Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Şirenxê li navçeya Cizîrê li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bi hezaran kes meşiya û xwedî li Rojava derket.
Li Cizîra Botan bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Şirnexê, li dijî êrişên ser Rojava bi hezaran kes meşiya. Girseya ku li taxa Cudî ya Cizîrê kom bû û heta ber Şeredariya Cizîrê meşiya. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê, endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî û bi hezaran welatî tev li meşê bûn. Di meşê de bênavber dirûşmên dilsoziya bi Abdullah Ocalan û Rojava re hatin berzkirin.
Piştî meşê dê li ber Şeredariya Cizîrê daxuyanî hate dayîn.













