Heyetek ku ji siyasetmedar, nûnerên rêxistinên sivîl, rewşenbîr û rojnamegeran pêk tê ji bo merasîma çekberdanê bişopînin dê sibê ji Amedê ber bi başûrê Kurdistanê ve bi rê bikeve.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duyemîn banga dîrokî ya çek berdanê li gerîlayan kir. Piştî banga Ocalan tê payîn roja 11ê Tîrmehê komek gerîla li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê merasîma çekberdanê ango şewitandina çekan bi daxuyaniyekî ji raya giştî re ragihîne. Tê gotin dê koma gerîla bang bike ku rêya zemîna hiqûqî û siyaseta demokratîk li pêşiya wan bê vekirin.
Ji bo şopandina merasîmê jî dê gelek siyasetmedar û rewşenbîr ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê biçin Silêmaniyê. Bi pêşengiya DEM Partiyê dê ev heyeta ku biçe Silêmaniyê rojnameger jî di nav wan de hene. Heyet ji hevserokên giştî yên partiyan, rêveberên partiyan, nûnerên rêxistinên sivîl û rewşenbîran pêk tê.
Heyet dê sibê li Amedê kom bibe û bi otobusan ber bi başûrê Kurdistanê ve bi rê bikeve. Tê gotin ku di nav heyetê de bi ser 100 kesî re cih digirin.