* Endamê Konseya Rêveber a KCKê Zubeyîr Aydar derbarê raporên partiyên siyasî ku teslîmî komîsyonê kirin de anî ziman ku raporên AKP, MHP û CHPê nikarin pirsgirêkê çareser bikin û got: “Rapora her du partiyên desthilatê divê biguhere. Bi vê hişmendiyê tiştek nagihêje encamekê.”
* Endam û rêveberên MEBYA-DERa Amedê bi boneya mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya ku di 4ê Çileya 2026an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin bangewazî kirin û gotin: “Heta ku Serokê me azad nebe em jî azad nabin.”
* Şukru Acar ê ku 15 sal in kurê wî tev li nava Tevgera Azadiyê bûye diyar kir ku çend sal in emniyeta Êlihê li wan digere û wan aciz dike.
* Piştî tespîtkirina mûçeya kêmtirîn diyar bû welatiyên Amedê bertek nîşan dan û gotin: “Heger dikarin bila siyasetmedar û dewlemend bi vê mûçeyê debara xwe bikin.”
* Gelê Wanê li dijî qelsbûna zimanê Kurdî ya di nav Kurdan de nerazîbûna xwe anîn ziman û xwestin ku her Kurdek li zimanê xwe xwedî derbikeve û li her qada jiyanê bi Kurdî biaxive.
* Li Tirkiyeyê 77 fabrîqeyên çîmento hene. Ji van 77 fabrîqeyan 20 fabrîqe li bakurê Kurdistanê hatine avakirin. Li gorî lêkolînên zanistî herî zêde fabrîqeyên çîmendo derdorê qirêj dikin û nexweşiya pençeşêrê zêde dike.
* Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê bi şiyara, “Bi Îslama Demokratîk ber bi Civaka Demokratîk ve” dê li ÇandAmedê kongreya xwe ya asayî ya yekemîn li dar bixe. (10:00)
* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê derbarê geşedanên dawî de li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)
* Bi pêşengiya MEBYA-DERê dê li Mala Şînê ya Çêrmûgiyan a li Taxa Firatê ya navçeya Peyasa Amedê bi awayekî girseyî serdana şîna hunermend Nîhal Ay (Sîdar Amed) bê kirin. (14.00)
* MED TUHAD-FED dê têkildarî mitînga “Hêvî û Azadiyê” li avahiya xwe ya li Amedê daxuyanî bide. (15.00)
Kirmanckî
* Nuştox û Mamosteyê kirmanckî Hacî Ozkal do 27ê kanûne de Amed de programê Daşinasnayîşê Setê Kitabanê xo bikero.









