• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endamên Koma Agirê Jiyan serdana saziyan kirin

    Endamên Koma Agirê Jiyan serdana saziyan kirin

    Kampa Azadî ya Koyê car 3yemîn e tê bombebarankirin

    Kampa Azadî ya Koyê car 3yemîn e tê bombebarankirin

    OHD: Ji bo aştî û demokrasiyê yek ji gava pêşî pêkanîna mafê hêviyê ye

    OHD: Ji bo aştî û demokrasiyê yek ji gava pêşî pêkanîna mafê hêviyê ye

    Li Kercewsê agirê Newrozê hate vêxistin

    Li Kercewsê agirê Newrozê hate vêxistin

    Îsraîlê êrişî dadgerên Îranê kir û li tesîsa gazê ya herî mezin da

    Îsraîlê êrişî dadgerên Îranê kir û li tesîsa gazê ya herî mezin da

    Ji Kongra-Gel pîrozbahî û bangawaziya Newrozê

    Ji Kongra-Gel pîrozbahî û bangawaziya Newrozê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Endamên Koma Agirê Jiyan serdana saziyan kirin

    Endamên Koma Agirê Jiyan serdana saziyan kirin

    Kampa Azadî ya Koyê car 3yemîn e tê bombebarankirin

    Kampa Azadî ya Koyê car 3yemîn e tê bombebarankirin

    OHD: Ji bo aştî û demokrasiyê yek ji gava pêşî pêkanîna mafê hêviyê ye

    OHD: Ji bo aştî û demokrasiyê yek ji gava pêşî pêkanîna mafê hêviyê ye

    Li Kercewsê agirê Newrozê hate vêxistin

    Li Kercewsê agirê Newrozê hate vêxistin

    Îsraîlê êrişî dadgerên Îranê kir û li tesîsa gazê ya herî mezin da

    Îsraîlê êrişî dadgerên Îranê kir û li tesîsa gazê ya herî mezin da

    Ji Kongra-Gel pîrozbahî û bangawaziya Newrozê

    Ji Kongra-Gel pîrozbahî û bangawaziya Newrozê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Îlham Ehmed peyman erênî ye: Ji bo zêdetirîn mafan pêwistî bi têkoşînê heye

Navenda Nûçeyan / AW

30 ÇILE 2026 - 19:58
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Dervê ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed diyar kir ku li ser entegrasyona hêzên leşkerî, ewlehî, îdarî û perwerdehiyê nîqaş meşandine û hêj gelek mijarên divê bi têkoşîn û muzakereyan bên destnîşankirin hene. Îlham Ehmed diyar kir ku wê di serdana bê ya şandeya Kurd bo Şamê de jî mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de bên nîqaşkirin.

Di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de bi armanca agirbesteke berfireh û destpêkirina qonaxeke nû ya lihevkirinên siyasî û leşkerî peymanek hat îmzekirin. Girêdayî mijarê, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed civîneke çapameniyê bi rêya zoomê çêkir, bend, hûrgilî û armancên peymanê şîrove kirin.

‘Encama berxwedanê hate girtin’

Îlham Ehmed destpêkê gelê Kurd û dostên wan ên li Kurdistanê û seranserî cîhanê ku li ser pêyan in silav kir, bal kişand ser zehmetiyên herêmê û gihandina encamên berbiçav. Îlham Ehmed anî ziman ku armanca peymanê ew e ku rê li pêş rijandina xwînê were girtin û binpêkirinên li dijî Kurdan bi dawî bibin.

Dê hêzên leşkerî ji xetên eniyê vekişin

Têkildarî bicihanîna bendên peymanê Îlham Ehmed diyar kir ku wê roja duşema bê bendên peymanê bikevin pratîkê, di heman demê de hewlên misogerkirina pêkanîna wê jî werin zêdekirin. Îlham da zanîn ku benda yekemîn agirbesta berfireh e, divê bi vekişîna tevahî hêzên leşkerî yên her du aliyan ber bi nuqteyên xwe yên sereke ve dûrî eniyên şer, bikeve pratîkê. Li gorî peymanê wê 3 tûgayên leşkerî çêbibin, li Hesekê û Kobanê werin bicihkirin.

Hêzên asayîşa rejîmê li herêma Kurdan namînin

Di aliyê ewlekariyê de Îlham destnîşan kir ku wê entegrasyonek di navabera hêzên ewlehiyê de hebe, dê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêmên belavbûna xwe bimînin da ku parastina herêmê bikin. Di heman demê de wê hêzên girêdayî Wezareta Hundirîn bi awayekî demkî, heta proseya entegrasyonê bi dawî dibe, derbasî bajarên Hesekê û Qamişloyê bibin. Îlham Ehmed diyar kir ku ev bend li gel şêniyan metirsiyê çêdike, lê armanca hêsankirina proseya entegrasyonê ye, ev hêz û berpirsên wan dê ji xelkê herêmê bin.

‘Şamê hêj perwerdehî qebûl nekiriye’

Têkildarî saziyan jî Îlham Ehmed got dê saziyên Rêveberiya Xweser bi yên dewleta Sûriyeyê re bêyî tu guhertinan entegre bibin, berpirs û karmendên wê di cihê xwe de bimînin. Wê tevahî karkerên saziyan heta nobedarên sînor jî ji xelkê herêmê bin. Der barê mijara perwerdê de Îlham Ehmed got wê bi awayekî fermî bawernameyên amadehî û zanîngehên Rêveberiya Xweser werin naskirin û wê biryarnameyek taybet ji bo vê yekê were dayîn û ev yek anî ziman: “Ji bo meteryalên perwerdê û mekanîzmayên xwendinê, ji ber ku pergaleke perwerdê li herêmê heye, nîqaş berdewam in, da ku bigihînin formeke lihevkirinê.”

‘Hin tişt mijara destûra bingehîn in’

Îlham Ehmed da zanîn ku peyman temsîla veguhastina ji qonaxa parastin û fedakariyan dike û derbasî qonaxa nû ya pêkanîna hêviyên bi hezaran şehîdan û tesbîtkirina mafan bi awayekî qanûnî ve li Sûriyeyê, dibe. Ew beşek ji her xebateke siyasî ya pêşerojê ne ku girêdayî amadekirina destûrê yan jî jinûve avakirina saziyên dewleta Sûriyeyê ne. Têkildarî dosyaya vegera koçberan Îlham Ehmed got ji bo mîsogeriya vegereke ewle, wê di pêşerojê de gav werin avêtin.

‘Deriyê Sêmalka dê vekirî be’

Îlham Ehmed da zanîn ku Frans û Amerîka navbeynkariya vê peymanê kirin û ev jî piştevaniyek girîng e ku maf werin tesbîtkirin, di nav de nasnameya Kurd û mafên wê di destûra Sûriyeyê de. Der barê pirsa deriyê Sêmalka de Îlham Ehmed bersiv da ku dê vekirî bimîne û tu helwesteke neyênî ji hikumeta demkî de ji bo vê yekê nehat nîşandan û wê karmendên xebatên xwe di çarçoveyeke fermî ya girêdayî dewletê de berdewam bikin.

‘Divê têkoşîn xurt bimeşe’

Têkildarî garantiyên careke din weke berê agirbest neyê binpêkirin Îlham Ehmed got Fransa û Amerîkayê navbeynkariya peymanê dikin û wê helwestên wan di çend rojên pêş de bi dayîna daxuyaniyên fermî werin zelalkirin. Îlham Ehmed anî ziman ku di tevahî civînan de girîngî ji bo çavdêrî û şopandina agirbestê hat dayîn. Ji bo rola Amerîkayê jî Îlham Ehmed got Amerîka di vê qonaxê de rola ku jê dihat texmînkirin nelîst, hin helwestên girêdayî rola HSDê hebûn û destnîşan kir ku di hundirê Amerîkayê de senator Lindsey Graham bi roleke pir erênî ji bo parastina herêmê rabû.

Li gorî rol û bandora Amerîkayê li Sûriyeyê, divê roleke erênî di şopandina peymanê û mîsogeriya pêkanîna wê de bilîze, li kêlek wê şert û mekanîzmayên rakirina cezayên Qeyserê bişopîne. Li Amerîkayê helwestên ji bo pejirandina Qanûna Parastina Kurd hene û ev peymana dawî jî ne dijberî van hewldanan e, lê temamkirin e. Tevgera Kongresê gaveke pêwîst a garantiya pêkanîna peymanê û tesbîtkirina mafên gelê Kurd bi awayekî qanûnî ye.

‘Tirkiye dê ji Efrîn û Serêkaniyê derkeve’

Îlham Ehmed li ser pirsa rojnamegeran ku bi berpirsên Tirkiyeyê re hevdîtin kiriye yan na, got ku wê duh berpirsên Tirkiyeyê dîtin û wan gotiye hêzên Tirkiyeyê ji herêmên Efrîn, Serêkaniyê vekişîne û ew li wir nîn in.
Têkildarî rewşa Kobanê ji aliyên leşkerî û îdarî ve Îlham Ehmed diyar kir ku dê Kobanê bi awayekî fermî girêdayî parêzgeha Helebê be û wê tûgayeke wê ya taybet di nava Firqeya Helebê de hebe.

 

Etîket: Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham EhmedPeymana HSDê û Hikûmeta Sûriyeyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

9 ADAR 2026
Yekîneyek teknîkî ya Şamê hat balafirgeha Qamişloyê

Yekîneyek teknîkî ya Şamê hat balafirgeha Qamişloyê

21 SIBAT 2026
Arîn Mihemed ji bo parastina mafên Kurdan banga avakirina komîteyeke hiqûqê kir

Arîn Mihemed ji bo parastina mafên Kurdan banga avakirina komîteyeke hiqûqê kir

19 SIBAT 2026
Ji ‘hevkariya leşkerî’ ber bi statuya siyasî ve

Ji ‘hevkariya leşkerî’ ber bi statuya siyasî ve

17 SIBAT 2026
Pekoz: Wêneyê konferansa Munîhê ji Tirkiyeyê re peyamek e

Pekoz: Wêneyê konferansa Munîhê ji Tirkiyeyê re peyamek e

15 SIBAT 2026
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Macron re hevdîtin kir

Mazlum Ebdî: Em hewldanên Macron pîroz dikin

14 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Koma Agirê Jiyan: Werin em bi ruhê Newroza azadiyê stranên xwe bibêjin

    Koma Agirê Jiyan: Werin em bi ruhê Newroza azadiyê stranên xwe bibêjin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peyama Abdullah Ocalan dê li Newroza Amedê bê xwendin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cudahî û hemaniyên Newrozên Kurdistanê: Li Rojhilat dîrok û çand e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi kareografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Keskîn Bayindir: Em di qonaxa azadiya birêz Ocalan de ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gundî pirr ji rojnamegeriyê hez dikir û xwedî seknek şoreşger bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên Geverê: Bila Newroz bibe wesîleya azadî û serketinê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê seferberiya Newrozê: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 18ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (692)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne