Amed – Di pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk de baskê “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” yê bakurê Kurdistanê li Amedê dest pê kir.
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk baskê “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” yê bakurê Kurdistanê li Amedê dest pê kir. Girseya gel ku li pêş avahiya Rêxistina DBPa Amedê kom bû, dê heta Qada Şêx Seîd meşê li dar bixe û starta meşa ber bi Enqereyê ve bide destpêkirin.
Hevserokên Giştî yên DBPê, Rêveberên DEM Partî û DBPê, aktîvîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê, parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes beşdarî meşê bûn.
Meşê bi tevlêbûna nûneren saziyên civakî, partiyên siyasî û parlamenterên DEM Partiyê jî dest pê kir. Bi sedan kes tev li meşê bûn.
Berfirehiya nûçeyê tê…