• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Meşa kedkaran a ber bi Kadikoyê ve dest pê kir

    Meşa kedkaran a ber bi Kadikoyê ve dest pê kir

    Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

    Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Meşa kedkaran a ber bi Kadikoyê ve dest pê kir

    Meşa kedkaran a ber bi Kadikoyê ve dest pê kir

    Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

    Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Nisêbînê bang kirin: Ji bo alîkariya mirovî deriyên sînor vekin

Navenda Nûçeyan / AW

27 ÇILE 2026 - 16:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Saziyên Demokratîk têkildarî êrişên li ser Rojava li navçeya Nisêbînê daxuyaniyek li dar xist. Parlamenterên DEM Partiyê Adalet Kaya û Newroz Ûysal ên li vir axivîn, bal kişandin ser dorpêça Kobanê û destnîşan kirin ku divê dorpêç bê rakirin û ji bo alîkariya mirovî deriyên sînor bên vekirin.

Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrdînê xwest têkildarî êrişên li dijî Rojava li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê meşekê li dar bixe. Polîsan “biryara qedexeyê” ya Walîtiya Mêrdînê weke hincet nîşan da li hemû rêyên diçin navçeyê noxteyên kontrolê danîn ketina gelek wesayîtan a li navçeyê astengkirin. Tevî astengkirinan jî girseya ku parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, ciwanên enternasyonalîst, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî ên ji Mêrdîn û Şirnexê û navçeyên wê hatin li Qada Newrozê kom bûn. Girseyê li vir dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” , “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” , “Rojava rûmet e, rûmeta gelê Kurd e” , “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e” berz kirin û stranên şoreşgerî gotin.

Dayikeke ji Rojhilat tîşortê ku wêneyê kurê wê yê di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest da li ser bû nîşanî polîsan da û got “Gelê Kurd yek e, hûn nikarin biqedînin. Gelê Kurd gelekî birûmet e, li hemberî we serî natewîne.” Girseya ku ji bo meşê kom bû dowîzên “Rojava xeta me ya sor e” , “Kezên me berxwedan e” , “Jin jiyan azadî” û “Ji dagirkerî, dorpêç û komkujiyê re na” hilgirtin. Girseyê di bin dorpêça polîsan de demekî dirêj dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” , “Rojava rûmeta me ye” , “Terorîst Colanî” , “Bijî berxwedana Kobanê” berz kirin û stranên şoreşgerî gotin. Ji ber destûra meşê nehate dayîn li Qada Newrozê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de ku pankarta li ser “Rojava berxwedan e, azadî ye, wijdan e, nikare teslîm bê girtin. Xwedîderketina li Rojava Xwedîderketina li Mirovahiyê ye” hate hilgirtin, parlamenterên DEM Partiyê Adalet Kaya û Newroz Ûysal Aslan axivîn.

‘Dixwazin Kobanê careke din di nav tarîtiyê de bihêlin’

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya ku ewilî axivî, bertek nîşanî dorpêça polîsan da û wiha got: “Gelê Kurd li çar aliyê cîhanê bûye yek lê Walîtiya Mêrdînê vê mafên me yên demokratîk asteng dike. Ev qedexe bêhiqûqî ne. Heta ku Kobanê di bin dorpêçê de be gelê Kurd dê li her derê li kolanan be. Beriya 11 salan duh Kobanê hate rizgarkirin. Hewl tê dayîn Kobanê careke din din nav tarîtiyê de bihêlin. Gelê Kurd bi salan e ji bo azadiya xwe têdikoşe. Kobanê Pirsûs e, Amed e. Bila her kes vê bizanin, gelê Kurd yek e Kurdistan yek e.

Divê dorpêça li Kobanê bê rakirin, deriyên sînoran vekin

Em ji Nisêbînê li kêleka Qamişloyê bang dikin; li Kobanê 5 zarok ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. Dibêjin agirbest heye lê li gorî agirbestê tevnagerin. Dema ev dibin ji me re dibêjin ku dengê xwe dernexînin. Hûn nikarin berxwedana gelê Kurd asteng bikin. Tişta li Kobanê tê kirin li hemû Kurdan tê kirin. Dixwazin Rojava di nava tarîtiya DAIŞê de bihêlin. Dê jin destûrê nedin vê yekê. Divê dorpêça li ser Kobanê bê rakirin û deriyên sînor vekin ku alîkariya mirovî bikare biçe. Alîkarî amade ne divê deriyên sînor bên vekirin. Em ji rayagiştî ya cîhanê re bang dikin divê her kes ji Rojava re bibe deng. Gelê Kurd dê li malên xwe nerûnin, li dijî kesên ku dixwazin me bifetisînin em ê dengê xwe bilind bikin.”

‘Derdê wan ne aramî ye, derdê wan Kurd in’

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan jî bi bîr xist ku gelê Kurd bi rojan e li ser pêyan in û wiha got: “21 roj in êriş berdewam dikin. Ya ku li Sûriyeyê êriş dike hikumeta Şamê ya ku aştiyê û xwişk û biratiyê naxwaze ye. Pêkanînên HTŞê berdewama DAIŞê ye. Tiştên ku îro li Rojava diqewimin hewldanên ku Kurdan sedsaleke din bêstatu bihêlin e. Li Sûriyeyê êrişeke li dijî pêşeroja gelan heye. Li Sûriyeyê têkoşîneke enternasyonalîst hedef tê girtin. Li vir ciwanên enternasyonalîst hene. Li Rojava ‘Şoreşa Jinan’ hedef tê girtin. Gelek hêzên navneteweyî di nava vî şerê qirêj de hene. Amerîka, Tirkiye û gelek welatên Ewropayê li dijî vê qirkirinê bêdeng man. Ev dengê ku li dijî vê qirkirinê derdikeve tê re nake. Cihê li Sûriyeyê herî bi îstîkrar Rojava bû. Derdê wan ne aramî ye, derdê wan Kurd in.”

‘Dema li cihekî şer û qirkirin hebe, li cihekî din çareserî nabe’

Newroz Ûysal Aslan bal kişand ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de ragihand û wiha domand: “Dema li cihekî şer û qirkirin hebe li cihekî din çareserî nabe. Ev êriş, dorpêç êrişeke li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ya ku Rojava dike Rojava fikrên birêz Ocalan in. Divê herkes planên qirêj ên li dijî vê yekê tên kirin bibine. Ji bo ku korîdorek were vekirin îro em li qadan e. Van êrişan bingehek ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd ava kir. Kesên li ser Rojava hesaban dikin bila baş bizanin ku gelê Kurd Rojava bi tenê nahêle.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.

 

 

Etîket: Rojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

28 NÎSAN 2026
Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

26 NÎSAN 2026
Deriyê Sînor ê Nisêbînê wê vê hefteyê were vekirin

Deriyê Sînor ê Nisêbînê wê vê hefteyê were vekirin

19 NÎSAN 2026
Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê û salvegera damezirandina YPJê

Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê û salvegera damezirandina YPJê

4 NÎSAN 2026
‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

2 NÎSAN 2026
Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

21 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xebatên xwe li ser civaka demokratîk û azadiya jinan bi rê ve dibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê bi hezaran karker ji bo ‘Aştî û Demokrasiyê’ meşiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Sedema herî mezin ya bindestiya sed salan, nebûna Yekîtiya Neteweyî ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tîryakî: Ji bo ku meseleya Kurdan bê çareserkirin divê cezayê Siddik Akiş bê betalkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amed, Wan, Dêrsim û Stenbolê mitîngên 1ê Gulanê dest pê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (19)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne