• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Recep Tayyîp Erdogan ji bo Amedsporê daxuyanî da

    Recep Tayyîp Erdogan ji bo Amedsporê daxuyanî da

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran tê pîrozkirin HATE NÛKIRIN

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran tê pîrozkirin HATE NÛKIRIN

    Li Enqereyê qûrbaniyên komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn

    Li Enqereyê qûrbaniyên komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn

    Hate xwestin ku girtiyê nexweş Recep Bekîk tavilê were berdan

    Hate xwestin ku girtiyê nexweş Recep Bekîk tavilê were berdan

    Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

    Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

    ÎHD: Girtiyên nexweş Suleyman Horoz û Aydin Altig berdin

    ÎHD: Girtiyên nexweş Suleyman Horoz û Aydin Altig berdin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Recep Tayyîp Erdogan ji bo Amedsporê daxuyanî da

    Recep Tayyîp Erdogan ji bo Amedsporê daxuyanî da

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran tê pîrozkirin HATE NÛKIRIN

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran tê pîrozkirin HATE NÛKIRIN

    Li Enqereyê qûrbaniyên komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn

    Li Enqereyê qûrbaniyên komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn

    Hate xwestin ku girtiyê nexweş Recep Bekîk tavilê were berdan

    Hate xwestin ku girtiyê nexweş Recep Bekîk tavilê were berdan

    Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

    Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

    ÎHD: Girtiyên nexweş Suleyman Horoz û Aydin Altig berdin

    ÎHD: Girtiyên nexweş Suleyman Horoz û Aydin Altig berdin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windan pirsîn

Navenda Nûçeyan / AW

28 HEZÎRAN 2025 - 15:49
Kategorî: ROJANE
A A
ÎHD û xizmên windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan û kujerên Ramazan Yuce û Resûl Ercan pirsîn û daxwaza edaletê kirin. 

Xizmên windayan û Komeleya Mafê Mirovan  (ÎHD) li 3 bajarên bakurê Kurdistanê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiyên heftane lidarxistin.

Amed

Şaxa ÎHDê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 855’emîn li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê berdewam kirin. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn, pankarta ku wêneyên kesên di binçavan de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Ramazan Yuce yê di 29ê hezîrana 1992an de li navçeya Farqînê ya Amedê hat qetilkirin hat pirsîn.

Çîroka Ramazan Yuce ji aliyê endama Komîsyona Windayan a ÎHDa Amedê Berfîn Elçî ve hat xwendin.

Çîroka Ramazan Yuce wiha ye:  “Li navçeya Farqînê ya Amedê dimîne û bavê 7 zarokan e. Yuce di Dibistanên YÎBOyê de dixebite. Piştî darbeya 1980 tê binçavkirin û rastî îşkenceyên giran tê. Piştre serbest tê berdan lê piştre gelek caran tê binçavkirin. Di wê demê de Hîzbûllah a bi desteka bêsînor a dewletê tevlî bi sedan cînayetên kiryar nediyar bû ku gelê sivîl bi taybetî li navenda bajêr hedef girt. Yek ji qurbaniyên van cînayetan jî Ramazan Yuce bû. Keça mezin Yuce jî di wê demê de di êrîşa Hîzbûllahê de bi giranî birîndar bû, lê sax ma. Malbat wê demê her tim di bin zext û gefan de bû. Yuce di 29’ê Hezîrana 1992’an de ji bo azmûna xwe ya lîseyê çû Amedê. Wê sibehê ji hevsera xwe re got, ‘Ez diçim, lê xewnên nebaş dîtin. Heke tiştek bi min were, keça min a destgirtî bizewicînin. Dema vedigere Farqînê li Kolana Lalebey ji aliyê piştê ve rastî êrîşa çekdarî tê û li wir jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê wî li navenda Farqînê tê definkirin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Êlih

Çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” a ji aliyê Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) û xizmên windayan ve hat lidarxistin di hefteya 691’emîn de li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Gulistanê pêk hat. Di çalakiyê de wêneyên welatiyên di bin çavan de hatin windakirin û di dozên kiryar nediyar de hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de Rêveberê Şaxa ÎHDê Alî Karadogan çîroka Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên ku di 6ê hezîrana 1994an de li navçeya Karazê ya Amedê hatin binçavkirin û ji wê demê ve tu agahî ji wan nayê girtin xwend.

Çîroka windakirina Çalik û Fîdan wiha ye: “Ji ber ku gundê Şaklat ji aliyê leşkeran ve hate şewitandin malbata Çalik koçî navenda Amedê kiribû. Ji ber ku Salîh Çalik karker bû çûyîna xwe ya gund domand. Roja bûyerê ji bo careke din bixebite çûbû gund. Li gund operasyona leşkerî jî dest pê kiribû. Di operasyonê de leşkeran bi çekên lûle dirêj gundî gulebaran kirin û di encama gulebaranê de 2 gundiyan jiyana xwe ji dest dan. Di dema bûyerê de Salîh Çalik jî ji lingê xwe birîndar bû. Ji ber birîndariya xwe nekarî ji gund derkeve, xwe li mala Suleyman Muntaş girt. Lê belê leşkeran mala lê dima tespît kirin û avêtin ser. Di encama serdegirtinê de xwediyê malê Suleyman Muntaş, birîndar Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên ji bo dermankirinê li malê bûn ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. Xwediyê malê Suleyman Muntaş piştî 25 rojan hate berdan. Lê Salih û Sînan di bin çavan de man. Suleyman Muntaş ê serbest hat berdan, diyar kir ku ew bi Salih û Sînan re 2 rojan di bin çavan de maye û piştre ji wan hatiye veqetandin.

Malbatên ku agahiyek derbarê aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan de negirtin serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya DGMê (Dadgehên Ewlehiya Dewletê) dan. Dayika Salîh Çalik ji dozger re got ku du kes ji aliyê leşkeran ve ji mala Suleyman Muntaş hatine binçavkirin û Muntaş jî şahidê vê yekê ye. Lê belê dozger daxwazname ji malbatê re vegerand û got, ‘Me ev şexs negirtin, biçin ji PKKê bipirsin’ bi vî rengî daxwaza malbatan red kir. Ji wê dîrokê û vir ve ji Salîh Çalik û Sînan Fîdan ti agahî nîne.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Colemêrg

Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê û xizmên windayan di 18emîn hefteya çalakiya xwe de li Kolana Sanat a navçeya Geverê hatin cem hev. Di çalakiya ku pankarta bi nivîsa ‘Faîl diyar in, winda li ku ne?’ û ‘Divê winda bên dîtin, faîl bên darizandin’ hatin hilgirtin, wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de daxwaza darizandina failên Resûl Ercan ê ku 31 sal berê di binçavan de hatibû qetilkirin hate kirin. Daxuyanî ji aliyê Sekretera ÎHDa Colemêrgê Pinar Şen ve hat xwendin.

Çîroka Resûl Ercan wiha ye: “Resûl Ercan sewalkariyê dike û li nêzî gundê Vezîrlî li wesayîta leşkerî tê siwarkirin. Resûl Ercan bi israr dibêje ku sewalkariyê dike lê bi îşkenceyê tê binçavkirin. Piştî vê yekê gundiyan ragihandin ku ferdên malbata Resûl Ercan ji aliyê ekîbên qereqola jendermeyan a Sînava ve hatine binçavkirin. Malbat diçe qereqola Sînava lê ji malbatê re tê gotin ku li vir nîne û divê biçe tumenê bipirse. Malbat ji qereqolê tê dûrxistin û piştre kesên nasnameya wan ne diyar gef li malbatê dixwin. Cenazeyê Ercan di 7ê hezîrana 1993yan de li nêzî Pireya Keremaxa tê dîtin. Malbatê tespit kir ku îşkence lê hatiye kirin û bi çekê hatiye qetilkirin. Malbat piştre serî li Serdozgeriya Komarê ya Geverê dide lê tu encam nayê bidestxistin. Şahid ji dozgeriyê re radigihînin ku Ercan hatiye binçavkirin lê piştre dosya bêyî ceza were dayîn tê girtin.”

Etîket: aqûbetÇalakîpirsînWinda
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

2 GULAN 2026
Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

28 NÎSAN 2026
Li çar bajaran çarenûsa windayan hate pirsîn

Li çar bajaran çarenûsa windayan hate pirsîn

25 NÎSAN 2026
Platformên Ekolojîst ên Îzmîrê: Gimgim JESê naxwaze

Platformên Ekolojîst ên Îzmîrê: Gimgim JESê naxwaze

21 NÎSAN 2026
Jinan bertek nîşanî mirina Îlayda Zorlu da: Kujer malbat û dewlet e

Jinan bertek nîşanî mirina Îlayda Zorlu da: Kujer malbat û dewlet e

21 NÎSAN 2026
PDK li Parlamentoya Iraqê çalakiya rûniştinê li dar dixe

PDK li Parlamentoya Iraqê çalakiya rûniştinê li dar dixe

18 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdulmecît Yilmaz: Em dixwazin dengê astengdaran bigihînin cîhanê

    Abdulmecît Yilmaz: Em dixwazin dengê astengdaran bigihînin cîhanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermend Kasim Taşdogan: Divê em pêşî li nava mala xwe binêrin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran tê pîrozkirin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kedkarên Amedê: Divê em li dijî neheqiyê bibin yek û têbikoşin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navçeya Pîranê bi rengên biharê xemilî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi sed hezaran kes dîmenê Amedsporê diecibîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malbata girtî Akin: Dixwazin bi girtiyan re malbatên wan jî ceza bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Pîranê sosreta îstîsmarê: Li pişta min AKP heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (54)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne