Haci Lokman Bîrlîk ê ku ji aliyê polîsan ve hatî qetilkirin û piştre bi maşîneya zirxî hatî kaşkirin, hat bîranîn.
Haci Lokman Bîrlîk di 3yê Cotmeha 2015an ji aliyê tîmên taybet hatibû qetilkirin û piştre bi maşîneya zîrxî ya polîsan ve hatibû kaşkirin. Li salona DEM Partiyê ya Şirnex bi tevlîbûna malbata Bîrlîk, Parlementerê DEM Partiyê yê Şirnex Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêvenerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl di pêşengtiya MEBYA-DER a Şirnex de merasîma bîranînê hat lidarxistin. Bîranînê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Hevseroka MEBYA-DER a Şirnex Emîne Erkûş got ku Tevgera Azadiyê bi berdêlên gelek mezin hatiye asta îro û ew ê ala cangoriyan hildaye her tim pêş bixin.
Parlamenter Îrmez jî da zanîn ku bi dehan salan e dewlet êrîşên hovane li ser gelê Kurd pêk tîne lê gelê Kurd tu dem serê xwe li hember zordariyê netewandiye û ev berxwedana gelê Kurd wê teqez ser keve.
Birayê Bîrlîk, Mehmet Bîrlîk diyar kir ku Lokman li nava malbatê her tim ji bo pirsgirêkan çareser bike têkoşîn dida û di nav gel de jî weke Siyabend ev têkoşîn dida. Bîrlîk herî dawî bi lêv kir ku ew bi birayê xwe serbilind û ew ê her tim li pey şopa wan bin.
Piştî axaftinan bîranîn bi pêşandana sînevîzyona li ser Haci Lokman Bîrlîk hatiye amadekirin bi dawî bû.