Enkîdû çawa ku îxanet li civaka xwe kir, Harpagos çawa îxanet li Mediyan kir, Êzdînşêr çawa îxanet li Mîrtiya Botanê kir, dîsa Kasim çawa îxanet li Şêx Saîd kir, Rayber çawa îxanet li Seyîd Riza kir, îxanetkarên hemdem jî niha bi heman awayî bi partî û saziyên xwe vê kevneşopiyê didin meşandin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di perpektîfa ku ji Kongreya 12emîn a PKKê re şandî, di der barê Komîteyên Cihûyan ên bi navê Jûdenratan de dahûrandin û nirxandinên kûr dike. Li ser vê mijarê mînakên dîrokî jî dide û rewşa Jûdenratên Kurd jî bi awayekî rexneger dide li ber çavan.
Li ser vê mînaka Rêber Abdullah Ocalan, gelek kes û sazî û partiyên ku heta niha tu xêra wan ji doza tevgera azadiyê re tune ye, wekî her caran Rêber Abdullah Ocalan xistin hedefa xwe. Ew kes û partî û saziyên wan bi salan e bi dewlet û desthilatdariyê re tevdigerin û destê wan di qetlîam û komkujiya Kurdan de jî heye. Heke heta îro gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ne gihîştibe armanca azadiyê, ew kes û saziyan wan bûne sedem.
Komîteya Jûdenratan ango Konseyên Cihûyan, li Almanyayê cihên ku desthilatdariya Naziyan dagirkiriye, hatibûn ava kirin. Ev konsey, bi taybetî li welatên Baltîkan, li Ukrayna û Polonyayê hatibûn avakirin û di Gettoyên Cihûyan de xebat dimeşandin. Ev komîte ji 12 an jî ji 24 kesên ku di civaka Cihûyan de elît in, pêk dihat. Armanca vê komîteyê kontrolkirina cihûyên di nava Gettoyan de bû. Her wiha ji Cihûyan bace kom dikirin û lîsteyên koçberkirinê amade dikirin.
Jûdenratan bi vî awayî îxanet li gelê xwe dikirin. Hinekan bi tirs û hinekan jî ji bo ku bi kêrî pergalê were di nava vê komîteyê de cih digirt û bi vî rengî destê wî diket di nava komkujiya Cihûyan de. Ya rastî ev rewş li civaka Kurd biyanî nayê. Her wiha rewşa “bi kêrî pergalê hatin” herî zêde gelê Kurd dizane. Ev rewş helbet ne tenê bi Kurdan an jî bi Cihûyan ve girêdayî ye. Çawa ku fedakarî, qehremantî û têkoşînkirina ji bo maf û azadiyê gerdûnî û navneteweyî be, têgehên mîna îxanet, zilm û komkujiyê jî di nava her gel û civakê de tê zanîn.
Dema ku ji van kes, sazî û partiyan re tê gotin “hûn Jûdenrat in” cihê wê yê rastî jî heye. Çima xwe acis dikin ya rast pir ne girîng e. Bi salane Tevgera Azadiya Kurd bang li wan dike ku destên xwe ji komkujiyan Kurd bikêşin û bi dewlet û desthilatdariyê re tevnegerin. Lê van kesan bi israrî di qetlîama Kurdan cihê xwe girtin û her rewşa bê exlaqî û dij-civakî kirin. Nemaze sed sal in dewlet û desthilatdarî êrîşên hemû nirxên kurdistanî dike. Lê ev kes ji şûna ku li hemberî van êrîşan bisekinin, berevajiya wê cihê xwe di nav de girtin.
Ji ber van rewşan jî, gotina Jûdenratan herî zêde li îxanetkarên Kurdistanê tê. Enkîdû çawa ku îxanet li civaka xwe kir, Harpagos çawa îxanet li Mediyan kir, Êzdînşêr çawa îxanet li Mîrtiya Botanê kir, dîsa Kasim çawa îxanet li Şêx Saîd kir, Rayber çawa îxanet li Seyîd Riza kir, îxanetkarên hemdem jî niha bi heman awayî bi partî û saziyên xwe vê kevneşopiyê didin meşandin.
Tenê li dused salên dawî ya dîroka Kurdistanê bê nêrîn, dê Jûdenratên li vir baştir bên fêmkirin. Di Alayên Hemîdiyeyan de gelek zarokên Kurd hatin perwerdekirin û di komkujiya Ermen, Sûryan û Helenan de hatin bikar anîn. Ji bo ku ji Tirkan ango ji pergalê re bibin leşker, hema hema her tişt dihat kirin. Di encamê de hat dîtin ku bawerî bi dewlet û desthilatdariyê nayê û biryara komkujiya Kurdan jî ne di demek dûr de hatibû derxistin.
Di sala 1925an de Şêx Saîd ji bona maf û azadiya Kurdan raperînek dîrokî dabû meşandin û piştî 4 mehan ev raperîn hatibû bêbandorkirin. Lê îro neviyên Şêx Saîd bi dewlet û desthilatdariyê re tevdigerin. Ev rewş bi rastî ne mejiyê Jûdenratî ye? Rêber Abdullah Ocalan dema dibêje “malbat û eşîrên raperîn kirîn, îro zarok û neviyên wan hîna jî bi pergalê re tevdigerin” rast e. Ev kes qasî ku rastiya xwe dizanin jî, ji şûna ku şerm bikin û xwe li gelê Kurd bidin efûkirin, hîna jî êrîş dikin û bê exlaqiyê dikin. Gelê Kurd van kes, partî, sazî û heta terîqatên destê wan di nava komkujiya Kurdan de ye dizane û dê şermî, îxanet û hevkariya wan ya bi dewlet û desthilardariyê re dê herdem rûyê wan bide.