Xelkê Bakurê Kurdistanê li ser sînorê Nisêbîn û Qamişlo bi armanca piştgiriya Rojava dest bi nobetê kir.
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Bakurê Kurdistanê ji bo piştgirî bidin banga seferberiya neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê li ser sînorê Nisêbîn û Qamişlo dest bi nobetê hate kirin.
Hevserokên Giştî yên DBPê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar, rêveberên DBP, DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatî tev li nobetê bûn.
Keskîn Bayindir ji ajansa me re axivî û banga beşdariya nobetê li gelê Bakurê Kurdistanê kir.













