Amed – Şaredariya Îdirê û Şaredariya Xalfeliyê bi hevkariya YEWKURDê dê di navbera 12-15ê Hezîranê de bi dirûşmeya “Jiyan bi xwendinê xweş e” li bajaroka Xalfeliyê ya Îdirê 1emîn Rojên Pirtûkan ên Îdir-Xalfeliyê li dar bixin.
Şaredariya Îdirê û Şaredariya Bajaroka Xalfeliyê ya Îdirê bi boneya xwendina pirtûkan pêş bixin û pirtûkên weşanxaneyan bigihîne xwîneran dê di navbera 12-15ê Hezîranê de bi dirûşmeya “Jiyan bi xwendinê xweş e” bi hevkariya Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) 1emîn Rojên Pirtûkan ên Îdir-Xalfeliyê li dar dixe. Dê 17 weşanxane û gelek nivîskar tev li rojên pirtûkan ku dê 4 rojan li Parka Kent Ormani bê lidarxistin bibin. Rêveberê YEWKURDê Jêhat Rojhilat têkildarî 1emîn Rojên Pirtûkan ên Îdir-Xalfeliyê axivî.
‘Armanc dikin pirtûkan bigînin xwîneran’
Jêhat Rojhilat diyar kir ku bi armanca pirtûkên Kurdî bigihînin gel van rojên pirtûkan li dar dixin û wiha got. “Heta niha me 5-6 cihan ev xebat pêk anî. Herî dawî jî me li navçeya Erxeniyê û Amedê ev xebat kir. Ji ber germa havînê wê Rojên Pirtûkan ên Îdir-Xalfeliyê bernameya me ya dawî be. Lê demsala payîzê hinek xebat li pêşiya me hene.”
‘Dixwazin wêje, çand û ziman dewlemend bikin’
Jêhat Rojhilat qala armanca avakirina YEWKURDê kir û wiha domand: “Me jî xwest em werin bahev pirs û pirsgirêkên weşangeriya Kurdî çi ne, em çawa dikarin qada wêje, çand û zimanê Kurdî dewlemend bikin. Ji astekê bibin asteke din. Bi vê armancê xebatên vê komeleyê bi pêş dixin.” Jêhat Rojhilat da zanîn ku pirtûkên ji Weşanxaneyên Kurdî derdikevin bi gelemperî tên qedexekirin û anî ziman ku bi pirsgirêk û astengiyên wiha re jî rûbirû dimînin.
‘Li Weşangerên Kurd xwedî derkevin’
Jêhat Rojhilat da zanîn ku cara ewile rojên pirtûkan li bajarokê Xalfeliyê tên lidarxistin û ev bang kir: “Em bawer in dê eleqe hebe. Gelê me yê Xalfeliyê, Îdirê û derdora wê xwedî li van rojên pirtûkan derkevin. Em dixwazin weşangeran û gel, nivîskaran û gel bînin bahev. Gel jî di vê bîr û baweriyê de be. Banga me ew e ku li çand, ziman û dîroka xwe li Weşangerên Kurd xwedî derkevin. Ji bo pêşerojê bîreke civakî, netewî tê avakirin. Ev xebat dê di pêşerojê de ji bo çand, ziman û dîroka kurdî cihê xwe bigire.