Serokê DYAyê Donald Trump û Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Marco Rubîo, li Washîngtonê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye û Sûriyeyê re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinan hat diyar kirin ku ji bo peymana 10ê Adarê ya di navbera Şamê û HSDê de berdewam bike li hev kirine.
Di 10ê mijdarê de li Washingtonê Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê Esad Şeybanî, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan û Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Marco Rubio hevdîtin kirin. Di heman rojê de Serokê DYAyê Donald Trump bi wezîr Hakan Fidan re jî hevdîtin kir.
Nûnerên Tirkiyeyê û Sûriyeyê di 10ê mijdarê de li Washîngtonê ya DYA bi Serokê DYAyê Donald Trump û Wezirê Karên Derve yê DYAyê Marco Rubio re hevdîtin kirin. Di van hevdîtinan de Wezîrê Tirkiyeyê Hakan Fidan, dîsa dijberiya xwe ya entegrasyona demkoratîk anî ziman. Hakan Fidan li Washîngtonê di hevdîtina Serokê DYAyê Donald Trump û Serokê Hikumeta Demkî yê Sûriyeyê Ahmed Şara de û dîsa di hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Marco Rubio û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad Şeybanî de dijberiya entegrasyonê anî ziman. Lê rayedarên Sûriyeyê û DYAyê diyar kirin ku wan di peymana 10ê Adarê ya di navbera HSDê û Sûriyeyê de li hev kirine.
Heta niha ji ber rageşiyê peymana 10ê Adarê neketibû meriyetê.
Trump: Şara û Erdogan baş li hev dikin
Serokê DYAyê Donald Trump û Serokê Hikûmeta Şamê Ahmet Şara 1,5 saetê hevdîtin kirin. Donald Trump piştî hevdîtinê diyar kir ku ew û Ahmet Şara Baş li hev dikin û dikarin li Rojhilata Navîn gelek karan bi hevre bikin. Donald Trump, diyar kir ku ew dîsa dixwaze bi Ahmet Şara re hevdîtinê bike. Donald Trump, di hevdîtinan de diyar kirin ku Ahmet Şara û Tayyip Erdogan baş li hev dikin.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê jî piştî hevdîtinan anî ziman ku Rêveberiya Şamê û HSD di mekanîzmaya entegrasyonê ku bê avakirin de li hev kirine.
Piştî hevdîtinan hat diyar kirin ku Serokê DYAyê Donald Trump aniye ziman ku dê piştgiriyê bidin avakirina nû ya Sûriyeyê. Di daxuyaniya ku hate dayîn de hat destnîşan kirin ku di 10ê Adarê de di navbera Fermandarê HSDê Mazlum Ebdî û Serokê Hikûmeta Demkî ya Şamê Ahmet Şara de peyman hatiye îmzekirin. Ji bo peyman berdewam bike li hevkirine. Hate gotin ku dê rêveberiya HSDê û artêşa Şamê ji bo ewlehiya neteweyî entegre bibin.













