• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnameger Alî Bariş Kurt tehliye bû

    Rojnameger Alî Bariş Kurt tehliye bû

    Heyeta DEM Partiyê dê roja yekşemê biçe Îmraliyê  NÛÇEYA LEZGÎN

    Heyeta DEM Partiyê dê roja yekşemê biçe Îmraliyê NÛÇEYA LEZGÎN

    Li ber navenda CHPê mîtînga girseyî: Em ê destûrê nedin

    Li ber navenda CHPê mîtînga girseyî: Em ê destûrê nedin

    YSKê serdana CHPê red kir

    YSKê serdana CHPê red kir

    Li Îzmîrê bertek nîşanî ‘Betalkirina teqez’ dan

    Li Îzmîrê bertek nîşanî ‘Betalkirina teqez’ dan

    Ji bo Mehmet Dogan mewlûd hat dayîn

    Ji bo Mehmet Dogan mewlûd hat dayîn

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnameger Alî Bariş Kurt tehliye bû

    Rojnameger Alî Bariş Kurt tehliye bû

    Heyeta DEM Partiyê dê roja yekşemê biçe Îmraliyê  NÛÇEYA LEZGÎN

    Heyeta DEM Partiyê dê roja yekşemê biçe Îmraliyê NÛÇEYA LEZGÎN

    Li ber navenda CHPê mîtînga girseyî: Em ê destûrê nedin

    Li ber navenda CHPê mîtînga girseyî: Em ê destûrê nedin

    YSKê serdana CHPê red kir

    YSKê serdana CHPê red kir

    Li Îzmîrê bertek nîşanî ‘Betalkirina teqez’ dan

    Li Îzmîrê bertek nîşanî ‘Betalkirina teqez’ dan

    Ji bo Mehmet Dogan mewlûd hat dayîn

    Ji bo Mehmet Dogan mewlûd hat dayîn

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Zarokistana Xalxalok dest bi perwerdehiyê kir

Navenda Nûçeyan / AW

18 ÎLON 2025 - 12:21
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê, li Navenda Krêş û Lênihêrîna Rojane ya Zarokistana Xalxalok ku xizmeta pirzimanî dide dest bi perwerdehiyê ya sala nû kir.

Piştî Zarokistana Perperike dest bi perwerdehiyê ya sala nû kir, îro jî Navenda Krêş û Lênihêrîna Rojane ya Zarokistana Xalxalokê ji bo perwerdehiya 2025-2026 deriyê xwe vekir. Bi vekirina perwerdehiyê ya sala nû re Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, hevserokên DEM Partiyê ya Peyasê, Hevşaredarê Bajarê Nû Mehmet Ergun, rêveberên Sendîkaya DÎSK Genel-İş û her wiha dê û bavên zarokên xwendekaran amade bûn.

‘Daxwaz zêde bûne, pêdivî bi kreşên nû heye!’

Di axaftina xwe ya di merasîma vekirinê de, Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar got: “Piştî ku em hatin ser kar, me ji bo ji nû ve vekirina saziyên ku ji aliyê kayûmên tayinkirî ve hatibûn girtin an bêkêr hatibûn hiştin, bi awayekî xurt dest bi xebatan kir û vekir. Di vê çarçoveyê de, me sala borî Zarokistana Xalxalok ji nû ve vekir. Zarokên me li vir, ligel zimanê Tirkî û Îngilîzî, derfeta fêrbûna zimanê xwe yê dayikê, bi zimanê Kurmancî û Zazakî jî dibînin. Ev yek dê di perwerdeya wan a paşerojê de bi perspektîfek pirzimanî berdewam bike.”

Hevşaredar Sîncar diyar kir ku daxwazek zêde heye û ji bo vê yekê ew ê ji bo vekirina navendên nû dest bi xebatan bikin.

‘Ev xizmet ji bo pêşerojê ye!’

Hevşaredar Cengîz Dundar jî di axaftina xwe ya di vekirinê de wiha got: “Em li vir xebatên ku di warên çand, huner û psîkolojîk de ji bo geşepêdana zarokan piştgirî bikin, dimeşînin. Mamosteyên me yên pispor di warê dramayê, hunerên dîtbarî û muzîkê de hene û di karên xwe de pispor in. Em dema xizmetê dikin, bi nêzîkatiyek ku zimanê dayikê esas bê girtin û li gor çerçoveya pirzimanîyê tevdigerin. Ev xizmet jî ji bo pêşeroja zarokên me ne.”

‘Xebat dê pirzimanî be!..’

Li ser xebatên ku têne meşandin, Gerînendetiya Karên Çand û Hûnerê jî got: “Di Navenda Krêş û Lênihêrîna Rojane ya Zarokistanan de, ji bo zarokên 3-6 salî, li gor çarçoveya perwerdeya berî dibistanê da ku jêhatîbûnê bi bi dest bixin xebat têne meşandin. Zarok di vê çarçoveyê de li atolyeyan perwerdehiya drama, muzîk, şano, felsefe, xweza, werzîş û hunerê dibînin. Xebatên ku li navendên Zarokistanan têne kirin, bi awayeke pirzimanî nava hefteyê di navbera saetên 08:00 û 17:00’an de sûdê werdigirin. Niha di kreşê de 120 zarok qeydkirî ne û 20 mamoste û xebatkar bi fedakarîyeke mezin ji bo pêşkeftina wan dixebitin. Perwerdeya pirzimanî ya Zarokistanê nêrîna zarokan a li cîhanê dewlemend dike û fersenda naskirina çandên cuda pêşkêş dike. Em wekî şaredarî û Gerînendetiya Karên Çand û Hûnerê, xebatên ji bo zêdekirina hejmara van saziyên hêja didomînin. Xebatên mezinkirina vê projeyê ku pêşeroja zarokên me ne, dê bê navber berdewam dikin.”

Vekirina Navenda Krêş û Lênihêrîna Rojane ya Zarokistana Xalxalokê ji aliyê hevşaredar û mamosteyan ve belavkirina xelatan ji bo zarokan şûn de bi dawî bû.

 

Etîket: kreşperpekokPeyasZarokistan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şagirtên Zarokistanan serdana cihên dîrokî û Mala Dengbêjan kir

Şagirtên Zarokistanan serdana cihên dîrokî û Mala Dengbêjan kir

23 NÎSAN 2026
Tûrnûvaya Voleybolê ya Jinan di roja 3yemîn de berdewam kir

Tûrnûvaya Voleybolê ya Jinan di roja 3yemîn de berdewam kir

10 NÎSAN 2026
Tûrnûvaya voleybolê ya jinan di roja 2yemîn de berdewam kir

Tûrnûvaya voleybolê ya jinan di roja 2yemîn de berdewam kir

9 NÎSAN 2026
Li Amedê pîrozbahiyên Newrozê didomin

Li Amedê pîrozbahiyên Newrozê didomin

17 ADAR 2026
Newroza Peyasê bi def û zirneyê hat pirozkirin

Newroza Peyasê bi def û zirneyê hat pirozkirin

13 ADAR 2026
Welatiyên Amedê ji bo Rojava deng derxistin

Welatiyên Amedê ji bo Rojava deng derxistin

22 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dosye-1: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê  Zeydan û Ondîl: Divê komîsyonên çareseriyê bên avakirin

    Dosye-1: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê
    Zeydan û Ondîl: Divê komîsyonên çareseriyê bên avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rotînda Yetkîner: Erka pêşîn a hunermend parastina ziman û nirxên civakê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çanda Kurdî bandorê li geştiyarên Ewropî dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çand û zimanê Çerkezan ber bi tunebûnê ve diçe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 22yê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Mehmet Dogan mewlûd hat dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwan li Amedê GÎB-DERê ava dikin: Komunên azad prototîpa civaka nû ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Miksê tiştek nû nîn e: 7 meh in rê hêj girtiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Cizîrê bîstanê komuna jinan û li Kerboranê Mala Tendûrê hat vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Hezroyê bernameya dengbêjî û helbestan hat lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (593)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne