Cîgirê Serokwezîrê Îngilistanê David Lammy bi şandeya Rojava re civiya û derbarê geşedanên dawî yên li Rojava û êrîşên li ser Kurdan de agahî girt.
Li paytexta Îngilistan Londonê, Cîgirê Serokwezîrê Îngilistanê David Lammy, di bernameyeke ku ji aliyê Partiya Karkeran a hikûmeta Îngilistanê hate lidarxistin, bi şandeya Rojava re civiya.
Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Ebru Gunay jî di hevdîtinê de cih girt. Şandeya Rojava derbarê geşedanên dawî yên li Rojava û êrîşên artêşa Sûriyeyê ya li ser Kurdan de agahî da Lammy. Lammy, piştî şande guhdar kir tu daxuyanî neda, lê not girt.
Seroka Giştî ya Partiya Karkeran Anna Turley, parlamenter Florene Eshalomî û Marsha De Cordova jî di nav de gelek siyasetmedar tevlî civînê bûn.













