Welatiyên Amedê nerazîbûn nîşanî êrişên li ser Rojava dan û gotin: “Em êrişên li ser Rojava tên kirin qebûl nakin, em piştgiriyê didin berxwedana Rojava.”
Gelê Bakurê Kurdistanê bênavber ji bo parastina destkeftiyên Rojava her gav û saet li ser pêyan e û li dijî êrişên qirkirinê yên çeteyên HTŞ, SMO û DAIŞê radibin. Xelkê Bakur bi çalakiyên cihêreng hêrsa xwe nîşan dide û dilê xwe bi Rojava re kirine yek. Welatiyên Amedê jî ji bo piştgiriya Rojava her roj çalakiyê xwe berdewam dikin. Welatiyên Amedê ji ajansa me re axivîn û nerazîbûn nîşanî êrişên qirkirinê yên li dijî Rojava dan û piştgirî dan berxwedana Rojava.












