Sûriyeyiyan li Fransayê dijîn ji bo şermezarkirina vexwendina serokê desthilata Şamê Ehmed Şera li pêş Qesra Elysee çalakî li dar xistin.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, serokê desthilata Şamê Ehmed Şera xwendibû Fransayê. Ehmed Şera tevî Wezîrê Karên Derve ya desthilata Şamê Esed El Şîbanî û serokê Desteya Awarte û Karesetan Raêd El Salih gihîştin Parîsê.
Ji dema Şera hatiye ser desthilata Şamê ev cara yekemîne ku serdana Ewropayê dike. Ev yek di demekê de ku nîqaşên di nava YE’yê de derbarê siberoja têkiliya wê bi desthilata Şamê re zêde dibin, pêk tê.
Li hemberî vê serdanê nîqaşên fireh di nava aliyên siyasî yên Fransayê de hatin kirin. Her wiha penaberên sûriyeyî yên li Fransayê jî ji bo nîşandana nerazîbûnê li hemberî pêşwazîkirina Şera, li pêşiya Qesra Elysee çalakî li dar xistin.