Dosye-8: Ber bi Yekîtiya Neteweyî ya Kurdî ve
Amed – Hunermend Diyar Dêrsim ku li ser rol û mîsyona hunermendan a yekîtiya gelê Kurd axivî wiha got: “Em di demekî pir dîrokî re derbas dibin. Hunermendên welatparêz û şoreşger divê di vî demî de hinek li ser meseleyê bifikirin û ji bo yekîtiya gelê xwe bixebitin. Rola mezin dikeve ser milê hunermendan û hêza hunermendan jî heye.”
Di pêvajoya em niha tê re derbas dibin û geşedanên li Rojhilata Navîn pêdiviya yekitiya neteweyî bêhtir derdixe holê. Li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê partî, sazî û rêxistinên kurdan nîqaşên xwe yên ji bo yekîtiyê didomînin. Li gel van hewldanan xebatên hunermendan jî girîng in.
Ji ber huner li ser civakê, ji siyasetê bandortir e, di têkoşîna azadiya Kurdistanê de her tim rol û mîsyona hunermendan hebûye. Bi stran û klamên xwe daxwaza xwe ya bi sedsalan anîne ziman. Bi klam û stranên xwe bûne parêzvanên çand û zimanê kurdî. Di her serdemê de sekn û helwesta hunermendan girîng e, ji ber ku hunermend bi berhemên xwe dikin ku civak her tim zindî bimîne. Hunermendên ku her tim bi stranên xwe bûn dengê gel, ji bo avakirina yekîtiyê xwe gelê xwe jî xebatan dimeşînin.
Hunermendên Kurd ên ji her çar parçeyên Kurdistanê ne û li Ewropayê dijîn di sala 2019-2020an de Înîsiyatîfa Hunermendan ava kirin û li ser yekrêzî û yekdengiya gelê Kurd û xetereya şerê navxweyî xebatên cur bi cur meşandin. Hunermendan di çarçoveya van xebatan de serdana başûrê Kurdistanê jî kirin. Yek ji wan hunermendan jî Diyar Dêrsim bû. Hunermend Diyar Dêrsim têkildarî rol û mîsyona hunermendan a ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd ji Ajansa Welat re axivî.
Diyar Dêrsim destnîşan kir ku di mijara yekîtiyê de ji herkesê zêdetir ev bar dikeve ser milê hunermendan û wiha got: “Ji ber ku ji siyasetmedaran, rewşenbîran, komeleyan bêtir avantajeke hunermendan heye. Ji ber ku hunermend dikarin bi rêya hunera xwe bêtir bigihin her aliyê civakê û di nava gel de ye. Lewma jî girîng e ku hunermend vê yekê bi awayekî pozîtîf ji bo yekîtiya welatê xwe, gelê xwe bi kar bîne. Ruxmî ku bi sedan, hezaran hunermend hene. Tevî ku evqas hunermend hene jî çima gel sed sal in nikare birîna xwe ya xwîn jê tê derman bike. Ji ber ku vî gelî yekîtiya xwe çênekir ji azadiyê bêpar ma, bêwelat ma, bû leşkerên xelkê. Xelk bû xwedî welat, zimanê xwe bi pêş xistin, çima gelê me nekarî vê birîna xwe derman bike. Vê birînê bi sedan salan e gelek tişt bi me da windakirin. Niha tu ji Kurdan bipirsî dê bibêjin ‘tiştê ji bo kurdan weke nan û avê pêwîst yekîtî ye’. Huner, hunermendîtî ne tenê li welatê me li her derê dinyayê wisa ye carna dibe hunermendê keyfê carna kapîtalîzm bi rê û rêbazan huner xistiye cihekî wisa ku hunermend dibin qirdên keyfê. Wê demê hunermend ji welatê xwe hez dike nake, xwe xwedî rol û misyon dibîne nabîne? Ev yek pir girîng e. Lewma jî evqas hunermend rola xwe tenê weke stran gotinê dizanin. Hunermendîtî ne tenê ev e. Hunermendîtî ew e ku tu aydê kîjan miletî bî, pirsgirêkên wî miletî wê civakê çi bin li gorî wê tu roleke çawa bilîzî.”
‘Çima hunermend ji bo yekîtiya gelê xwe naxebitin?’
Diyar Dêrsim bi lêv kir ku pirsgirêka gelê Kurd û welatê wî ya herî mezin azadî ye û axaftina xwe wiha domand: “Ev sed sal e ev rewş wiha ye. Hemû hunermend dibînin ku gelek mirovan ji ber vê pirsgirêkê çareser bikin ji bo ku bi gelê xwe re birûmet bijîn û gelê xwe ji bindestiyê xelas bikin canê xwe feda kirin. Bi salan şer kirin. Gelê me di gelek komkujiyan re derbas bû hate roja îro. Ev yek li ber çavên hunermendan çêdibe. Çima hunermend ji bo yekîtiya gelê xwe naxebitin? Endamên doza gelê me doza azadiyê şoreşa Kurdistanê hene. Kesên ku xwe welatparêz, Kurdperwer dibînin endamên vê dozê ne. Di serî de jî hunermend. Lê mixabin nexweşî çi ye? Bi taybetî jî hunermend xwe weke mevanê vê dozê dibînin. Xwe weke neferê vê dozê nabînin. Dibêjin ‘tenê ev welat welatê gerîla ye, ev azadî tenê ji bo gerîla pêwîst e’ weke ku ev welat ne yê wan be. Weke alîkariyê bike nêz dibe. Xwe derveyî vê dozê dibînin. Nexweşiya sereke ev e. Ya din jî bizanebûn xwe kûr nake. Nabêje ez hunermend im, divê dîroka gelê xwe, zimanê xwe, êşa xwe, çareseriya vê êşê bizanibim. Hunermendî ew e ku ji bo çareseriya gelê xwe di warê erênî de kedê bide, xizmetê bike. Sivikgirtina dest a hunermend li pêşiya wezîfeya hunermend dibe kelem. Hunermend xwe xwedî mîsyon û wezîfe nabîne. Pirsgirêka herî mezin di vir de ye. Bi hezaran hunermendên vî gelî hene lê xwe weke parçeyekî civakê nabînin. Helbet ez ji bo herkesê nabêjim. Mînakên şehîd Sefkan, Mizgîn, Hogir, Serhedan hene. Lê kêm in. Divê herkes xwe xwediyê vê dozê bibîne. Em li hember neyarên xwe li hember dagirkeran bikaribin milên xwe bidin hev, çareseriya herî mezin azadî ye. Ji bo ku em vê pirsgirêkê çareser bikin divê em yekîtiya xwe pêk bînin û azadiya xwe bi dest bixin. Lewma jî xebata ji bo yekîtiyê şoreş e. Divê em hunera xwe bikarbînin, hemû taybetmendiyên xwe yên erênî ji bo vê yekê bikarbînin. Lê mixabin ji bo ku xwe weke xwediyê dozê nabînin, dîroka xwe nas nakin, hunerê tene weke keyfe dibînin. Pirsgirêka herî mezin ev e.”
‘Divê hunermend ewilî di nava xwe de yekîtiyekê ava bikin’
Diyar Dêrsim di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Heke em bixwazin yekîtiyê pêk bînin. Ji bo yekîtiya gelê xwe xizmetê bikin divê feraset û zanebûna me hebe, pêwîstiya vê fêm bikin û ewilî di nava xwe de yekîtiyekê ava bikin. Çima pêk nayê? Mixabin çawa ku Kurdistan parçe parçe ye û di nava her parçeyî de jî parçebûyînek heye, siyaset parçe ye, ev yek bandorê li hunermendan jî dike. Karê hunermend ê ewil ew e ku xwe azad bike, azad bifikire, li hember bandora desthilatdaran li ber xwe bide. Li Bakur em di bin bandora Tevgera Azadiyê de bi vê bîrdoziyê em mezin bûn. Lê divê em bizanibin ku welatê me ne tenê Bakur e. Welatê me Rojhilat e, Başûr e, Rojava ye. Divê mirov rewş û konjonktora van deran jî bifikire. Divê hunermend xwe nêzî siyasetekê, bîrdoziyekê bikin. Lê tu carî ez xwe weke esîrê wê îdeolojiyê nabînim. Ez bi îradeya xwe ya azad wê îdeolojiyê nêzîkî xwe dibinim. Xebatê ji bo vê dozê dikim. Dibînim ku ji bo azadiya gelê min û welatê min reçeteya herî baş ev bîrdozî ye. Herkes wisa dibîne lê tu dinêrî hunermend zanebûneke xwe ya îdeolojî nîne tenê partîzaniyê dike. Xwe tenê ji aliyê aboriyê ve bi wir ve girêdaye. Azadî yekîtî tiştek wî eleqedar nake. Dibêjin bila nanê min hebe bes e. Berê jî wisa bû. Herkes hunermendekî axayekî bû. Temam hinek êşên civakê anîne ziman lê hunera xwe ji bo azadiyê bikarneanîne. Tevgera Azadiyê ev yek şikand. Hunermend êdî hunermendê axayekî, begekî, mîrekî, eşîrekî nîne hunermendê gel e. Di nava cewhera hunera wî de pirsgirêkên civakî û azadiyê hene. Dikare bi hunera xwe rê nişan bide, kelecanekê ava bike. Gelek hunermendan, koman di vî alî de xebatên mezin kirin. Niha her hunermendê herêmekê di bin sîwana bîrdoziya partiyekê de bimîne, derdora xwe, parçeyên din nebine, azadî û doza Kurdistanê fêm neke, sahneyek, bernameyeke televizyonê têra wî dike, yên din ne xema wî ne. Partiya wî şaşîtiyê bike, xiyanetê bike, li hemberî doza Kurdistanê jî bisekine ji bo wî ne pirsgirêk e li hember têkoşînê nade.
Heta hunermend xwe ji bindestiyê xelas nekin nikarin di nava xwe de yekîtiyê çêbikin
Divê hunermend cihê desthilat lê hebe û demokrasî lê nebe têbikoşe. Ez xwe wisa dibînim. Kîjan partî dibe bila bibe dema xizmeta gelê min welatê min neke ez rexne dikim. Ez ne hunermendekî partiyekê me. Ez dixwazim bibim hunermendê gelê xwe. Ez ji bo azadiya gelê xwe xebatê dikim. Ez naxwazim em bindest bin. Ev doza gelê me ye. Kî li hemberî vê bibe kelem ez rexne dikim û têdikoşim. Ev mesele ji bo her çar aliyê Kurdistanê derbasdar e. Heta ku hunermend vê tiştê fêm neke, xwe ji bindestiyê xelas neke, neyên gelhev, ji aliyê rewşenbîrî ve xwe bi pêş ve nebin, felsefeyê, dîrokê, nizane nikarin di nava xwe de yekîtiyê jî çêbikin nikarin xizmeta yekîtiya gelê me jî bikin. Mixabin em parçe parçe ne, hinek siyasetan hunermend teslîm girtine. Divê hunermend azad bin. Dibe ku ez ji bîrdoziyekê hez bikim lê divê ez azad bifikirim, azad bijîm. Ji ber ku ez azadiya gelê xwe dixwazim. Hunermend ji vî alî ve pirsgirêkan dijîn loma hunermend nikarin di nava xwe de yekîtiyê çêbikin. Mixabin nikarin xizmeta yekîtiyê ya gelê xwe jî bikin.”
‘Hunermendî ne karê tirsonek û nezana ye’
Diyar Dêrsim bal kişand ser xebatên hunermendan ên ji bo yekîtiyê dan meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me şandeyek ava kir em ji her çar aliyê Kurdistanê hunermend çûn başûrê Kurdistanê. Me li wir çi dît? Car caran xetereyên şerê navxweyî dît. Me mudaxileya wir kir. Dema siyaset germ bû û dîsa îhtîmala şerê navxweyî çêbû, dema hunermend rola xwe lîst me dît ku hêza hunermendan heye ku bandorê li ser siyasete çêbikin, li ser civakê çêbikin. Civak û gel dema hunermend diaxivin hunermendan guhdar dikin. Ji ber her roj siyasetmedaran guhdar dikin, dema hunermend diaxive guhdar dikin. Me li Başûr ev dît. Di bûyera Zînê Wertê de îhtîmala şerê navxweyî hebû. Dema hunermendan ev pirsgirêk anî ziman gel pêhesiya. Me mudaxile kir. Me beriya hefteyekê bi hunermendan re kom bi kom civîn çêkirin, ev pirsgirêk da fêmkirin pişt re em heştê hunermend hatin gelhev me bang kir. Vê bangê rola xwe lîst. Herkesê li ser siyasetê bandor kir. Hinek hunermend ji siyasetê tirsiyan. An ku werin ji bo ku şer di nava Kurdan de dernekeve, yekîtiya me xurt bibe nêrîna xwe bînin ziman, tiştekî erênî bibêjin ketin hesabên ‘ez werim wir ka dê partiya min çi bêje, siyaset çi bibêje, kesê ji min re derfet avakirine dê van derfetan ji min bigire’.
Divê hunermend ji şoreşê re pêşengtiyê bikin
Mixabin siyasetê her der teslîm girtî ye. Mirov ji aliyekî ve fêm dike lê hunermendîtî ew e ku mirov her tiştî bigire ber çavan ku bibe hunermend. Heta tu hin tiştan li ber çavan negirî ji reş re nebêjî reş di cewherê de nabî hunermend. Divê hunermend rastiyê, heqîqetê bibêje, ne tirse. Ji ber ku hunermendî ne karê tirsonek û nezana ye. Huner karê wêrek û zanaya ne. Em di demekî pir dîrokî re derbas dibin. Hunermendên welatparêz, xwedî wijdan û şoreşger divê di vî demî ku hem xetere û hem jî firsendên zêrîn tê de hene de hinek li ser meseleye bifikirin û ji bo yekîtiya gelê xwe kar bikin, em pirsgirêka azadiyê çareser bikin. Divê em beriya wê yekîtiya xwe pêk bînin ji bo yekîtiyê kar bikin. Herî zêde hunermend dikarin li ser vê meseleyê kar bikin. Divê hunermend xwe nefer û cewherê vê dozê bibînin. Ji şoreşê re pêşengtiyê bikin û bi hunera xwe rê nişan bidin.”
‘Roleke mezin dikeve ser milê hunermendan’
Diyar Dêrsim axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Her çiqas welatê me kirine çar parçe, her parçe di nava xwe de parçe parçe bûye jî kevneşopiyeke çanda me jî heye. Gelê Kurd bi hezaran salan e li ser axa xwe li ser koka xwe maye. Çiqas hatibe asîmîlekirin û di komkujiyan re hatibe derbaskirin jî xwe spartiye wan çiyayên pîroz û azad û heta roja îro hatiye. Her çiqas kesên dagirker xwestine tune bikin jî gelê Kurd li ser koka xwe maye. Ev tiştekî pîroz e. Nirxên vî gelî hene. Şêx Seîd, Seyîd Riza, Mela Mistefa Barzanî, Şêx Mehmûd Berzencî, Qazî Mihemed, kesên ku xizmeta çanda Kurd kirine. Ev nirxên gelê me ne û kesên ku em bikarin li dorê bibin yek in. Her wiha Leyla Qasim, Sakîne Cansiz, Mazlûm Dogan, Dr. Qasimlo ev şoreşger in û nirxên her çar aliyan e. Nirxên me yên hevkar in. Em dikarin tiştên xwe yên hevkar derxin pêş. Rola mezin dikeve ser milê hunermendan hêza hunermendan heye. Di vê çarçoveyê de xebatên mezin hatine kirin, şehadetên mezin çêbûne. Em nikarin vê hêza xwe bikin yek û têxin xizmeta yekîtiya gelê xwe. Pirsgirêk ev e. Ev jî xebatê dixwaze.”
Sibê: Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ku nû hate damezrandin hewldana avakirina yekîtiyê dinirxîne.