• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kongreya 22yemîn a ÎHDê dest pê kir

    Kongreya 22yemîn a ÎHDê dest pê kir

    Baroya Şirnexê: Li Girtîgeha Şirnexê îşkence li girtiyan tê kirin

    Baroya Şirnexê: Li Girtîgeha Şirnexê îşkence li girtiyan tê kirin

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Divê tavilê cihê gora Seyîd Riza were eşkerkirin 

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Divê tavilê cihê gora Seyîd Riza were eşkerkirin 

    88 sal in kurd di şopa Seyîd Riza de ne

    88 sal in kurd di şopa Seyîd Riza de ne

    ROJEVA 09ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 15ê MIJDARA 2025an

    Ji 70 milyar budçeyê tenê sedî 5 ji bo bajarên Kurdistanê hat veqetandin

    Ji 70 milyar budçeyê tenê sedî 5 ji bo bajarên Kurdistanê hat veqetandin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kongreya 22yemîn a ÎHDê dest pê kir

    Kongreya 22yemîn a ÎHDê dest pê kir

    Baroya Şirnexê: Li Girtîgeha Şirnexê îşkence li girtiyan tê kirin

    Baroya Şirnexê: Li Girtîgeha Şirnexê îşkence li girtiyan tê kirin

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Divê tavilê cihê gora Seyîd Riza were eşkerkirin 

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Divê tavilê cihê gora Seyîd Riza were eşkerkirin 

    88 sal in kurd di şopa Seyîd Riza de ne

    88 sal in kurd di şopa Seyîd Riza de ne

    ROJEVA 09ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 15ê MIJDARA 2025an

    Ji 70 milyar budçeyê tenê sedî 5 ji bo bajarên Kurdistanê hat veqetandin

    Ji 70 milyar budçeyê tenê sedî 5 ji bo bajarên Kurdistanê hat veqetandin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Keskîn Bayindir: Ji Dêrsimê heta Cizîrê divê birînên Kurdan bên dermankirin

Lêl Amed / AW

15 MIJDAR 2025 - 08:05
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, Seyîd Riza û hevrêyên wî bi bîr anî û got: “Ji Dêrsimê heta Roboskî û Cizîrê, heta ku birînên gelê Kurd neyên dermankirin, em nikarin aştî û demokrasiyê ava bikin. Em dixwazin Komîsyonên Heqîqetê werin avakirin, em vekirina arşîvên dewletê dixwazin.”

Di 4ê Gulana 1937an de bi biryara “Herekata Tedîb û Tenkîlê ya Tuncelîyê” ya hikûmeta CHPê ya wê demê, qirkirina Dêrsimê dest pê kir. Operasyon di sala 1938an de bi îmhakirinê bi encam bû. Wezîrê Karên Derve yê wê demê Îhsan Sabrî Çaglayangîl ku di Qirkirina Dêrsimê de wezîfedarekî fermî bû, di bîranînên xwe de wehametê wiha eşkere kiribû, “Li şikeftan penaber bûbûn. Artêşê gaza jehrîn bi kar anî. Di hundirê devê şikeftan de wek mişkan ew jehrî kirin. Kurdên ji heft salî heta heftê salî, li Dêrsimê qir kirin. Herekateke xwînî bû. Doza Dêrsimê jî qediya, otorîteya hikûmetê jî ket dewrê û Dêrsim, wiha qediya. Îro em dikarin bi rehetî bikevin Dêrsimê.”

Di salên 1937-38an de di encama komkujiya li dijî gelê Dêrsimê de ji zarokan bigire heta kal û pîran, bi deh hezaran mirov hatin kuştin. Bi hezaran mirov ji warên xwe hatin sirgûnkirin. Bi hezaran zarokên Dêrsimê, bi taybetî keçik ji malbatên xwe, ji kokên xwe hatin qutkirin.

Niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” tê birêvebirin. Sazî û dezgehên Dêrsimê û gelê Dêrsimê dibêjin heke pêvajo bi ser keve, divê dewlet lêborînê ji gelê Dêrsimê bixwaze û bi Terteleya Dêrsimê re rû bi rû bibe.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP9 Keskîn Bayindir derbarê salvegera bidarvekirina Seyîd Riza û hevalên wî, pêvajoya heyî û pêşketinên dawî de pirsên Ajansa Welat bersivand.

* Salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî ye, darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî di dîrokî cihek xwe çawa hişt? Di bîra kolektîf a gelê Kurd de ev bûyer xwedî cihekî çawa ye?

Berî her tiştî ez di 88mîn salvegera komkujiyê de Seyîd Riza û tevî cangoriyên Terteleya Dêrsimê bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînim. Bi rastî jî dema mijar dibe 15ê Mijdarê salvegera darvekirina Seyît Riza û rêhevalên wî, di dil û mêjiyê me de hestên giran xwe didin der. Lewre, ev dîrok ji bo civaka xwedî cihekî gelek biwate ye. Li aliyekê birîneke sed salan a qalik negirtî dilê me disojîne, li aliyê din wek sembola sekneke birûmet di mêjiyê me de xwe nû dike. Ên ku dîroka ji nêz ve dişopînin baş dizanin ku; bi darvekirina Seyît Riza û rêhevalên wî ne tenê Dêrsim, li dijî gelê Kurd êrîşeke dîrokî pêk hat. Ev encama ku ji Terteleya Dêrsimê derket holê, yek ji îfadeyên herî şênber e ku; gelê Kurd çawa bi ziman, çand, bawerî û hebûna xwe ya civakî ve rastî polîtîkayên înkarê yên dewletê hat. Bi gotineke din 15ê Mijdara 1037an yek ji encama pirgirêka Kurd e.

Pekî çima di şexsê Dêrsimê de gelê Kurd rastî encameke bi vî rengî hat? Ji bo bersiva vê pirsê divê em berê xwe bidin sedsala 19emîn a serdema Osmaniyan. Lewre, pirsgirêka Kurd çavkaniya xwe ji wê serdemê digire. Ji serdemên dawîn ya Osmanî, pêvajoya pirsgirêka Kurd hêdî hêdî dest pê kir. Piştî ku navendîparêziya Osmanî ket meriyetê, ji bo Kurdan jî hêdî hêdî siyaseta înkarê bêhtir derket holê. Em dikarin têkbirina xweseriyên rêveberî di vî warî de wek gavên destpêkê pênase bikin. Bi Rejîma Komarê ve jî ev navendîparêzî bi wek formake bîrdoziya nû derket pêşberî me. Ev forma nû; îdeala ‘afirandina netewa Tirk’ bû.

Bi vê xeyalê ango daxwazê, ristên wekî ‘îradeya gel, xweseriya hêrêmî’ yên ku di qanûna bingehîn a 1921an de cih digirtin, bi qanûna bingehîn a 1924an ji holê hatin rakirin. Bi vê gavê ve feraseta ‘yekperestiyê’ ya ku înkar û bişaftina gelan esas digirt ket meriyetê. Gelê Kurd bi rêya qanûna bingehîn ve bi awayekî zelal ‘tune hat hesibandin’. Bêguman ev pêvajo bi xwe re encamên giran ên siyasî û civakî afirand. Geşedanên wekî Serhildan Şêx Seîd, Berxwedana Agirî, Komkujiya Zîlanê di vî warî de encamên herî dîrokî û civakî ne. Di pêvajoya ku bi têkbirina Serhildana Şêx Seîd ve dest pê kir de, Qanûna Takrîr-î Sukûn hat derxistin. Bi vê qanûnê ve dengê çapemeniyê hat qutkirin, muxalefet hat tasfîyekirin, erdîgariya Kurdan bi opêrasyonên leşkeriî hat dorpêçkirin.

Û di dawiyê de jî di salên 1937-38an de Terteleya Dêrsimê wek encama herî giran a vê pêvajoyê rû da. Gelê Dêrsimê ne tenê bi hinceta ‘serî rakirin’ hatin qetilkirin. Armanca bingehîn nasname, bawerî, çand û sekna wan bû. Di ajandaya fermî ya dewletê de jî ev pêvajo wek ‘tedîp û tenkîl’ bi gotineke din wek ‘cezakirin û tunekirinê’ cih digre. Ji ber vê yekê, darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî sembola vê tasfîyekirina giştî ye. Di şexsê Seyîd Riza de xwestin rûmeta gelê Kurd ceza bikin. Lewre, ew li gel pêşengê serhildanekî, wicdana gel bû. Dema gotina ‘Em zarokên Kerbelayê ne, em vê zilmê qebûl nakin’ dianî ziman, hişmendiya hebûna hezar salan vedigot. Yanî, serî rakirina li dijî zilmê wek heqîqet û wateya hebûna xwe didît.

Tabî, di warê civakî de jî dema em vê dîrokî dinirxînin, rewşeke din a balkêş derdikeve li pêşberî me. Di perspektîfa civakî de divê ev qetlîam tenê wek tundiya dewletê neyê dîtin. Encamên Dêrsimê di heman deme de mîlada qutbûyîna civakî û krîza baweriyê ye. Di şexsê Dêrsimê de pêwendiya baweriyê ya navbera dewlet û Kurdan de bi mayînde qût bû. Ji ber vê yekê jî, gotina ‘aştiyê’ ya Tirkiyeya ‘nûjen’ tu caran li ser bingeheke ku bawerî pê bê, nehatiye rûniştin. Lewre, hevrûbûn pêk nehatin, heqîqet hat fetisandin, êş û elemên gel bi edaletê ve nehatin bersivandin. Ji şûna van gavan çi qewimî? Ji şûna van gavan ji bo dewletê erndîgariya Kurdan ji ‘pêwendiya hemwelatî û ax’ wêdetir, wek pêwendiya ‘gef û kontrolkirin’ hat dîtin, li ser vê esasê Kurdistan di ajandaya dewletê de cih girt. Ev yek jî di bîra civakî de rê li ber travmayên kûr vekir.

Daxwazên ‘edalet û aştiyê’ yên ku îro gelê Kurd tîne ziman jî bi dermankirina vê qutbûyîna dîrokî ve girêdayî ye. Di vî warî de bîranînên Dêrsimê, ji bo travmayên bihûrî dubare nekin, hişmendiya civakî li ser piyan digre. Ji ber vê yekê, qetilkirina Seyîd Riza û hevrêyên wî, di warê lêgerîna çareseriyeke demokratîk de referanseke dîrokî û hişmendiyeke civakî ye. Divê gelê me bi vê ferasete 15ê Mijdarê bigire dest û di têkoşîna demokratîk û di daxwaza aştiyê de ji îradeya wê rojê sûd bigire.

* Paradîgmaya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş dikeve, her çend giran be jî bi pêş ve diçe. Çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên din ên li Tirkiyeyê li ser zemîneke demokratîk, tê çi wateyê? Gelo divê dewlet di vê pêvajoyê de ji ber van komkujiyan lêborînek çawa bixwaze?

Heke hûn paradîgmaya çareseriyê ya ku îro birêz Ocalan pêşniyar dike baş binirxînin, hûn ê bibînin ku ev paradigma bi awayekî nûjen hafizeya berxwedana gelan tîne ziman. Nexşerêya birêz Ocalan a ‘Civaka Demokratîk’ li dijî feraseta netew-dewletiyê ya ku li ser yekperestiyê hebûna xwe didomîne ye, yekîtiya azadiya gelan, baweriyan, nasname û gelan diparêze. Esas herî bingejîn a vê paradîgmayê wekhevî û demokrasî ye.

Li aliyê din, divê ev yek jî neyê jibîrkirin; dema mijar dibe peyva ‘aştiyê’ gelek caran wek wateya wê bêdengkirina çekan tê pênasekirin. Ev nirxandin ne rast e. Aştî, meseleyeke gelek kûr û pirralî ye. Aştî, bidawîbûna înkar û asîmîlasyona sed salan e. Aştî, di navebera dewlet û gelan de li ser esasên nirxên demokrasî, wekhevî û azadiyê peymaneke civakî ye. Heke aştî li ser van ristan pêk bê, wê ji bo pêşeroja gelên Kurdistan û Tirkiyê veguhestineke nû pêk bê.

Lê, mixabin heya niha nêzikatiya dewletê an jî desthilatdariyên siyasî ji vê rastiyê gelek dûr meşiya. Darvekirina Seyît Riza û rêhevalên wî jî vê rastiyê şênber radixe li ber çavan. Di şexsê kesayetên wekî Seyît Riza û Şêx Saîdan de ji gelê Kurd re gotin; ‘an teslîm bibin, îtaet bikin an jî îmha’. Ev nêzîkatî bingeha pirsgirêka Kurd e.

Divê ev helwest bidawî bibe. Pêvajoya çareseriyê ya ku em îro şahidiya wê dikin, ji bo şikandina vê zîncîra dîrokî hewldaneke gelek girîng e. Di vê çarçoveyê de, bi Dêrsim, Zîlan, Roboskî û jêrzemînin Cizîrê re hevrûbûn wê ber bi aştiyê ve bibin gavên herî sereke û wê xelexên vê zîncîra înkar û bişavtinê bişkînin. Divê hem destilatdariya siya û hem jî feraseta dewletê vê heqîqetê qebûl bike. Ev yek, rista herî girîng a sazkirina aştiyê ye.

Di vê warî de, di navbera bîranîna Seyîd Rizayan û nexşerêya Birêz Ocalan de pêwendiyeke dîrokî heye. Her du ji heman heqîqetê yanî ji azadî û wekheviya gelan sûd digrin. Seyîd Riza jî, Şêx Saîd jî û hevrêyên wan jî li ber îdamê çok nedanîn. Birêz Ocalan jî bi heman îradeyê di bin tecrîda giran de heya niha ji bo pêşeroja gelan parazvaniya aştiyê kir. Bi vê îradeyê ji bo veguhastina civakî peragaleke nû ava kir. Bi vê yekê ve ji bo siyaseta demokratîk jî firsendek afirî. Ji bo ev firsend bi serkeftinê yanî bi aştîyê bi encam bibe, divê destilata siyasî û dewlet wêrek be.

* Hûn wekî DBPê di pêvajoya heyî de berpirsiyariyek cidî dikeve ser milê we jî, gelo we wekî partî ji bo serketina pêvajoyê nexşerêyeke çawa diyar kiriye?

Rast e, wek DBPê em vê pêvajoya dîrokî bi berpirsyariyeke mezin pêşwazî dikin. Em, îradeya demokratîk a gelan diparêzin. Ji ber vê yeke, hem di azadiya gelê Kurd de û hem jî di demokratîkbûyîna Tirkiyê de em hewl didin wek pirekî bi rola xwe rabin.

Bi vê armancê nexşerêya me li ser sê ristan dimeşe. Rista yekemîn; avakirina civaka demokratîk e! Wekî ku hûn jî dişopînin, Em îradeya gel esas digrin û em dibêjin ‘demokrasiya rasteqîn ji gel dest pê dike’. Li ser vê esasê, DBP, bi perspektîfa xwe, bi meclîsên xwe yên ciwan û jinan û bi tevî rêxistinên xwe ve têkoşîna siyaset û civaka demokratîk dimeşîne.

Rista me ya duyemîn jî bihêzkirina îradeya aştî û çareseriya demokratîk e. Hem di qada navneteweyî de, hem di Rojilata Navîn de û hem jî li Tirkiyê û Kurdistanê em hewl didin aştî li gorî berjewendiyên gelan saz bibe. Têkoşîna me li ser vê esasê ye. Lê, em baş dizanin ku; şerta herî bingehîn a pêşxistina pêvajoyê azadiya birêz Ocalan e. Di mînakên berî niha meze bikin; kîngê dengê Birêz Ocalan hatibe qutkirin, wê demê ji şûna aştiyê siyaseta şer pêş ketiye. Ji ber vê yekê, rêya herî bi bandor a pêşxistina îradeya aştî û çareseriyê azadiya birêz Ocalan e. Ji bo daxwaza aştiyê pêş bikeve, ji bo siyaset li ser esasên demokrasiye bimeşe, divê ev rastî bibe sernavka rojava siyasî û civakî.

Ji bo azadiya gelê Kurd û ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê rista me ya sêyemîn jî; têkoşîna bi heqîqetê re hevrûbûnê ye. Ji Dêrsimê heya Robaskî û Cizîrê heya ku birînin gelê Kurd neyên dermankirin, em nikarin aştî û demokrasiyê saz bikin. Em dixwazin Lijneyên Heqîqetê bên avakirin, em vekirina arşîvên dewletê daxwaz dikin, em daxwaz û dengê gelên bindest diparêzin. Lewre, aştî encax bi têkoşîna edaletê ve mumkun e.

Li ser van ristan, em xwedî li îradeya çareseriyê ya birêz Ocalan derdikevin. Wek DBPê em hewl didin birîn û janên paşerojê veguherînin hêviya siberojê. Bi hêza gel, bi azadiya jinan û bi demokrasiya xwecîhî em bi bawer in ku em ê bi serkevin. Divê gelê me jî di vê çarçoveyê de nêzî pêvajoyê bibe. Çawa ku pêşiyên me li ber darên îdamê jî serî netewandin, divê em jî bi heman îrade û seknê xwedî li pêvajoyê derbikevin.

Etîket: Abdullah OcalanHevserokê Giştî yê DBPê Keskîn BayindirKeskîn BayindirKomkujiya DêrsimêŞêx SeîdSeyid Riza
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Divê tavilê cihê gora Seyîd Riza were eşkerkirin 

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Divê tavilê cihê gora Seyîd Riza were eşkerkirin 

15 MIJDAR 2025
88 sal in kurd di şopa Seyîd Riza de ne

88 sal in kurd di şopa Seyîd Riza de ne

15 MIJDAR 2025
Abdullah Zeydan: Divê dewlet jî li gorî ruhê pêvajoyê gav biavêje

Abdullah Zeydan: Divê dewlet jî li gorî ruhê pêvajoyê gav biavêje

14 MIJDAR 2025
Dayika sê cangoriyan: Divê ewil Serokê me azad bibe

Dayika sê cangoriyan: Divê ewil Serokê me azad bibe

13 MIJDAR 2025
Berdan Ozturk: Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan ji bo pêvajoyê şert e

Berdan Ozturk: Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan ji bo pêvajoyê şert e

12 MIJDAR 2025
Abdullah Ocalan: Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, bi Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe

Abdullah Ocalan: Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, bi Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe

8 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (220)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne