• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Talabanî û Eraqçî li ser geşedanên dawî axivîn

    Talabanî û Eraqçî li ser geşedanên dawî axivîn

    Rejîma Îranê girtiyên siyasî wekî mertalên zindî bikar tîne

    Rejîma Îranê girtiyên siyasî wekî mertalên zindî bikar tîne

    DYAyê li Bender Abbasê li keştiya şerî ya Îranê da

    DYAyê li Bender Abbasê li keştiya şerî ya Îranê da

    Moşekek Îranê ya ku berê wê li Tirkiyeyê bû hate îmhakirin

    Moşekek Îranê ya ku berê wê li Tirkiyeyê bû hate îmhakirin

    Moşekek Îranê kete Qamişloyê

    Moşekek Îranê kete Qamişloyê

    Pervîn Buldan: Tê payîn ku qanûn dê piştî cejne biçin komîsyona edaletê  Mîthat Sancar: Armanca pêvajoyê aştî ye û temînata aştiyê jî edalet e

    Hevdîtina şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Karên Navxweyî re bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Talabanî û Eraqçî li ser geşedanên dawî axivîn

    Talabanî û Eraqçî li ser geşedanên dawî axivîn

    Rejîma Îranê girtiyên siyasî wekî mertalên zindî bikar tîne

    Rejîma Îranê girtiyên siyasî wekî mertalên zindî bikar tîne

    DYAyê li Bender Abbasê li keştiya şerî ya Îranê da

    DYAyê li Bender Abbasê li keştiya şerî ya Îranê da

    Moşekek Îranê ya ku berê wê li Tirkiyeyê bû hate îmhakirin

    Moşekek Îranê ya ku berê wê li Tirkiyeyê bû hate îmhakirin

    Moşekek Îranê kete Qamişloyê

    Moşekek Îranê kete Qamişloyê

    Pervîn Buldan: Tê payîn ku qanûn dê piştî cejne biçin komîsyona edaletê  Mîthat Sancar: Armanca pêvajoyê aştî ye û temînata aştiyê jî edalet e

    Hevdîtina şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Karên Navxweyî re bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şaredariyan xebatên xwe yên jinan vegotin

Wan / AW

21 MIJDAR 2025 - 20:02
Kategorî: JIN, ROJANE
A A
Şaredariyên DEM Partiyê yên Wanê di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de kom bûn û xebatên xwe yên ji bo jinan kirine vegotin.

Di çarçoveya xebatên 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de bi pêşentiya Şaredariya Ebexê ya Wanê civînek agahdarî û nirxandinê ji bo pêşxistina navendên hevgirtina jinan hat lidarxistin. Civîna ku li Eywana Perwerdehiyê ya Parêzer Cûmhûr Keskîn ya Baroya Wanê hat lidarxistin, bi dirûşmeya “Ji bo jiyaneke azad û bê tundî gotina me neqediya! Em ê tundiyê bi hev re rawestînin” hat lidarxistin. Di eywana ku civîn lê hat kirin de pankarata “Jin jiyan e, jiyan xwebirêvebirin e” hat daliqandin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, hevşaredarên navçeyên Wanê, nûnerên rêxistinên jinan ên li bajêr û nûnerên jin ên rêxistinên demokratîk beşdarî civînê bûn.

Civîn, bi nîşandana sînevîzyona ku xebatên navendên hevgirtinê û jinan ên ku ji hêla şaredariyên DEM Partiyê yên Wanê ve hatine vekirin, dest pê kir. Piştî sînevîzyonê Hevşaredara Ebexê Hatîce Atabay Gundogdû, da zanîn ku ew bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiyê jinê xebatên xwe dimeşînin û behsa xebatên xwe kir.

‘Aştî bê jinan ne mimkun e’

Piştre Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê û Hevşaredara GABBê Neslîhan Şedal mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku ew xwedî hêz û vîna avakirina jiyaneke azad û wekhev in. Neslîhan Şedalêanî ziman ku ew di rêveberiyên xwecîhkî ku bi feraseta hevgirtinê ya nasnameya jinê xebatan dimeşîne de xeta azadiya jinê esas digirin û got: “Her wiha em bi rêveberiyên xwecîhkî re ji bo ev yek bêtir civakî bibe xebatan dimeşînin. Niha pêvajoyeke aştiyê heye, aştî bê jinan ne mimkun e û pêvajoyek bê jin nedemokratîk e. Em jin ku ewqas bi israr in vê têkoşînê bikin navneteweyî, divê hemû enerjiya xwe ji bo demokratîkkirina civakê û aştiya civakî xerc bikin. Em ê qadan neterikînin, em ê li meydanan bin, dê malek tune be ku em nekevinê, dê derîyek tune be ku em lê nexin. Têkoşîna me dê berdewam bike heta ku em azadiyê li her derê binexşînin.”

Dûre hemû hevşaredarên navçeyan û midûriyetên wan ên kar û barên jinan derbarê xebatên xwe yên ji bo jinan kirine de axivîn û bal kişandin ser têkoşîna jinan. Piştre rêveberên koperatîfan behsa kar û barên xwe û pirsgirêkên xwe kirin. Herî dawî Hevberdevka Konseya Bajêr Sevgî Ozdînç axaftina dawiyê kir û da zanîn ku ew li dijî tunehesibandinê bi hemû hêza xwe dixebitin.

Piştî axaftinan civîn bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

 

Etîket: JinŞaredarîWanXebat
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rihan Loqo: Şoreşa Jinê ji bo tevahî tevger û rêjistinên jinan bû mînak

Rihan Loqo: Şoreşa Jinê ji bo tevahî tevger û rêjistinên jinan bû mînak

4 ADAR 2026
Li Dihê şahiya dengbêjiyê hate lidarxistin

Li Dihê şahiya dengbêjiyê hate lidarxistin

4 ADAR 2026
Li Sêrtê jinan tax bi tax belavok belav kirin

Li Sêrtê jinan tax bi tax belavok belav kirin

3 ADAR 2026
Otomatik taslak

Egîtîm Sen a Wanê: Berpirsê yekem wezaret e

3 ADAR 2026
Li  Sêrtê jin bênavber mal bi mal xebatên 8ê Adarê dikin

Li  Sêrtê jin bênavber mal bi mal xebatên 8ê Adarê dikin

2 ADAR 2026
Ji jinên girtî re qert û fularên pîrozbahiya 8ê Adarê şandin

TUHAY-DERê jinên girtî re kefiyên 8ê Adarê şand

2 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Pervîn Buldan: Tê payîn ku qanûn dê piştî cejne biçin komîsyona edaletê  Mîthat Sancar: Armanca pêvajoyê aştî ye û temînata aştiyê jî edalet e

    Pervîn Buldan: Tê payîn ku qanûn dê piştî cejne biçin komîsyona edaletê
    Mîthat Sancar: Armanca pêvajoyê aştî ye û temînata aştiyê jî edalet e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Oremar: Gel ji Îsraîl û DYAyê bawer nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên TJAyî: Pêvajo ji bo mezinkirina têkoşîna jinê fersendek mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rihan Loqo: Şoreşa Jinê ji bo tevahî tevger û rêjistinên jinan bû mînak

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Dildar bi kîjan zimanî bixwazin em ê pirtûka wan bideng bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Macron: Soza me ji Kurdan re heye û em dê pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Em ê li cem têkoşîna demokratîk a gelên Îranê bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne