Amed – Xizmên Windayan û nûnerên Şaxa ÎHDê ya Amedê bi boneya winda bên dîtin û kujer bêne darizandin, di hefteya 875an de aqûbeta Hakki Kaya pirsîn. Endamê ÎHDê Yahya Polat anî ziman ku polîsan Hakki Kaya li Torosa Spî siwar kirin û careke din agahî jê nehat girtin.
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê tevî şiliyê jî di hefteya 875an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” li pêşiya Bîrdariya Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Amedê berdewam kirin. Nûnerên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de beşdaran wêneyên windayan hildan û aqûbeta Hakki Kaya pirsîn. Hakki Kaya, di 1996an de li gundê Saydamliyê, yê navçeya Licê ya Amedê polîsan ew binçav kirin û winda kirin.
Endamê Komîsyona Windayan a ÎHDê Firat Akdenîz li çalakiyê de axivî û got: “Em bi salan e li van qadan bang dikin. Em dibêjin bila winda bêne dîtin. Dayîkên me gelek caran ev bang kirine û têkoşîna xwe meşandine. Êşa malbatên xizmên windayan gelek giran e. Em dixwazin hestiyên windayên xwe bîbinin. Heta windahiyên me bên dîtin em ê li vir bin”
Endamê ÎHDê Yahya Polat jî di çalakiyê de daxuyanî xwend û got: “Hakki Kaya di sala 1949an de li gundê Saydamliyê yê navçeya Licê ya Amedê ji dayik bûye. Hakki li navenda bajarê Amedê bi malbata xwe re dijiya. Sê roj berî ku di wesayîteke Toros a spî de were binçavkirin, Hakki Kaya dema ku ji nimêja înê ya li nêzî Mizgefta Hz. Suleyman li navçeya Sûrê ya Amedê derdiket, sê polîsên bi cilên sivîl ew rawestandin û gotin, ‘Tu dê bi me re werî qereqola polîsan’. Hakki Kaya ev yek red kir û got, ‘Karên min hene. Em ê paşê werin qereqolê.” Sê roj piştî vê bûyerê, di 18ê Mijdara 1996an de, Hakki Kaya bi Ahmet Yaşar û hevalekî wî yê bi navê Metîn, ku paşnavê wî nehatiye zanîn, hatin girtin”
‘Rastî heqaretên giran hat’
Yahya Polat da zanîn ku dema ew ber bi Tek Kapiyê ve dimeşiya, nêzîkî Lîseya Ziya Gokalp, wesayîtek bi plakaya “06 EKN 22” a Torosê spî, li kêleka wan sekinî û got: “Sê zilamên çekdar, ku tê îdiakirin polîs bûne, ji wesayîtê daketin Hakkı Kaya û hevalên wî rawestandin û dest bi lêgerîna wan kirin. Piştre sê zilamên çekdar ji wan çend pirs pirsîn, dû re Kaya û hevalên wî bi zorê xistin nav zikê wesayîtê û bi reviyan. Dema ku ew ber bi Lîseya Pîşeyî ya Pîşesaziyê ve çûn, Ahmet Yaşar û Metîn, digel Hakki Kaya ji wesayîtê hatin derxistin. Ahmet Yaşar, ku her wiha daxwaza berdana hevalê xwe kir ji aliyê sê zilamên çekdar ve rastî heqaretên giran hat. Hakkı Kaya ku ji derdora Lîseya Ziya Gokalp a li Torosa spî hatibû birin, careke din tu kes agahî ji wî nebihîst.”
Çalaki bi deqeyek rêzgirtinê bi dawî bû.

















