Li Stenbolê polis êrişî çalakiyên li dijî êrişên ser Rojavayê kiribûn û 29 kesan binçav kirin. 29 binçavkirî piştî karûbarên îfadeyê hatin berdan.
Li dijî êrişên çeteyên HTŞê û girêdayî Tirkiyeyê li gelek bajaran çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin. Li gelek taxên Stenbolê jî çalakiyên nerazîbûnê hatin pêkanîn. Polîsan li Sancaktepeyê 20 li Esenyurtê jî 9 welatî binçav kirin. Piştî karûbarên îfadeyê 20 kes sewqî Dadgeha Nobedar hatin kirin.
Dadgeha Nobedar piştî karûbarên îfadeyê derbarê 20 binçavkiriyan de biryara berdanê da. 9 kesên li Esenyûrtê hatibûn binçavkirin jî piştî karûbarên îfadeyê yên li Midûriyeta Polîsan a Vatanê hatin berdan.














