• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Tu hêz nikare gelê Kurd bixapîne’

    ‘Tu hêz nikare gelê Kurd bixapîne’

    Civînên gel ên DBPê didomin: Em destûrê nadin ku hêviyên gel werin tunekirin

    Civînên gel ên DBPê didomin: Em destûrê nadin ku hêviyên gel werin tunekirin

    Li Amedê Cema Miheremê pêk hat: Cem meclîsa yekitiya civakî û heqîqetê ye

    Li Amedê Cema Miheremê pêk hat: Cem meclîsa yekitiya civakî û heqîqetê ye

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Bila azadiya Ocalan pêk were û pêvajo bidome

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Bila azadiya Ocalan pêk were û pêvajo bidome

    Keskîn Bayindir li Qelqelî û Seravê bû: Şewitandina çekan bangawaziya edalet û demokrasiyê ye

    Keskîn Bayindir li Qelqelî û Seravê bû: Şewitandina çekan bangawaziya edalet û demokrasiyê ye

    Hêzên Demokrasiyê yên Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan da

    Hêzên Demokrasiyê yên Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan da

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Xelkê Elkê dixwaze germava wan were vekirin

Şirnex / AW

20 HEZÎRAN 2025 - 16:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Elkê û welatiyên gundê Geliyê Gewda daxwaz kirin ku Germava Elkê ku di sala 2020an de hatiye çêkirin, were vekirin.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Navçeya Elkê ya Şirnexê bi şeniyên gundê Geliyê Gewda yê navçeya Elkê ya Şirnexê re bi daxwaza Germava Elkê ya ku di sala 2020an de hatibû çêkirin lê nehatiye vekirin daxuyanî da. Endam û nûnerên Rêxistina DEM Partiyê yên Şirnex û navçeya Elkê, şeniyên gundê Geliyê Gewda û parlamenterê DEM Partî Mehmet Zekî Îrmez tev li daxuyaniyê bûn.

Metna daxuyaniyê ji aliyê endamê Meclisa Şaredariya Elkê yê DEM Partiyê Erkan Dûrmûş vê hat xwendin. Erkan Dûrmûş diyar kir ku tevî ku Germava Elkê di sala 2020an de hatiyê çêkirin û inşata wê qediyaye jî nehatiye vekirin. Erkan Dûrmûş anî ziman ku Germav di heman demê de ji bo tenduristî û debara mirovên Elkê çavkanî ye û wiha got: “Lê Mixabin gumanê me hene ku ev tesîs ji ber sedemên siyasî û rantê ji welatiyan re nehatiye vekirin. Em li vir dibêjin em ê destûr nedin ku li herêma me dar bên birin û çavkaniyên me yên avê ji bo rantê bên tunekirin. Em bi saziyên sivîl û welatiyên Elkê ve dibêjin ku divê êdî ew germav be vekirin û bikeve xizmeta welatiyan. Ji ber wê jî em bang li rêyedar û berpirsan dikin ku demildest ji bo vê banga me gavekê biavêjin û bersivê bidin.”

‘Bila germav vebe û di xizmeta gel de be’

Piştre jî parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez axivî. Mehmet Zekî Îrmez jî anî ziman ku Germava Zumrutê ya Elkê heta 5 sal berê jî di xizmeta gel de bû û got: “Hem ji aliyê tenduristiyê ve hem jî ji aliyê aboriya navçeyê ve weke çavkaniyekê bû. Lê piştî di sala 2020an de nezî 5 milyon lîre li serê hat xerckirin lê ji wê salê ve biryarek hat standin û gotin em ê vir bifiroşin. Ji bo hevkarên hikûmetê jê sûdê werbigirin ev der firotin. Em jî niha dinêrin tevî ku ji sedî 70ê înşata wê qediyaye jî venakin. Gel jî bertek nîşan da ku weke berê di xizmeta gel de be. Nêzî 2 sal in jî tu kar û xebat li vir nayê kirin. Tu xizmetê ji gel re nake. Gelê me jî di wê hêviyê de ye ku înşat biqede û gel jî weke berê sûdê jê werbigire. Banga me li Midûriyeta Bajarvaniyê ya Şirnexê ye. Ev du sal in, çima hûn bêdeng in? Bi taybetî em ji Walîtiya Şirnexê re jî dibêjin bila were vir bibînin û demildest biqedînin û dîsa bikin xizmeta gel.”

Etîket: DEM PartîElkêGeliyê Gewdagermav
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xelîl Xemgîn gel vexwend Mitîngên Azadiyê

Xelîl Xemgîn gel vexwend Mitîngên Azadiyê

24 HEZÎRAN 2026
DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

23 HEZÎRAN 2026
‘Em ji bo mitînga 4ê Çile seferber bibin’

Rêveberên DEM Partiya Sêrtê: Werin em bi hev re Rêberê Gelê Kurd azad bikin

22 HEZÎRAN 2026
Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

21 HEZÎRAN 2026
‘Werin em azadiya birêz Ocalan pêk bînin’

‘Werin em azadiya birêz Ocalan pêk bînin’

21 HEZÎRAN 2026
Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

21 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Xelfetî û Hewagê projeya GESê: Dixwazin gundan bêmirov bikin

    Li Xelfetî û Hewagê projeya GESê: Dixwazin gundan bêmirov bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – 3: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Komara sed salî zimanê hezar salan tune kir: Di komara qedexeker de rewşa Lazan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Krîza aborî bandor li Ava Sûsê jî kir!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di konferansê de ligel ziman gelek mijarên esasî werin niqaşkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 24ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayîkên Aştiyê: Ji bo aştiyeke mayînde divê Rêber Apo azad be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Muslum Yucel qala Bayram Balci kir: Divê em xwedî li bîranînên Bayram derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê li ser bingeha Peymana Medîneyê civaka demokratîk ava bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Erdogan: Em li ser qanûneke çarçoveyê dixebitin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (668)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne