Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot diyar kir ku bi navbeynkariya Serokomarê Fransayê hewl didin agirbesta li Sûriyeyê mayînde bikin û mafên Kurdan mîsoger bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot li ser hesabê xwe yê Xê têkildarî rewşa Rojava-Sûriyê daxuyanî da û diyar kir ku bi navbeykariya Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron rê li ber herikandina xwînê girtine û heta cihek jî agirbast pêk anîne.
Barrot diyar kir ku ew hewl didin mafên Kurdan bigirin garantiyê û rê li ber jinûve derketina DAIŞê bigirin.













