Enqere – Gerok Mayê li Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê ku li Enqereyê avabûyê kargeha zarokan li dar xist.
Gerok Ma ku di bin banê Ma Musîcê de avabûyê li Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê ya Enqereyê kargeha zarokan li dar xist. Kordînatorê Ma Mûsîcê Şêrko Kanîwar û endamên Gerok Mayê li avahiya Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê bi zarokan re hatin li gel hev û stran gotîn û bi hev re lîstik lîstin.

Malbatên zarokan jî tev li kargehe bûn û di kargehê de zarokan lîstik lîstin û stran gotîn. Her wiha di kargehê de zarokan wêne xêz kirin û rîtîmê xebitîn. Zarokan rojeke bi coş û bi Kurdî derbas kirin.


















