Çeteyên HTŞ, SMO û DAIŞê di van kêliyan de gundê El Xêbiş û Dêra gundê Til Cuma yê Asûrî yên Til Temirê topbaran dikin.
Çeteyên HTŞ, SMO û DAIŞê bi pişgiriya dewleta Tirk êrîşî ser Rojava dikin, agirbestê bin pê dikin. Hat hînbûn ku çete gundên El Xêbiş û Dêra gundê Til Cuma yê Asûrî yên li rojavayê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê bi çekên giran topbaran dikin.
Ji ber topbarana li ser Dêra Til Cuma zirarên madî çêbûn.










