Amed – HSDê ragihand ku bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re peymanek li ser entegrasyona bi qedeme ya hêzên îdarî û leşkerî hatiye îmzekirin. Aktivîstê Platforma Saziyên Demokratîk Baran Kiliç derbarê peymana entegrasyona ku hatiye îmzekirin de diyar kir ku di encama berxwedana gelê Kurdistanê de peyman derket holê û got: “Ev encama ku hatiye girtin berxwedan û yekîtiya gelê Kurd e.”
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku bi Hikumeta Demkî ya Suriyeyê peymana lihevkirinê hatiye îmzekirin. HSDê ragihand ku peyman di çarçoveya lihevkirinek berfireh a li ser entegrasyona bi qedeme ya hêzên îdarî û leşkerî pêk hatiye.
Peymana ku hate ragihandin ji aliyê kesayet, siyasetmedar, rewşenbîr, sazî û dezgehên gelê Kurd û dostên wan ve tê nirxandin. Peyman bi awayekî erênî tê nirxandin û peyman û berxwedana gelê Kurd bi hev re li cîhanê deng vedide.
Aktivîstê Platforma Saziyên Demokratîk Baran Kiliç têkildarî berxwedana gelê Kurd ku ji 6ê Çile ve didome û lihevkirina ango peymana hatiye ragihandin ji Ajansa Welat re axivî.
‘Berxwedanê peyman da qebûlkirin’
Baran Kiliç da zanîn ku ev lihevkirina ku hatiye kirin, gelek girîng û watedar e û got: “Ev sed sale Kurd bi nasnameya xwe nayên naskirin. Ev tiştê ku îro li wir, li ser lihevkirinê çêbûye naskirina nasname û nasbûna Kurdan e. Ji ber vê yekê ev lihevkirin gelek, girîng e. Di vê pêvajoyê de me dît ku berxwedana gel, îro encam girtiye û ev berxwedan çiqas mezin be, ev encam dê li her sê parçeyên Kurdistanê yên din jî bê dîtin û li wê derê jî encamên erênî ji bo gelê Kurd derkevin holê. Ji ber vê yekê, ev du hefte ye, ji ber êrişên ku li ser Rojava hebûn, gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê, li temamê cîhanê û dostên Kurdan jî li ser piyan bûn, berxwedaneke bi rûmet û bêhempa nîşan dan. Îro piştî vê lihevkirinê encama berxwedana gelê Kurd hatiye dîtin. Piştî vê saetê li Rojavayê Kurdistanê, gelê Kurd êdî bi nasnameya xwe, bi perwerdehiya xwe, bi parastina xwe, jiyana xwe li wê derê bidomînin û bijîn.”

‘Ev encama berxwedana sed salî ye’
Baran Kiliç destnîşan kir ku ev sed sale li ser gelê Kurd êrişên gelek mezin û giran qewimîne lê dîsa jî gelê Kurd bi îradeyek mezin li ber xwe daye û her tim bi serkeftî bûye. Baran Kiliç axaftina xwe wiha domand: “Ev encam, encama berxwedana sed salî ye. Encama berxwedana gelê Kurd û pê re jî ya dost û hevrêyên Kurdan e. Ji ber vê yekê serkeftin jî serkeftina gelê Kurd û ya hemû gelên ku dostaniyê kirin e. Heke şer û êriş dawî bibin gelê me yê Rojava dê li ser axa xwe aram û serkeftî bijî. Ji ber vê yekê gelek girîng e û gelek jî serkeftî ye ev lihevkirin, gere em wiha bibînin. Ev serkeftin gere bibe sedema hemû statuya Kurdistanê. Gere bibe moralek û ev moral jî aliyê rêxistinkirinê ve gere yekbûna Kurdan xurt bike.”
‘Ji ber têkoşîn û berxwedana xwe em serbilind in’
Baran Kiliç di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya gelê Kurd ya ku di van rojan de xurt bûye û li her aliyê cîhanê bûye sembola berxwedanê û wiha got: “Me di nav mehekê de dît ku gelê Bakur, Rojhilat û Başûr bi Rojava re bûn yek. Dilê wan bi hev re avêt. ji ber vî yekê berxwedaneke gelek mezin li her aliyê cihanê dan nîşandan. Ev nîşana berxwedanê îro bandora xwe li ser dewletên navneteweyî û dewletên ku pergala xwe li her çar parçeyê Kurdistanê ava kirine teva çêkiriye û bi vî awayî jî encam girtiye. Ji ber têkoşîn û berxwedana xwe em serbilind in, bi moral in. Gere em vê berxwedanê û yekîtiyê bi rêxistin bikin û mezin bikin.”












