Dîmenê çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê, cenazeyê endamek Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji qata sêyan a avahiyekê diavêjin, hat weşandin.
Dîmeneke ji Helebê nîşan dide ku çeteyan tu pîvanên exlaqî û mirovî nas nakin. Çeteyên hikûmeta demkî dîmenek ji taxa Şêxmeqsûdê parve kir.Dîmenê ku sûcên şer piştrast dike ku çete bêrêziyê li cenazeyê endameke Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikin û bi gotinên “Allahû Ekber” cenaze ji avahiyekê diavêjin.
Heya niha nasnameya endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn nehatiye diyar kirin. Lê çeteyan destnîşan kir ku yê sekvanekê ye ku bi tena xwe bi saetan li ber xwe daye û jiyana xwe ji dest daye.
Dîmen ku bi lez di medyaya dîjîtal belav bûye, rê li ber nerazîbûnên mezin vekir.













