• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 TÎRMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    88 xelatgirewtoxanê Nobelî paştî daye Abdullah Ocalanî

    Ocalan: Beşdarbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye

    Jinên Rojhilata Navîn ji Abdullah Ocalan re name şandin

    Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmraliyê bi malbatên xwe re hevdîtin kirin

    Pexşan, Werîşe û Şerîfe bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ne

    Pexşan, Werîşe û Şerîfe bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ne

    Berdana rojnameger Beroşkî 6 mehan hat paşxistin

    Berdana rojnameger Beroşkî 6 mehan hat paşxistin

    Tenduristiya girtî Gulbahar Kiskaç xeter e

    Tenduristiya girtî Gulbahar Kiskaç xeter e

    Mazlum Ebdî bi rûspî û serokeşîrên Dêrazorê re civiya

    Mazlum Ebdî bi rûspî û serokeşîrên Dêrazorê re civiya

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    88 xelatgirewtoxanê Nobelî paştî daye Abdullah Ocalanî

    Ocalan: Beşdarbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye

    Jinên Rojhilata Navîn ji Abdullah Ocalan re name şandin

    Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmraliyê bi malbatên xwe re hevdîtin kirin

    Pexşan, Werîşe û Şerîfe bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ne

    Pexşan, Werîşe û Şerîfe bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ne

    Berdana rojnameger Beroşkî 6 mehan hat paşxistin

    Berdana rojnameger Beroşkî 6 mehan hat paşxistin

    Tenduristiya girtî Gulbahar Kiskaç xeter e

    Tenduristiya girtî Gulbahar Kiskaç xeter e

    Mazlum Ebdî bi rûspî û serokeşîrên Dêrazorê re civiya

    Mazlum Ebdî bi rûspî û serokeşîrên Dêrazorê re civiya

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DFGê rojnameger Tepe, Abayay û Orhan bi bîr anî

Amed / AW

28 TÎRMEH 2025 - 10:11
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
DFGê rojnamegerên Kurd Ferhat Tepe, Çetîn Abayay û Yahya Orhan ên ku di salên 1992-1993yan de hatine kuştin bi bîr anî û di daxuyaniyê de hat gotin: “Şehîdên çapemeniya azad rûmeta me û sedemê têkoşîna me ne.”

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi boneya salvegera kuştina rojnamegerên Kurd Ferhat Tepe, Çetîn Abayay û Yahya Orhan daxuyaniyek weşand û rojnamegeran bi bîr anî.

DFGê bi sernavê “Şehîdên çapemeniyê rûmeta me û sedemê têkoşîna me ne” daxuyaniyê belav kir.

Daxuyaniya bîranîna her sê rojnamegeran bi vî rengî ye:

“Dema em li salên 90î dinêrin, dibînin ku Ferhat Tepe, Çetîn Abayay û Yahya Orhan têkoşîneke bêhempa meşandine û di vê têkoşîna birûmet de li refên pêş ên artêşa çapemeniyê de cih girtine. Mîrateya Çapemeniya Azad girtin ser milên xwe, wan ji bo ku rastî di tariyê de nemîne têkoşiyan. Hêzên tarî, yên ku tehamûlî têkoşîna Ferhat, Çetîn û Yahya ya ji bo rastiyê nekirin, di meha Tîrmeha 1992-1993yan de sê rojnamevan hedef girtin. Weke şopînerên şehîdên çapemeniya azad em dubare soz didin ku em ê pênûsê wan li erdê nehêlin. Şehîdên çapemeniyê rûmeta me û sedemê têkoşîna me ne.

Ferhat Tepe

Ferhat Tepe, di Gulana sala 1974an de li Bedlîsê tê dinê. Dibistana navîn, seretayî û lîseyê li Bedlîsê dixwîne. Gava di pola dawî ya lîseyê de ye dibe nûçegihanê Ozgur Gundemê yê Bedlîsê. Wexta di rojnameyê de dixebitî, di 28’ê Tîrmeha 1993yan de ji malê derdikeve û 3 kes wî direvînin. Wesayîta lê tê siwarkirin li ber Qereqola Navçeyê ya Bedlîsê tê dîtin. Çendî ku malbata Tepe serî li qereqolê didin jî binçavkirina wî nayê qebûlkirin.

Wê demê bav Îshak Tepe jî Serokê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Bedlîsê ye. Piştî revandina Ferhat Tepe, komeke ku navê “Tûgaya Tolhildanê ya Tirk” telefonî wî dike û jê re dibêjin wan Tepe revandiye û jê xwestine heger PKK turîstên revandine berde heke milyarek pere bidin wan wê Tepe berdin. Malbata Tepe ku cihek nehişt serî lê nedan di 8ê Tebaxê de xebera mirina Ferhat tepe digire. Cenazeyê Tepe li nêzî Gola Hazarê ya Xarpêtê tê dîtin.

Malbata Tepe der barê revandina kurê xwe û kuştina wî de serî li gelek cihan dide. Lê belê dîsa jî lêpirsîneke bibandor nayê kirin. Malbata Tepe, piştî ji dadgehên Tirkiyeyê tiştekî bi dest naxe serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dide. Dadgeh jî Tirkiyeyê mehkûm dike û 28 hezar Euro ceza lê dibire. Malbata Tepe piştî biryara DMMEyê jî dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernade û serlêdanên wê hemû hatin redkirin. 14 kesên ku gotibûn Tepe li Fermandariya Alayê ya Cendirmeyan a Amedê dîtine jî, tu carî wekî şahid nehatin guhdarkirin. Di esasê xwe de dihate xwestin ku qetilkirina Ferhat neyê zelalkirin. Ji ber ku dewletê nedixwest rastî derkevin holê ji ber wê Ferhat qetil kiribû. Di 27 salên derbas bûyî de kujer di wijdanan de hatin mehkûmkirin lê dewletê tu car nexweş bûyer were aşkerekirin.

Çetîn Abayay

Çetîn Abayay di sala 1969an de li Êlihê tê dinê. Li malbateke ku çar zarokên wan hebû mezin bû. Lê malbat di serdema Darbeya Leşkerî ya 12ê Îlonê bi polîtîkayên zext û îşkenceyê yên dewletê re rû bir û mabû. Bavê Çetîn Abayay, Mehmet Abayay jî demekî dirêj di girtîgehê de hate ragihandin û piştî berdanê demekî kurt jiyana xwe ji dest da. Çetîn ê di hawîrdoreke wiha de mezin bû xwediyê kesayeteke fedakar bû. Rojekê cil û pêlava xwe dabûn kesekî pêdiviya wî pê hebûn û bi cilên wî yên çiriyayî vegeriya bû malê. Abayay di zarokatiya xwe de di nava têkoşîna netewî ya Kurd de cih girt. Abayay hêj 16 salî bû, di dema diçû lîseyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin. Abayay 6 mehan di Fermandariya Cendirmeyan ya Sêrtê de hat ragirtin û îşkence dît. Wê deme fermandariyê qebûl nekir ku Çetîn di destê wan de ye û nehiştin bi kesê re hevdîtinê bike. Piştî Abayay girtin wî şandin Girtîgeha Amedê. Piştî Abayay 5 mehan girtî ma û derket. Dayika Çetîn wê demê dema çûbû serdana kurê xwe ew nas nekiribû. Abayay piştî ji girtîgehê derket di Kovara Ozgur Halkê de dest bi xebatê kir. Dema dixebitî careke din hate girtin û 2 salan di Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê de hat ragirtin. Lê belê Abayay dema derket ji cihê ku kar hiştibû berdewamî karê xwe kir. Çetîn Abayay pişt re gelek caran hate binçavkirin. Ji ber ku wê demê li Êlihê kengî bûyerek qewimî buya her tim ew berpirsyar digirtin.

Dema wê demê gef li xebatkarên Ozgur Halkê hate xwarin û neçar man dest ji kar bihêlin, Çetîn Abayay xwe berpirsyar dît ku buroyê vekirî bihêle û dest bi rojnamegeriyê kir. Wê demê bi telefonê li malbatê digeriyan û gef lê dixwarin.

Tevî ku gef li Çetîn dihatin xwarin û hevalên wî dihatin kuştin jî her serê sibê wî deriyê buroyê vekir û bi xetereya canê xwe rojnamegerî kir. Di 29ê Tîrmeha 1992yan de dema bi hevalekî xwe re diçû malê saet di 19.30an de êrişî wan kirin. Sê kujerên ku du ji wan 18-19 salî bûn û yek ji wan jî 25 salî bû xwestin êrişî hevalê Çetîn jî bikin lê çeka wan xerabû û reviyan. Hevalê wî yê ji mirinê zivirî têkildarî êrişê malbat agahdar kir.

Li gorî vegotina şahidan, polis piştî kêliya gule li Çetîn hatin barandin hatin cihê bûyerê û Çetîn birine Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê. Malbat jî li ser vê yekê diçe nexweşxaneyê. Piştî mudaxileya ewil a li nexweşxaneyê Çetîn bi ambûlansê dibin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Çetîn Abayay rojekê pişt re di 30ê Tîrmeha 1992yan de saet di 10.00an de jiyana xwe ji dest da.

Yayha Orhan

Yahya Orhan di sala 1964an de li navçeya Kercews a Êlihê tê dine. Yahya dema temenê wî hêj biçûk bû bavê xwe ji nexweşiya penceşêrê winda kir. Yahya piştî Lîseya Kercewsê xelas kir nekarî biçe zanîngehê ji ber ku weke mezinê 7 xwişk û birayan neçar mabû ku ji bo debara malbatê bixebite. Yahya Orhan ê beriya niha ji bo rojnameyên din dixebitî piştî rojnameya Guneşê ya herî dawî tê de xebitî li rojnameya Yenî Ulkeyê dest bi xebatê bike û gelek keyfxweş bû. Ji hevjîna xwe Turkan a di sala 1984an de pê re zewicî re wiha digot “Êdî em ê ji xwe re bixebitin”. Weke hemû nûçegihanên Yenî Ulkeyê ku heftane dihate weşandin derbasî rojnameya Ozgur Gundem a rojane dihate weşandin bû. Di vê serdemê de gelek caran gef li Yahya tên xwarin û heta carekê Qeymeqamê Kercewsê bi xwe jê re dibêje ku dê bê kuştin. Lê nekarin vî mirovê ku dilê wî ji bo gelê wî lê dida asteng bikin ku rastiya ne nivîsîne.

Dema Yahya pîrozbahiyên Newroza ku di 21ê Adara 1992yan de li Kercewsê hate lidarxistin dişopand, wênegira wî şikandin, fîlmên wê şewitandin û ji aliyê dadgehê ve hate girtin. Lê di 28ê Hezîrana 1992yan de ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ve hate berdan.

Yahya Orhan di 31ê Tîrmeha 1992yan de dora saet 21.00an bufeya rojnameyê girt û demekê li qehwexaneyê rûnişt. Yahya dora saet 23.00an li ber deriye mala xwe hate gulebaran kirin. Ji ber tarî bû qalikên guleyan nehatin dîtin, polîsan jî bêyî ku lêkolînê bikin cenaze wergirtin û çûn. Di saetên sere sibê de 27 heb qalikên guleyan hatin komkirin û radestî dozger hatin kirin. Dosyaya têkildarî qetilkirina Yahya Orhan herî dawî weke raza dewletê rakirin û xistin rafekê. An ku di vê dosyayê de kes nehate darizandin.”

Etîket: Çetîn AbayayDFGFerhat TepeRojnamegerên KurdYahya Orhan
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Nesrîn Teke li ser gora xwe hat bibîranîn

Nesrîn Teke li ser gora xwe hat bibîranîn

9 TÎRMEH 2025
‘Êrîşa li dijî LeManê provaya komkujiyê ye’

‘Êrîşa li dijî LeManê provaya komkujiyê ye’

3 TÎRMEH 2025
DFGê û MKGê serdana rojnameger Zeynep Durgut kirin

DFGê û MKGê serdana rojnameger Zeynep Durgut kirin

2 TÎRMEH 2025
MKG û DFG:  Em li kêleka Zeynep Durgut in

MKG û DFG:  Em li kêleka Zeynep Durgut in

28 HEZÎRAN 2025
DFGê kongreya xwe pêk anî: Em ê di rêya şehîdan de bin

DFGê kongreya xwe pêk anî: Em ê di rêya şehîdan de bin

23 HEZÎRAN 2025
DFGê rapora meha Gulanê eşkere kir

DFGê rapora meha Gulanê eşkere kir

4 HEZÎRAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2025 (537)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne