliyê Sirri Sureyya Onder piştî 18 rojan li Nexweşxaneya Florence Nightingale di beşa venêrtina awarte de ma, îro (3 Gulan) jiyana xwe ji dest da.
Sirri Sureyya Onder yek ji kesayetên girîng ên tevgera siyasî ya Kurd li Tirkiyeyê bû. Sirri Sureyya Onder bi gotina “Wê rojekê aştî teqez were, em ê heta wê rojê dev ji têkoşînê bernedin” her tim baweriya xwe ya bi aştiyê dianî ziman. Sirri Sureyya Onder alîgirê aştiyê û parêzvanê civatek demokratîk bû. Weke hostayê huner û mîzahê derket pêş. Li ser xeta ku huner û siyaset digihîştin hev disekinî, di pêvajoyên aştiyê de rolên sereke lîst û di her serdemê de bi helwesta xwe ya domdar, diyalog û aştîxwazî bal kişand ser xwe.
Hunermend û nûnerê aştiyê di sala 1962an de li Semsûrê ji malbateke Tirkmen a ku hema hema her kesê li dora wî Kurd bû ji dayik bû. Dema ku heşt salî bû bavê xwe winda kir. Bavê Onder yek ji damezrînerên rêxistina Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) a Semsûrê bû. Aliyê dayika wî girêdayî kevneşopiyeke cuda ya tevgera Nûrcûyan bû. Ev herdu kevneşopiyên dijber teşe da ramanên wî. Sirri Sureyya Onder di hevpeyvînekê de ev tişt anîzê ziman: “Aliyê bavê min sosyalîst bû, aliyê dayikan min Nûrcû bû; her du jî li derveyî pergalê bûn. Bi vî awayî, min herduyan jî nas kirin. Ez fêrî Îslamê bû, lê di dawiyê de min di sosyalîzmê de biryar da.”
Di salên 80yî de hat girtin
Hunermend Sirri Sureya Onder di salên dibistana navîn de fikrên çepgir nas kir. Di salên lîseyê de tevlî komên şoreşger û sosyalîst bû. Di sala 1978an de, dema ku ew hîn xwendekarê lîseyê bû, ji ber protestokirina Komkujiya Mereşê hate girtin. Piştî lîse qedand, Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê qezenc kir. Li Enqereyê di nava “siyaseta şoreşgerî” de cih girt. Dema ku darbeya 12ê Îlona 1980an pêk hat, ew 18 salî bû. Piştî darbeyê, têkoşîna wî ya siyasî hîn tûjtir bû. Sala din, ew ji ber xebata xwe ya siyasî hate binçavkirin û girtin. Onder 7 salan li girtîgehên Mamak, Ûlûcanlar û Haymanayê hate girtin, rastî êşkenceyê hat û ket grevên birçîbûnê.
Sinemavan û siyasetmedar…
Sirri Sureyya Onder piştî ji girtîgehê derket, li Stenbolê bi cih bû. Berî ku dest bi nivîsandina senaryoyan bike, di gelek karên weke ajokariya kamyonê hwd de xebit. Eleqeya Onder a sînema û nivîsandina senaryoyê bi fîlma “Dûvar” dest pê kir. Onder wiha behsa wan rojan kir: “Ez di nav wî dîwarî de bûm, min fêm kir ku ez ne bi tenê me. Piştre min dest bi nivîsandinê kir.” Bi perwerdehiya ku wergirtî, fêrî estetîkkirina hêrsa xwe bû û bi vî awayî fîlma xwe ya yekem “Beynelmilel” nivîsand. Fîlma Beynelmilel (2006) bla her kesî kişandibû ser xwe, paşê wek senarîst, derhêner û lîstikvan beşdarî berhemên wek O… Çocuklari, Dugun Dernek û Yeralti bû.
Sirri Sureyya Onder di sala 2011an de dest bi siyasetê kir û ji lîsteya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) wekî parlamenterê Stenbolê hate hilbijartin. Ew yek ji damezrînerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ku di sala 2013an de hate damezrandin bû û wekî alîkarê hevserokê wê xebitî.
Ji bo Onder pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka Kurd bû. Di nava wê de mêtingerî, zordarî, zilma dewletê, têgihîştina yekperestiyê, nêzîkatiya wêdekirinê û zîhniyeta newekhev a li vî welatî hebû.
Peyamên Abdullah Ocalan bi gelan re parve kir
Sirri Sureyya Onder di dema hevdîtinên aştiyê (pêvajoya çareseriyê) de ku di navbera salên 2013 û 2015an de dom kir, yek ji aktorên herî girîng ên Şandeya Îmraliyê bû. Ew beşdarî hevdîtinên Rêber Apo yên li Îmraliyê bû û di teşedayîna pêvajoyê û bidestxistina piştgiriya raya giştî de roleke girîng lîst. Sirri Sureyya Onder di Newroza 2013an de li Amed banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Çekan bêdeng bikin” xwend. Di xwepêşandanên Parka Gezî ya 2013an de li ber maşîneyên înşaetê rawestiya û nehişt ku darên li parkê bên birîn daran parast û got “Ez jî nûnerê daran im” û bû yek ji navên sembolîk ên berxwedanê.
Sirri Sureyya Onder di pîrozbahiyên Newrozê yên 2014 û 2015an de jî peyamên Rêber Apo ji raya giştî re ragihand. Di hevdîtinên “pêvajoya çareseriyê” yên didomiyan de, di 28ê Sibata 2015an de metna Lihevkirina Dolmabahçeyê ya ji 10 xalan pêk dihat û di navbera Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan û şandeya HDPê de hatibê îmzekirin, xwend. Ev lihevkirin gava herî berbiçav a pêvajoya çareseriyê bû. Lê piştî ku HDP di 7ê Hezîrana 2015an de benda hilbijartinê derbas kir û AKP piraniya xwe winda kir, pêvajo rawestiya. Ji ber ku Erdogan, Lihevkirina Dolmabahçeyê qebûl nekir, pêvajo bi dawî bû.
Bi êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastina Medyayê re, şer û pevçûn ji nû ve dest pê kir. Di qada siyasî de, armanc ew bû ku HDP bêbandor bikin û zext û girtinên li ser endamên HDPê zêde bûn. Di encama vê zextê de, di sala 2016an de parêzbendiya gelek parlamenterên HDPê hate rakirin. Ji ber rakirina parêzbendiya wan, bi sedan kes, di nav de parlamenter û siyasetmedarên HDPê jî hebûn, hatin girtin. Di nav kesên ku hatin girtin de Onder ê ku yek ji aktorên herî girîng ên pêvajoya çareseriyê bû, hebû.
Sirri Sureyya Onder di sala 2016an de hate girtin. Onder di têketina Girtîgeha Kandirayê de ji rojnamevanan re got, “Her çend bûyer xemgîn xuya bikin jî, bi rastî ji bo tevahiya welêt rojaên xweş nêzîk in. Her gotina ku em dibêjin, her hewldana ku em dikin rûmeta me ye.” Di sala 2019an de piştî biryara Dadgeha Destûrî ya ku “azadiya wî ya îfadekirinê hatiye binpêkirin” hate berdan.
Dema ku hate berdan bi gotina; “Di rewşên wiha de divê mirov keyfxweş bibe lê parçeyek me hîn jî di hundir de maye. Dema ku welat gavên ber bi demokratîkbûn û aştiya tevahî ve bavêje wê demê em ê keyfxweş bibin. Me gotina xwe got û me her gav gotiye. Ti tişt nikare gotina me asteng bike, ji ber ku me tiştê ku em bawer dikin got” nîşan da ku ew ê têkoşîna xwe bidomîne. Di tevahiya jiyana xwe de bedel da, lê wî qet tiştê ku jê bawer nedikir, nekir. Ew hem di hunera xwe de û hem jî di siyaseta xwe de domdar bû. Ew xwe deyndarê axa ku lê dijiya hîs dikir û ji ber vê sedemê ne dev ji siyasetê û ne jî çîrokbêjiyê berneda.
Ji bo aştî û diyalogê têkoşiya
Sirri Sureyya Onder piştî ji girtîgehê derket bi pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû ma lê ji têkoşînê paşve gav neavêt. Di hilbijartinên giştî yên 2023yan de ji DEM Partiyê wekî Parlamenterê Stenbolê yê serdema 28an hate hilbijartin û hewldanên xwe yên aştî û diyalogê domand. Di pêvajoya ku piştî daxuyaniya serokê MHP’ê Devlet Bahçeli li Parlamentoyê di 22yê Cotmeha 2024an de dest pê kir, bi gotina “Aştî tenê bi diyalogê dikare pêk were” cihê xwe di nava Şandeya Îmraliyê de girt. Tevî pirsgirêkên tenduristiyê jî di pêvajoya aştiyê de roleke dîrokî lîst. Tevî hişyariyên bijîşkên wî yên ji bo bêhnvedan û kêmkirina bernameya xwe, bi gotina “Ev welat hewceyê aştiyê ye; beza ji bo aştiyê terapiya herî baş e” xebata xwe ya ji bo aştiyê domand.
Di şeva Sêşema 15ê Nîsanê ji ber krîza dil rakirin nexweşxaneyê. Onder, ku piştî teşhîskirina jêbûna rehên aortayê bi lez hate emeliyatkirin. Emeliyata Onder 12 saetan dom kir. Sirri Sureyya dema ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin di 21ê Nîsanê de peyamek ji Rêber Apo hat. Peyama ku bi rêya endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Parêzer Ozgur Erol hatiye dayîn de, Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha qala wî kir:
Abdullah Ocalan: Kevneşopiya Baba Îshak temsîl dike
“Min bi Sirri Sureya Onder re 12 sal mesayî derbas kir. Girîngiya wî hilgirtiye ev e: Ji Semsûrê ye. Ji koka Tirkmenan e. Kevneşopiya Baba Îshak temsîl dike. Hewldana aştiya mezin teyisand civakê, di şexsê xwe de pêşdaraza civakê şikand. Wî ev yek kir. Pêşdaraziyên civakê şikand, li Meclisê şikand, li kolanan şikand. Ya ku di şexsê wî de jîndar bûye, em jê re dibêjin gen û çanda Anatoliyê. Tişta ku em jê re dibêjin aştî, genên Anatoliyê û kevneşopiyên Tirkmenan jîndarkirin e. Onder kesayetekî wisa ye û ev jî cewhera rastîn a Tirkmentiyê ye: Nasnameya herî baş a aştiyê û nasnameya herî baş a çandê ye. Li dijî feraseta ‘Bi israr bikim dijmin û bi vê şêwazê siyasetê bikim’ tevgerandin e.
Çanda Onder a têkoşîna li dijî neyîniyan û li gel neyîniyan meşandin gelek girîng e. Neyîniyên ku derketin holê beyî wan kûr bike ew vegerandin aliyê erênî. Ez dibînim ku her kes diçin nexweşxaneya ku Onder lê dimîne û dilsoziya xwe ya bi bîranîna wî re eşkere dikin. Rêya vê girêdanê de hewldanên wî yên aştiyê jî têxin pratîkê. Careke din ez ji bo wî, malbata wî û heskirinên wî dibêjim derbasî be. Ez hêvî dikim ku demek berî demekê baş bibe û bi coş û bi hêz têkeve nava me.”
Sirri Sureyya Onder yek ji siyasetmedarên herî girîng ê ku di pêvajoyên aştî û diyalogê de karibû “navbeynkarî” bike bû û bi vî awayî di dîrokê de cihê xwe girt. Rola wî ya di Şandeya Îmraliyê de bû sembola serdema ku Tirkiye herî nêzîkî aştiyê bû. Ew ji bo siyaseta Tirkiye û gelê Kurd bû ziman, bîr û wijdan.