Şirnex – Rojnameger Bunyad Cizîrî anî ziman ku di navbera Îran û Îsraîlê de şerê cihanê yê 3yemîn diqewime û got: “Projeyên sed sal berê hatibûn çêkirin niha xera dibin. Heke Tirkiye ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gav neavêje ew ê jî bi êrişên bi vî rengî re rû bi rû bimîne.”
Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de 12 roj li pey xwe hişt. Di encama şerê dijwar de hezên lêşkerî jî di nav de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest daye. Piştî şerê di navbera her du aliyan de gur bû Amerîka jî beşdarî şer bû. Amerîkayê tesîsên nukleerî yê Îranê bombebaran kir. Ji aliyê din ve jî Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) daxuyanî da û da zanîn ku ew ji bo parastina rewa û rêveberiyeke xweser amade ne.
Berpirsê Buroya Têkiliyên Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) a li rojavayê Kurdisatnê rojnameger Bunyad Cizîrî têkildarî şerê Îsraîl û Îranê û bandora vî şerî ji Ajansa Welat (AW) re nirxand.
‘Navenda şerê cîhanê yê 3yemîn Rojhilata Navîn e’
Bunyad Cizîrî diyar kir ku di navbera Îsraîl û Îranê şerê cihanê yê 3yemîn diqewime û navenda şer jî Rojhilata Navîn e. Bunyad Cizîrî anî ziman ku Amerîka dixwaze Rojhilata Navîn ji nû ve dîzaynê bike û wiha got: “Gelek plan û proje li ser herêmê hene. Bi taybet jî projeya Amerîka ji berê ve heye ji bo ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn. Her wiha projeya Îsraîl a koridora Davut heye. Projeya Îranê jî heye. Projeya Tirkiyeyê ya mîsak-millî jî heye. Li ser herêmê planên dewletên rojavayî jî hene. Ev demeke dirêj e Îran di rojeva Amerîka û dewletên rojavayî de ye. Îsraîl jî ji bo vê projeyê tê bikaranîn, hatiye erkdarkirin. Êrişên li dijî rêyedarên Hamasê jî destpêka vî şerî bû. Ev şer wê li ser Rojhilata Navîn bandorê bike. Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ji berê ve gelek nirxandin li ser vê yekê kiribûn û hişyarî kiribû ku Îran gavên demokratîk biavêje û pêşiya êrişan bê girtin.”
‘Divê hêzên Kurd bi awayekî hevbeş tevbigerin’
Bunyad Cizîrî bal kişand ser daxuyaniya PJAKê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di dîroka Kurdistanê de gelek firset derketin holê lê ji ber ku gelê Kurd ne amade bû, ew firset hatin windakirin. Niha jî guhertinên cidî çêdibin. Çend sal berê jî xwepêşendanên ‘Jin jiyan azadî’ belavî hemû Îranê bûn lê ji ber hêzeke rêxistinî tunebû guherînek pêk nehat. Lê niha piştî van êrişên li ser Îranê û derfetên derketine holê Îranê mecbûrî dike ku gavên demokratîk biavêje. PJAK jî xwedî fikrek û rêxistinekê ye. Bi taybetî jî tecrubeya rojavayê Kurdistanê ji bo PJAKê numuneyek e. Banga ji bo hêzên Kurd jî ne tenê ji bo hêzên Rojhilatê Kurdistanê ji bo tevahî hezên Kurdistanê ye. Pêwîste partiyên rojhilatê Kurdistanê jî li gorî banga PJAKê tevbigerin û li ser stratejiyeke hevbeş tevbigerin. Bi awayekî parçekirî xebatkirin tu encamê bi xwe re nayîne. Hêzên demokrat û sosyalîst ên Îranê jî dixwazin guherîneke pêk bînin. Ji bo mafê gelê me yê Rojhilat. Ji bo destxistina mafan, firseteke baş derketiye holê.”
‘Heke pergaleke demokratîk hebe nikarin êriş bikin’
Bunyad Cizîrî destnîşan kir ku gelên Îranê ji bo guherîna rejîmê û rawestandina êrişan divê rêxistinkirî tevbigerin û wiha axivî: “Tenê ne gelê Kurd, pêkhateyên weke Belucî û pêkhateyên din jî ji rejîma Îranê re dibûn hedef. Niha jî gelek guherînên cîdî li herêmê diqewimin. Heke gelên herêmê bi awayekî rêxistinî tevnegerin dewletên weke Îsraîl û Amerîka ji bo wan jî dibe gef. Heke hevgirtineke gelan çêbibe wê bandorê li ser demokratbûna Îranê û êrişên li ser Îranê jî bike. Heke pergaleke demokratîk hebe, ew dewletên êrişî Îranê dikin jî dê cesaret nekin ku êrişî bikin.”
‘Projeyên sed sal berê hatibûn kirin, niha xera dibin’
Bunyad Cizîrî diyar kir ku ji bo Tirkiye xwe ji metirsiyên êrişan biparêze divê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gavan biavêje û wiha got: “Dema şerê Îsraîl û Îranê gur bû rêyedarên Tirkiyeyê gotin gef li me tên xwarin. Tirkiye jî dibîne ku Îsraîl ji aliyê Amerîka ve dibe dewleta yekem di Rojhilata Navîn de. Rola Tirkiyey jî her ku diçe kêm dibe. Ewqas sal şer dike lê tu encam jî di şer de negirt. Bi dehan dosyeyên Tirkiyeyê di destê dewletên rojavayî de hene. Amerîka dema dixwaze Rojhilata Navîn dîzayn bike, Tirkiye weke berê jê re ne hewce ye. Ji bo wê jî divê ev dewlet gavan biavêjin. Heke Tirkiye ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavan neavêje ew ê jî bi êrişên bi vî rengî re rû bi rû bimîne. Ji silavdayîna Devlet Bahçelî bigire heta destpêkirina pêvajoyê jî giredayî vê yekê ye. Tirkiye jî di wê ferqê de ye. Lê hê jî ji aliyê Tirkiyeyê vê gavên cidî nehatine avêtin. Çiqas dewleta Tirkiyeyê di warê gav avêtinê de dereng bimîne metirsiya li ser wê jî ewqas wê zêde bibe. Projeyên sed sal berê hatibûn kirin, niha xera dibin. Divê kurahiya şerê cîhanê yê 3yemîn were famkirin. Divê hêzên demokratîk zextan li ser Tirkiyeyê bikin ku pirsgirêka Kurd di demek zûtirîn de çareser bike.”