• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê dê roja duşemê biçe Îmraliyê

    Şandeya DEM Partiyê dê roja duşemê biçe Îmraliyê

    Zimanê Kurdî li Enqereyê kirin ‘zimanê ne tirkî’

    Zimanê Kurdî li Enqereyê kirin ‘zimanê ne tirkî’

    Li Bismilê şina çar endamên HPGê hat danîn

    Li Bismilê şina çar endamên HPGê hat danîn

    Aynûr Eplî piştî 30 salan hate berdan

    Aynûr Eplî piştî 30 salan hate berdan

    ‘Dibe ku di demeke nêz de komisyon biçe Îmraliyê’

    ‘Dibe ku di demeke nêz de komisyon biçe Îmraliyê’

    Malbata Abdullah Ocalan çû Îmraliyê û hevdîtin kir

    Malbata Abdullah Ocalan çû Îmraliyê û hevdîtin kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Li warê xwe bi girseyî hat pêşwazîkirin

Colemêrg / AW

9 GULAN 2025 - 13:38
Kategorî: ROJANE
A A
Yasîn Dere piştî dîlgirtina 31 salan hate berdan, li bajarê xwe Geverê bi girseyî hat pêşwazîkirin.

Yasîn Dere yê ku di sala 1994an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê hat girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve bi hinceta “yekitî û yekparebûna dewletê xera kiriye” cezayê muebetê lê hat birîn dema 15 salî bû ket girtîgehê di 46 saliya xwe de ji girtîgehê derket. Dere duh li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê piştî dîlgirtina 31 salan hate berdan, li Geverê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Dere ji aliyê rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), aktîvîstên Tevgera Jin Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, hevşaredar, endamên meclîsê, malbat û her wiha bi sedan kesî ve bi gerandina govendê hat pêşwazîkirin.

Li deşta Geverê Dayikên Aştiyê bi kulîlkan Dere pêşwazî kirin. Di pêşwazîkirina bi coş de bênavber dirûşmên; ‘Bijî berxwedana zindanan’ hat berzkirin. Piştî pêşwazîkirinê girse bi konvoya wesayîtan çûn malê û li pêşiya avahiya malê girseya heyî jî Dere û konvoy pêşwazî kirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Geverê Ercan Sevmez li vir axivî û xwest ku serbestberdana Dere bibe sedema serbestberdana hemû girtiyên din ên siyasî û got: “Em hêvîdar in ku ev serbestberdan wê rê li ber aştiya civakî û azadiyeke mezin veke.”

Dere jî axaftinek kir û wiha got: “Piştî demeke dirêj, wek 31 sal berê ez bi kelecan im ku hatim axa lê ji dayik bûm û mezin bûm. Ev ne bi dûrmayînê re eleqedar e, li gel her tiştî jî jîyanek hebû. Jiyana li cihekî mîna girtîgehê zehmet e, lê belê eger bawerî, sebir û nirxên we hebin, wê girtîgeh bibin cihên jiyanê.”

Piştî axaftinan bi çepikan û tîlîliyan peşwazîkirin bi dawî bû.

Etîket: girtiyê 30 salîgirtiyên 30 salî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Girtî Îkram Guren piştî 31 salan hate berdan

Girtî Îkram Guren piştî 31 salan hate berdan

22 COTMEH 2025
‘Parçeyekî me hê di zindanê de ye’

‘Parçeyekî me hê di zindanê de ye’

20 COTMEH 2025
Berdana wî 6 caran taloq kirin: Bi kêfî nêzî girtiyan dibin

Berdana wî 6 caran taloq kirin: Bi kêfî nêzî girtiyan dibin

7 COTMEH 2025
Girtiyê ku piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin

Girtiyê ku piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin

6 COTMEH 2025
Lîjneya girtîgehê biryara dadgehê binpê kir û berdana girtiyê 30 salî dirêj kir

Lîjneya girtîgehê biryara dadgehê binpê kir û berdana girtiyê 30 salî dirêj kir

30 ÎLON 2025
‘Me jî digot em ê rojekê derkevin…’

‘Me jî digot em ê rojekê derkevin…’

6 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne