Girtiyê bi navê Abdulmecît Yuksekbag tevî ku cezayê xwe qedandiye jî 5 car in cezayê wî tê taloqkirin û nayê berdan.
Lijneya Çavdêriyê ya Rêveberiya girtigeha Ewlehiya Bilind a Erzinganê bi hincetên “Poşman nebûye”, “Rewşa wî li gorî derve baş nîne” û “Di meha Îlonê de rojekî re cezayê hucreyê dabûn” berdana Abdulmecît Yuksekbag cara 5emîn ji bo 6 mehan taloq kir.
Abdulmecît Yuksekbag û ji heman malbatê 4 kes di sala 1993yan de li gundê Comanî yê Sêrtê hatin binçavkirin. Di sala 1993yan de dewlet dema gundan vala dike cerdevantiyê jî spartên wan 5 kesan dikin. Ji ber ku cerdevaniyê qebûl nakin li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) hatin darizandin û piştre 18 sal ceza li wan hat birin. Malbata û parêzerên wan îtîrazî cezayan kirin û doza wan li Dadgeha Bilind xera bû û cezayê wan veguherandin muebetê.













