Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed diyar kir ku hêzên YPJê dê wekî parçeyek HSDê hebûna xwe berdewam bike û parastina Rojava bidomîne.
Hevserora Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li ser peymana di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de pêk hat de civînek zoomê li dar xist û behsa hûrgiliyên peymanê kir. Îlham Ehmed diyar kir ku hêzên HSDê dê wekî perçeyek artêşa Sûriyê wekî tûmen û tûgayan fermî bîbe. Li ser pirsa beşdarekê ya wekî, “Rewşa hêzên YPJê dê çewa be?” Îlham Ehmed anî ziman ku YPJ perçeyek hêzên HSDê ye. Îlham diyar kir ku YPJ dê ji niha pêve jî wekî beşek HSDê hebûna xwe berdewam bike û wezîfeya parastinê bi cih bîne.













