• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Iraqê serokkomar îro jî nehat hilbijartin

    Li Iraqê serokkomar îro jî nehat hilbijartin

    Parlamenterên Îngilîstanê: Rêveberiya Xweser nas bikin

    Parlamenterên Îngilîstanê: Rêveberiya Xweser nas bikin

    Li Stenbolê bi deh hezaran kes ji bo meşa Roja Rojava dimeşe TÊ NÛKIRIN

    Li Stenbolê bi deh hezaran kes ji bo meşa Roja Rojava dimeşe TÊ NÛKIRIN

    Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî

    Gelê Bakur ji bo Roja Piştevaniya Rojava meşan li dar dixe

    Ocalan: Şer ne çareserî ye, çareserî diyalog e

    Ocalan: Şer ne çareserî ye, çareserî diyalog e

    Bi dehan rêxistinên sivîl li Pirsûsê bang kirin: Deriyê sînor vekin

    Bi dehan rêxistinên sivîl li Pirsûsê bang kirin: Deriyê sînor vekin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Iraqê serokkomar îro jî nehat hilbijartin

    Li Iraqê serokkomar îro jî nehat hilbijartin

    Parlamenterên Îngilîstanê: Rêveberiya Xweser nas bikin

    Parlamenterên Îngilîstanê: Rêveberiya Xweser nas bikin

    Li Stenbolê bi deh hezaran kes ji bo meşa Roja Rojava dimeşe TÊ NÛKIRIN

    Li Stenbolê bi deh hezaran kes ji bo meşa Roja Rojava dimeşe TÊ NÛKIRIN

    Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî

    Gelê Bakur ji bo Roja Piştevaniya Rojava meşan li dar dixe

    Ocalan: Şer ne çareserî ye, çareserî diyalog e

    Ocalan: Şer ne çareserî ye, çareserî diyalog e

    Bi dehan rêxistinên sivîl li Pirsûsê bang kirin: Deriyê sînor vekin

    Bi dehan rêxistinên sivîl li Pirsûsê bang kirin: Deriyê sînor vekin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Rojava Roja Piştevaniya Cîhanê: Sed hezar bi yek deng û rengî meşiyan HATE NÛKIRIN

Navenda Nûçeyan / AW

1 SIBAT 2026 - 12:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE, WÊNE
A A
Li gelek bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê bi sed hezaran Kurd li dijî komploya navdewletî û êrişên giran ên Hikûmeta Demkî û Tirkiyê daketin qadan û destnîşan kirin ku berdel çibe bila bibe dê heta misogerkirina azadî û statûyê li berxwedanê mezin bikin. Gelek siyasetmedar û hunermend di meş û mitîngan de axivîn û banga, “heta teqezkirina statû û azadiyê” mezinkirina têkoşînê kirin. Di axaftinan de berxwedan wekî tekane riya parastina mafan hate nîşan dan.

Li Rojavayê Kurdistanê bi boneya 1ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê, li bajarên Hesekê, Qamişlo, Dirbêsiyê, Amûdê, Girkê Legê, Dêrik, Til Temir û Zirganê meş tên li darxistin. Bi van meşan Rojavayê Kurdistanê dê peyama, “Berdêl çi dibe bila bibe dê heta misogerkirina azadî û statûyê têkoşîn bê mezinkirin” ji cîhanê re bê ragihandin.

Li Qamişlo deh hezaran dest bi meşê kir

Li Qamişlo meşa mezin dest pê kir. Girseya ji deh hezaran pêk tê di seatên zû de li Çerxerêya Sonî hatin ceme hev. Girseya rengên Kurdistanî yên kesk, sor û zer bilind kirin, posterên şehîdan hildan. Di meşê de pankartên balê dikişînen ser mezinkirina têkoşîn û berxwedanê hatin vekirin û sloganên, “Bijî Kurdistan”, “Bijî YPG”, “Bijî YPJ”, “Yek e yek ye Kurd yek e”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Dengê sidûra neteweyî Ey Reqîb û merşên şoreşê olan dide

Di meşê denge sirûda neteweyî Ey Reqîb û merşên li ser şoreşa Rojavayê kurdistanê ji qada meşê bilind dibe. Meşvanên bi yek dengî û yek zimanî tevî gotina merşan dibin, peyama yekîtiya neteweyî ji cîhanê re radigihînin. Welatî bi slogana, “Bijî yekîtiya gelê Kurd” bi coş û peroşek mezin meşê dom kir.

Hêzen ewlehiyê tedbîrên berfireh girtin

Di meşan de li dijî îhtîmala bûyerek neyînî ewlehiye berfireh hate girtin. Hêzen asayîşê li ser riyên meş lê derbas bibe, wezîfedar bi cih kirin. Her wiha li tevahiya bajar jî bi heman amancê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.

Hunermend rengê xwe didin meşê

Hunermendên Kurd ku di çarçoveya seferberiya neteweyî de ji Ewropayê berê xwe dabûn qadên şoreşê jî cihê xwe di meşê de girtin. Hunermend Diyar Dêrsim, Hozan Şemdîn, Gulbahar Rehîm, Loqman Salim Fetah û Rênas Sedî bi gelê xwe re gav bi gav dimeşin. Her wiha nivîskar Kakşar Oramar û lîstikvanê fitbolê Denîz Nakî, rojnameger Danyal Cemîl û gelek kesên din ên navdar tev li meşê bûn.

‘Me nirx bi destên xwe avakirin emê biparêzin’

Piştî meşê li Qada Şehîd Rûbar mitîng hate lidarxistin. Piştî deqeyek rêzgirinê ji bo giyanê şehîdan Hevseroka TEV-DEMê Remziye Mihemd bangî girseyê kir. Remziye Mihemed diyar kir ku ev meş a rûmetê ye û wiha got: “Silav ji bo gelê me yê Başûr, Bakur, Rojhilat ku îro li Rojava ne. Silav ji Kurdên li diyasporayê re. Meşa me ji bo parastina nirxên me yên Şoreşa Rojava ne. Ji bo piştgiriya hêzên me ne, hebûna me YPJ û YPG ne. Me bi destê xwe avakirin û em ê biparêz in.”

Karamûs: Erka sereke pêkanîna yekîtiyê ye

Piştre Hevserokê KNKê Ehmed Karamûs silav li gelê Kurd û berxwedêrên Rojava, Silêmanî, Hewlêr, Dihok, Amed û tevahî Kurdistanê kir û wiha axivî: “Cihê ku Kurd lê hene, berxwedana ji bo Rojava lê heye. Gelê Kurd we bi berxwedana xwe we cîhan rakir ser piyan. Erkek mezin dikeve ser gel û partiyên siyasî ku yekîtiya Kurd pêk bînin. Ji derveyî yekîtiya gelê Kurd kes nikare destkeftiyên Kurdan biparêz e. Em ne Kurdên 50 salî ne, êdî çand, nasname û hebûna xwe diparêz in. Em bi YPJ û YPGê bawerin.”

‘Rojava Kurd kirin yek’

Hunermed Diyar Dêrsim jî gelê Kurd ê berxwedêr silav kir û wiha wiha domand: “Em bejna xwe li ber berxwedana we ditewînin. We nîşanî tevahî cîhanê da ku gelek çawa dikare vîna xwe biparêz e. We Kurd kirin yek. Rojava malbatê şehîdan e. Dibe ku tang û topên hêzên dijber hebin, lê ya me vîna me heye. Emê xwe li her cihî biparêz in.”

Hozan Şemdîn bi stranê berxwedan silav kir

Hunermed Şemdîn jî strana “Eva dinya pir mezin e” diyarî berxwedana gelê Kurd kir. Girseyê ligel Hozan Şemdîn şemdin stran got û peyama berxwedanê da. Hunermed Loqman ku ji Silêmaniyê hatiye Rojava jî berxwedana gelê Rojava silav kir û got: “Îro gelê Başûr li ser piyan in. Gel bêwestan ji bo Rojava li kolanin. Me hertim gotiye Roj ji Rojava derdikeve. Em hêvî ku çawa gelê Kurd yekgirtiye, divê partiyên siyasî yên Kurd jî dest bidin yek.” Mitîng bi axaftinan berdewam dike.

Amûdê bi qêrina ‘serhildan jiyan e’ dest pê kir

Bejarek din ê kum eşek bi heybet hat eli darxistin jî Amûdê ye. Ji 7ê heta 70 salî tevahiya gelê Amûdê ji bo qêrina azadî û statûyê li Qada Jina Azad hatin cem hev. Zarok, ciwan, jin, mêr, pîr û kalên kesk, sor û zer bilind kirîn dest bi meşa nava bajar de kirin. Girse di bin tedbîrên berfireh ên hêzên ewlehiyê de bi sloganên dilsoziya wan bi Kurdistan, yekîtiya gelê Kurd, YPG, YPJ, HSD û şoreşa Rojava re tîne ziman berz dikin. Di meşê de posterên şehîdan hatin vekirin û sloganên, “Bijî Kurdistan” û, “Biji Serok Apo” hatin gotin. Meş li qada Şehîd Cîhad veguherî mîtîngê û deqeyek rêz hat girtin. Rêveberê Dibistanan Hena Xalid berxwedan gel û hêzên ewlehiyê silav kir û wiha got: “Gelê Kurd bi çanda xwe ya aştiyê tê naskirin û hîna ji bo aştî û aramiyê têkoşînê dike. Lê hin aliyan rêya şer û wêraniyê hilbijartine.” Mitîng biç epik, slogan û sirûdan bi dawî bû.

Dirbêsiyê soz da cangoriyên xwe

Navnîşanek din a ku gelê daketiye qadan jî Dirbêsiyê ye. Girseya li Qada Jina Azad kom bûyî, pêşiyê al, poster û rengên Kurdistanî bi ba xistin. Sirûda neteweyî û merşên şoreşê bi yek dengî hatin xwendin. Girseyê bi çepik, slogan û gotina merşan dest bi meşê kir. Rêveberê Tev-Demê Silêman Xelîl axivî û da zanîn ku seferberî û têkoşîna rewa hîna dewam dikin û ev li gotinên xwe zêde kirin “Em ê li ser şopa şehîdan û xeta neteweyî berxwedanê bidomînin, ta mafên xwe yên rewa mîsoger bikin. Berxwedan vebijêrka me ya yekane ye.” Meş bi berzkirina silavkirina berxwedana Rojava û yekitiya gelê Kurd bi dawî bû.

Girkê Legê: Berxwedan didome

Navendek din a meşê jî Dêrik bû. Şêniyên bajarê Girke Legê, Rimêlan û gundewarên wê meşek li dar xist. Meş ji qada Şehîd Xebat bi rakirina alên al û rengên Kurdistanî dest pê kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser giyana şehîdan Hevserokê Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kenan Berekat axivî û wiha got: “Gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî ya hesas re derbas dibe. Gelê Kurd bi hêz, yekitî û destekdayîna hêzên xwe yên leşkerî hemû hewldanên qirkirina gelê Kurd têk birin.” Bereket xwest ku herkes di vê deme de baldar be.
Meş bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî yekitiya Kurdan” bi dawî bû.

Li Dêrikê biryardariya vala derxistina komploya navneteweyî

Li bajarê Dêrikê bi hezaran kes li Qada Azadî ya Bajar gihiştin hev. Girseyê pankarta, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî yekitiya Kurdan” vekir, bi çepik û stranan dest bi meşê kir. Meşê heta ber Navenda Ciwanan a Şehîd Bawer berdewam kir û liv ir veguherî mîtîngê. Piştî deqeyek rêzgirtinê endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ebduselam Ehmed axivî û wiha got: “Şoreşa Rojava û fedakariya şehîdan yekitiya gelê Kurdistanê çêkirin. Gelê Kurd ji bo deskeftiyên Şoreşa Rojava biparêzin rabûn ser xwe û li qadan e. Divê em têkoşîna xwe berdewam bikin heyanî ku hemû komployên navneteweyî yên li dijî gelê Kurd têk bibin.”
Mîtîng bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî yekItiya gelê Kurd” bi dawî bû.

Li Zirgan û Til Temir soza têkşoşînê hat dayîn

Li Til Temir û Zirgan jî bi heman armancê meş pêk hatin. Girseyên xwe bi rengên Kurdistanî dixemilandin bi çepik, slogan û gotina merşên şoreşê helwest û daxwazên xwe anîn ziman. Gel bi sloganan dilsoziya xwe bi şoreşa Rojava re anîn ziman û peyama parastina şoreşê dan. Di axaftinên li ser navê girseyê hatin kirin de bang li çar perçeyên Kurdistanê, dîasporayê û dostên Kurdan hate kirin ku têkoşînê zêdetir bilind bikin. Her wiha axaftvanan hişmendiya neteweya demokratîk wekî tekane riya jiyana hevpar pênasekirin. Meş bi çepik û sloganan bi dawî bû.

Hesekê destûr israra berxwedanê dubare kir

Li Hesekê bi heman armancê meş û daxuyanî pêk hat. Girseya rengên Kurdistanî yên kesk, sor û zer bilind kirin, posterên şehîdan hildan. Di meşê de pankartên piştgiriya YPG û YPJê dikin hatin vekirin û sloganên, “Bijî Kurdistan”, “Bijî YPG”, “Bijî YPJ”, “Yek e yek ye Kurd yek e”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Meş di bin derbîrên ewlehiyê de pêk hat

Gelê tev li beşê bûyî bi yek dengî sirûdên şoreşê gotin. Rengên kesk, sor û zer ên bi boyaxê li ser rûyê zarokan hatine xêzkirin, dîmenek ku bal kişand ser xwe. Li hemberî îhtîmala êrişan hêzên ewlehiyê hem li bajar hem jî li ser rêgeha meş û qada mitîngê ewlehiyek berfireh girtin. Meş û mitîng di bin sêwana parastina hêzen ewlehiyê de bi aramî pêk hat.

Hesekê bingeha sereke ya parastinê ye

Li vir gelek siyasetmedar û rayedaran axaftin kirin û balkişandin ser lîstikên li dijî Hesekê û rojavayê Kurdistanê. Endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk Aldar Xelîl hîtabî girseyê kir û balkişand ser lîstikên li ser Rêveberiya Xweser û Rojavayê Kurdistanê tên meşandin. Xelîl derbirî ku hewildan ji derxistina şerek navxweyî heye û xwest ku hemû pêkhate li hemberî van lîstikên emperyalîst hişyar bin.

Têkoşîn encamê diyar dike

Xelîl berxwedana gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê, dîasporayê û dostên Kurdan ên li tevahiya cîhanê bi bîr xist û anî ziman ku tekane riya parastina nirxên şoreşê mezinkirina têkoşînê ye. Xelîl peymana di navbera HSD û Hikûmeta Demkî jî destnîşan kir û got ku pêvajoyek nû ya siyasetê destpêkiriye lê tişta encamê diyar dike têkoşîn, rêxistinbûn û berxwedan e.

 

Etîket: HSDKurdistanRêber apoRoja Piştevaniya CîhanîRojavaYPGYPJ
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Stenbolê bi deh hezaran kes ji bo meşa Roja Rojava dimeşe TÊ NÛKIRIN

Li Stenbolê bi deh hezaran kes ji bo meşa Roja Rojava dimeşe TÊ NÛKIRIN

1 SIBAT 2026
Di arîfeya Şerê Îranê de siyasetên veşartî

Di arîfeya Şerê Îranê de siyasetên veşartî

1 SIBAT 2026
Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî

Gelê Bakur ji bo Roja Piştevaniya Rojava meşan li dar dixe

1 SIBAT 2026
Bi dehan rêxistinên sivîl li Pirsûsê bang kirin: Deriyê sînor vekin

Bi dehan rêxistinên sivîl li Pirsûsê bang kirin: Deriyê sînor vekin

1 SIBAT 2026
Mijara statûya Rojava li Parlementoya Ingilîstanê ye

Mijara statûya Rojava li Parlementoya Ingilîstanê ye

1 SIBAT 2026
Li Kanadayê dirûşma ‘Bijî berxwedana Rojava’ olan da

Li Kanadayê dirûşma ‘Bijî berxwedana Rojava’ olan da

1 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (29)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne