Li Colemêrgê ji bo erdê madenê di navbera gundiyan û biraziyê Îsmet Olmez ê AKPî de nîqaş derket û piştî nîqaşê leşkeran bi ser gund de girtin û 7 kes binçav kirin.
Li Colemêrgê Îsmet Olmez ê AKPî yê ku ji erdên gundiyan maden derdixe, heqê gundiyan neda û gundî hatin binçavkirin. Li gorî agahiyan, roja Şemiyê di 5ê Tîrmehê de hinek welatiyên ji gundê Aşûtê û Çemka ji bo heqê xwe çûn şîrketa Îsmet Olmez. Piştî nîqaşê ji gundiyan re hate gotin ku dê heqê wan neyê dayîn. Gundiyên ku pişt re çûn navenda Colemêrgê, bi biraziyê Îsmet Olmez, Rahmî Olmez re nîqaş kirin. Piştî nîqaşê gundiyan li Rahmî Olmez xistin.
Piştre Olmez giliyê gundiyan kir. Li ser gilîkirinê leşkeran bi ser hinek malên li gund de girt û 7 kes kirin binçavan. 6 kes hê di bin çav de ne û kesekî bi navê N.E. bi îdiaya “veşartina sûcdaran” bi biryara Dageha Cezayê Sulhê ya Colemêrgê hate girtin.
Li gorî agahiyan, dozger biryara girtinê bi devkî ji polîsan re ragihandiye.
Tê payîn ku îro dê li dozgeriyê îfadeya gundiyan bê girtin.