Riha – “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” ya ji Amedê ber bi Enqereyê ve tê lidarxistin, gihişt navenda Rihayê.
Di çarçoveya kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk ji Amedê ber bi Enqereyê ve “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” tê lidarxistin. Meşê duh li Amedê dest pê kiribû. Meşvan li navçeyên Siwêreg û Hîlwanê yên Rihayê ji aliyê rêveberên DBP, DEM Partiyê û welatiyan ve hatin pêşwazîkirin.
Piştî pêşwaziya li her du navçeyan rêwiyên “Azadiyê” berê xwe dan navenda Rihayê. Meşvan li Parka Alî Şelî ya Rihayê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Piştî pêşwaziyê girse ji parkê heta Meydana Topçû meşê li dar dixe.
Piştî meşê dê daxuyanî bê dayîn.