Dadgehê der barê rojnameger Mehmet Uçar ê ku ji meha Mijdara 2024an ve girtî ye, biryara teyliyeyê da.
Danişîna ewil a doza rojnameger Mehmet Uçar ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, li 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê hate lidarxistin. Mehmet Uçar bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) ji Girtîgeha Eskîşehîrê ku lê girtî ye beşdarî danişînê hat kirin. Parêzerên Uçar jî amade bûn. Piştî parastina Uçar û parêzerên wî, heyeta dadgehê derbarê Uçar de biryara tehliyeyê da.
Mehmet Uçar ji meha 29ê Mijdara 2024an ve girtî ye û di danişîna ewil de hat berdan. Uçar di encama gilîkirina îtîrafkarekê de hatibû girtin.