Foza Yûsif bang li her kesê kir ku çalakiyên xwe sist û lewaz nekin û got: “Hê tiştek diyar nîne bê ka wê desthilata Şamê li gorî agirbestê tevger bike an na?”
Endama Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek da.
Peyama Foza Yusif wiha ye: “Her çiqasî agirbest hatibe îlankirin jî lê hîna jî tiştek nediyare ka wê desthilata Şamê li gorî agirbestê tev bigere yan na? Lewre divê em çalakiyên xwe sist nekin û helwesta xwe lewaz nekin. Divê hemû gelê me li ser piyan be.”












