Hevserokê MSDê Mehmûd El Mislet destnîşan kir ku hin fîtnekar hewl didin aştiya di nav xelkê de xera bikin. El Mislet bang li gelê Sûriyeyê kir ku nekevin xefka fitneyên Erebî-Kurdî û ji bo avakirina Sûriyeyeke nû bixebitin.
Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Dr. Mehmûd Deham Ebdulezîz El Mislet peyamek da tevahî gelê Sûriyeyê, êl û eşîran.
El Mislet di peyama xwe de bang li Kurd, Ereb, Êzîdî, Durzî, Misilman û Xiristiyanan kir ku yekitiya xwe ya nîştimanî xurt bikin.
El Mislet destnîşan kir ku pêwîste gelê herêmê ji fitne û nakokiyên ku xizmeta dijminê welat dikin dûr bikevin û pêdiviya qonaxa bê bi xebateke hevbeş a zêde heye ku welatî werin parastin û Sûriyeyek nû, dewleteke azad were avakirin.
El Mislet di peyama xwe de wiha got: “Em îro tevahî ji Ereb, Kurd, Êzîdî, Durzî, Misliman û Xiristiyan bi Sûriyeya nû re ne. Bi vê serkeftina mezin em pêşerojeke nû ji xelkê vî welatî re ji Qamişlo heta Siwêdayê, ji Helebê heta bi Laziqiyê bi tevahî pêkhateyên xwe ava bikin.”
‘Kurd pêkhateyên dîrokî yên vî welatî ne’
El Mislet têkildarî ji bo qebîle û eşîrên Ereb ên herêmê got: “Eşîrên me yên hêja, roleke we ya girîng di pêkanîna aramî û ewlehiya herêmê de hebû. Îro jî dora me ye ku em ewlehiya herêmê biparêzin û nekevin xefka fitneyên ku xizmeta dijmin dikin. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) beşek ji mozaîka Sûriyeyê ne û xwişk û birayên me yên Kurd pêkhateyeke dîrokî ya kevnare ya vî welatî ne.”
Banga diyaloga navxweyî
El Mislet di dawiya peyama xwe de got: “Pêwist e em ji dîrokê dersan bigirin û ji bo parastina yekbûna xak û gelê Sûriyeyê bibin yek. Ji ber ku ev erkê her welatiyekî/ê ye. Li şûna tundiyê ku di encamê de cudahî çêdibin û kûr dibin, pêwist e diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê were aktîvkirin û hemû nakokî li aliyekî werin danîn ku li dawiyê Sûriyeya nû ji bo hemû Sûriyeyiyan were avakirin.”