• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Yekîtiya Hunermendên Kurd: Em ji bo hunera azad tev li mitîngê bibin

    Yekîtiya Hunermendên Kurd: Em ji bo hunera azad tev li mitîngê bibin

    Komîsyona Meclisê bi rojeva hevdîtina Îmraliyê civiya

    Civîna Komîsyonê qediya: Xebat 2 mehên din hat dirêjkirin

    Hunermend Nîhal Ay li Rojava jiyana xwe ji dest da

    Hunermend Nîhal Ay li Rojava jiyana xwe ji dest da

    MEBYA-DER: Em ji bo azadiyê tev li mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bibin

    MEBYA-DER: Em ji bo azadiyê tev li mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bibin

    Numan Kurtulmuş: Em hatin asta nivîsandina rapora hevpar

    Numan Kurtulmuş: Em hatin asta nivîsandina rapora hevpar

    Muzakerevanê Mandela: Ocalan sembola azadiya gelê Kurd e

    Muzakerevanê Mandela: Ocalan sembola azadiya gelê Kurd e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Amed carek din mazûvaniya mitîngek dîrokî dike

Ugur Dînler / AW

24 KANÛN 2025 - 09:16
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Hevserokên DEM Partî û DBPê yên Amedê banga tevlibûna mitîngê li gel kirin û gotin: “ Werin em ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd beşdarî mîtînga 4ê Çile bibin û dengê xwe bilind bikin.”

Platforma Saziyên Demokratîk dê di 4ê Çileyê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mitînga “Hêvî û Azadiyê” li dar bixe. Mitîng, dê saet di 13.00ê de dest pê bike. Ji bo mitînga “Hêvî û Azadiyê” partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl dest bi xebatên amadekariyê kirin e û ji bo mitîngê dixebitin.

Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) ya Amedê Rûçem Vefa Elyakût û Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Gulşen Ozer derheqê xebatên mitîngê de axivîn.

‘Heya Serokê me azad nebe pêvajo baweriyê nade’

Gulşen Ozer bal kişand ser gav neavêtina dewletê û got: “Pêvajo li ser banga brêz Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk pêş ket. Lê dewletê hîn gavên şênber neavêtine. Ji ber vê yekê dema ku em dibêjin emê bingeha aştiyê ava bikin gel dibêje ‘Heya Serokê me azad nebe ev pêvajo baweriyê nade me.’ Em jî ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di 4ê Çileyâ 2026an de mitinga Hêvî û Azadiyê li dar dixin. Em bang li gelê xwe dikin ku em bi hevre azadiya brêz Abdullah Ocalan û azadiya hemu gelan bixwazin.”

Em ê bi hevre aştiyê ava bikin’

Gulşen Ozer da zanîn ku wan ji bo mitîngê li hemû navçeyan komîsyon avakirine û wiha domand : “Li tax û kolanan xebatên me didomin. Em dixwazin gel jî di nav xebatên me de cîh bigire. Em ê bi hevre bingeha aştiyê ava bikin. Şiyara me ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gelan e,’ bi vê şîarê emê xebatên xwe bimeşînin.”

Bi vê nêzikatiyê pêvajo nagihêje tu encamê

Rûçem Vefa Elyakûtê jî da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd 26 sal in di bin tecrîdê de ye, lê tevî vê tecrîda giran xebatên ji bo aştî civaka demokratîk berdewam kiriye û axaftina xwe wiha domand: “Em jî dizanin ku heta brêz Abdullah Ocalan azad nebe û tecrîd bidome, gelê Kurd jî azad nabe. Bi vê nêzikatiyê jî pêvajo nagihêje tu encamê. Em ê di 4ê Çileya 2026an de li qada Îstasyonê mitîngekê li dar bixin. Ev mitîng pir girînge. Em ê dengê xwe ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd û azadiya gelê Kurd bilind bikin. Bi taybetî divê jin û ciwan û hemu gelê me dengê xwe bilind bikin.”

‘Werin em bi hevre pişt bidin Rêberê Gelê Kurd’

Rûçem Vefa Elyakût diyar kir ku sed sal in gelê Kurd di bin desthilatiyê de ye û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd jî vê yekê dizane. Ji ber vê yekê têkoşîneke bê hempa dimeşîne. Divê em piştgiriyê bidin Rêberê Gelê Kurd Brêz Abdullah Ocalan. Birêz Ocalan dibêje ‘Heya civak azad nebe ez jî azad nabim.’ Em jî dibêjin heya Rêberê Gelê Kurd azad nebe civak jî azad nabe. Li tax, kolan û navçeyan me komisyona xwe avakiriye û roj bi roj em xebatên xwe dimeşînin. Bi taybetî banga me ji dayik, jin û ciwanên me ew ke ku bi girseyî beşdarî mîtîngê bibin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixwazin.”

Etîket: Abdullah OcalanDBPDEM PartîGulşen OzerMîtînga Hêvî û AzadiyêRuçem Vefa Elyakut
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Yekîtiya Hunermendên Kurd: Em ji bo hunera azad tev li mitîngê bibin

Yekîtiya Hunermendên Kurd: Em ji bo hunera azad tev li mitîngê bibin

24 KANÛN 2025
MEBYA-DER: Em ji bo azadiyê tev li mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bibin

MEBYA-DER: Em ji bo azadiyê tev li mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bibin

24 KANÛN 2025
Muzakerevanê Mandela: Ocalan sembola azadiya gelê Kurd e

Muzakerevanê Mandela: Ocalan sembola azadiya gelê Kurd e

24 KANÛN 2025
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

24 KANÛN 2025
Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’: Werin em dengê azadiyê bilind bikin

Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’: Werin em dengê azadiyê bilind bikin

23 KANÛN 2025
Turkdogan: Di raporên partiyan de ji bo çareseriyeke mayînde pêşniyar tune ne

Turkdogan: Di raporên partiyan de ji bo çareseriyeke mayînde pêşniyar tune ne

23 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (483)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne