Derbarê nûçegihana MAyê Ceylan Şahînlî de ji ber axaftina wê ya têkildarî kuştina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, lêpirsîn hate destpêkirin.
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Ceylan Şahînlî di 23yê Kanûna 2025an de li daxuyaniya li ser sînorê Pirsûs û Kobanê axivîbû û qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kiribû. Midûriyeta Polîsan a Rihayê ji ber vê axaftinê gazî Ceylan Şahînlî kir ku biçe îfadeyê bide. Şahînlî dê îro biçe Midûriyeta Polîsan a Rihayê îfade bide.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal nerazîbûn nîşanî lêpirsînê da û got: “Li şûna ku qetilkirina rojnamegeran were lêkolînkirin û berpirsiyaran bixin ber lêpirsînê lê mixabin derheqê rojnamegerên tev li çalakiyên protestoyê bûne de lêpirsîn tê destpêkirin. Em carek din dibêjin; Nazim û Cîhan rojnameger in û dest ji şop û doza wan bernedin. Em li hesabê vê qetilkirinê her biprisin. #RojnamegerîNeSûcE .”