Banga seferberiya netewayî; gelê Kurd xiste nava liv û lebata awarte. Ji Kerkûkê karwanek ji bo biçe Rojava û beşdarî serferberiya neteweyî bibe, bi rê ket.
Wek hemû bajarên Kurdistanê dîmenê karwanên beşdarî seferberiya neteweyî bibin ji Kerkûkê jî hat. Gel bersiv da banga neteweyî û karwana destpêkê ji bo biçe Rojava bi rê ket. Karwan bi dirûşmeya “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” ji Kerkûkê bi otobusan bi rê ket.
Wek li gelek deverên Kurdistanê, Kerkûkê jî bersiv da banga seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweser a Rojava.
Bi sedan kes bi otobusan ketin rê
Li gor nûçeya Rojnewsê îro bi destpêka rojê re gelê Kerkûkê ji bo destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê biparêze ji Kerkûkê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve bi rê ket. Hat gotin ku bi sedan kes bi otobusan ji Kerkûkê derketine rê.













